MÊRDÎN - Li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Tekîrdagê Mehmet Başaran bi rêya xizmên xwe diyar kir ku li girtîgehê frekansên radyo asteng dike û destûr nadin ku têkildarî derve bibin xwedî agahî.
Mehmet Bajaran ê li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Tekîrdagê girtî ye, bi rêya xizmên xwe li ser telefonê agahî dan. Bajaran, di hevdîtina hefteyî de diyar kir ku li girtîgehê frekansên radyo asteng dike û destûr nadin ku têkildarî derve bibin xwedî agahî. Başaran, anî ziman ku li dijî vîrûsa (Covid-19) tedbîr nayên girtin û malzemeyên paqijiyê nadin girtiyan. Başaran, anî ziman ku hemû xebatên wan ên civakî hatine astengkirin û wan dernaxin hewşê û frekansên radyo asteng dikin."
Rayedarên girtîgehê jî têkildarî mijarê agahî nedan.