* Pisporê Avhewa û Enerjiyê Onder Algedîk, anî ziman ku krîza avhewayê û şewba heyî ji hêla pergala dewletê ya xweza û civakê tune dihesibîne hatiye afirandin û got: "Ji bo qezenca zêde ya kapaîtalîzmê divê em xwezayê tune nekin, pereyan nedin petrol, tiştên kîmyewî û marketên mezin, divê em bidin gel."
* Hîndekarê Zanîngeha Atînayê Dr. Cengîz Çandar, anî ziman ku li welatên Ewropayê kû bûne navenda vîrûsa coronayê pergala tenduristiyê hilweşiyaye û got, pêdiviya Yekîtiya Ewropayê bi pergaleke tenduristiyê ya hevpar heye.
* Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, der barê qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatinn kirin de got: "Bêhiqûqîtî bû qanûn."
* Dr. Erdal Sîpan, bal kişand ser kêmaniyên kronîk ên pergala tenduristiyê yên di têkoşîna li dijî vîrûsa coronayê de û diyar kir ku ev yek ji ber pergala kapîtalîzmê ye û got: "Xebatkarên tenduristiyê yên keda wan tê xwarin jî wekî leheng tên îlankirin û serê wan tê mistdan."
* Mahmût Temel ku di Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê de dimîne, diyar kir ku du caran spazma dil derbas kiriye û li dijî vîrûsa coronayê tevdîr nayên girtin û ji ber binpêkirinên mafan parve kirine der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Temel, got: "Niha em bi mirinê re rû bi rû ne."
* Seroka EMEP'a Kocaeliyê Arzû Erkan, diyar kir ku hikûmet bi feraseta "Çi bibe bila bibe lê divê hilberîn bidome" tev digere û got: "Heger mirov hem li biryarên îqtidarê hem jî li yên walîtiyan mêze bike, ne karker ne jî malbatên karkeran ne di xema wan de ne."
* Serokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zafer Încîn diyar kir ku daneyên Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ne zelal in û pêwîste girtîgeh demildest werin valakirin.
* Hevserokê Şaxa SES'ê ya Rihayê Salih Karataş, diyar kir ku li Rihayê nêzî 60 hezar karkerên çandiniyê yên demsalê hene û ji ber vîrûsa corona jiyana wan di talûkeyê de ye. Karataş, anî ziman ku daxwaza "Hilberînê berdewam bikin" tê wateya daxwaza "Bimirin" e.
* Tevna Çand û Zimanê Kurdî ya bi armanca parastin û pêşxistina zimanê kurdî ku bi gefa pişavtinê re rû bi rû ye hat avakirin, li ser meyda dîjîtal her heftê bi mijarên cuda dest bi weşana zindî dike.