AMED – Endam û rêveberên Şaxa SES’ê ya Amedê ji bo endamê xwe Cûma Kurt ê ji ber şewba koronayê jiyana xwe ji dest da rêz girtin.
Rêveber û endamên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî (SES) a Amedê ji bo endamê wan Cûma Kurt (57) ê ji ber şewba vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da rêz girtin. Kedkarên tenduristiyê ku endamên SES’ê ne li hemû kargehên lê birêxistin kirine deqîqeyek rêz girtin û wêneyên Kurt hildan û ew bibîr anîn.