‘Heger şewb dirêj dewam bike wê xela çêbibe'

img
WAN - Endezyarê Çandiniyê Şerîf Kayalik, anî ziman ku heger şewb dirêj dewam bike dibe ku di warê çandinî û sewalvaniyê de xela çêbibe û ji bo çareseriyê "hilberîna demokratîk û komunal" pêşniyar kir.
 
Pispor diyar dikin ku heger şewba vîrûsa coronayê hinekî din jî dewam bike dibe ku di warê çandinî û sewalvaniyê de xela çêbibe. Endezyarê Çandiniyê Şerîf Kayalik, bibîr xist ku sektora çandiniyê sektoreke stratejîk e û got: "Gava hilberîner carekê ji hilberînê dûr bikevin, careke din vegera wan zehmet e, heta meriv dikare bêje ne mimkun e." 
 
3,5 MILYON HEKTAR ERD NEHATIYE ÇANDIN 
 
Kayalik, destnîşan kir ku Tirkiye di 17 salên dawî de di warê çandiniyê de bûye pêgirtiyê derve û got: "Her diçe cihê çandiniyê yê di aboriyê de kêm dibe. Tevkariya çandiniyê ya ji bo dahata neteweyî û îstihdamê kêm dibe û deynê cotkaran ên li dewletê zêde dibe û cotkarên piştgiriya wan nayê kirin jî bi faîz krediyê digirin û mecbûr dimîne erdê xwe difiroşe. Cotkarên me yên ku di war çandiniyê de pir nebirêxistinkirî ne, di 20 salên dawî de dev ji çandina 3.5 hektar erd kirin. Her wiha nêzî 700 hezar cotkar jî dev ji wergirtina destekê berda." 
 
Kayalik, destnîşan kir ku dane hemû nîaşn didin ku di çandiniyê de pirsgirêka hilberînê heye û got: "Di vê pêvajoya ku her diçe qadên çandiniyê, hilberîn, hejmara cotkaran kêm dibe û nifûsa çolterê timd iguhere, para herî mezin ji navbeynkar, şîrketên mezin û fîrmayên îthalatkar re dikeve." 
 
BANDORA COVÎD-19'YÊ YA LI SER ÇANDINIYÊ
 
Kayalik, diyar kir ku wê vîrûsa coronayê (Covîd-19) bandoreke mezin li sektora çandiniyê bike û got: "Serokomar di 18'ê Adarê de Pakêta Mertala Îstikrarê ya Aborî aşkere kir, lê di vê pakêtê ji bo sektora çandiniyê tiştek tuneye. Her wiha di pakêta 25'ê Adarê de jî ji bo sektora çandiniyê tiştek tuneye. Ev jî tê wateya ku ev qad bi temamî bêxwedî hatiye hiştin." 
 
‘EM HILNEBERÎNIN WÊ XELA ÇÊBIBE' 
 
Kayalik, bibîr xist ku di meha Adar û Nîsanê de tovê zebze, gubre û dermanên çandiniyê biha bûne. Kayalik, got: "Heger em hilneberînin em ê nkaribin xwe xweyî bikin. Heger em hilberînin em ê nikaribin bixwin, wê birçîbûn çêbibe, xela rabibe. Îthalat di rojên asayî de hî ne çareserî ye, bi taybetî di vê serdema şewba coronayê de jî ne çareserî ye. Şewb bandorê li hemû welatan dike û ji ber vê her welat ketiye etra xwe. Çareserî ew e ku ji bo cotkarên me hilberînê bikin û mirov bi fiyeteke guncan beran peyda bikin divê derfet bên peydakirin. Ji bo hilberînê divê fiyetê gubre, tov, mazot, êm û ceryanê bên kêmkirin. Her wiha divê îqtidar şert û mercên cotkar û hilberîneran baş bike û ji bo wan tevdîran bigire." 
 
ABORIYA KOMUNAL 
 
Kayalik, destnîşan kir ku wext wexta modela aboriyeke komunal e û got: "Heger karantîna dewam bike wê di qada nebatî û sewalvaniyê de pirsgirêk rû bidin û ji ber ku cotkar nikare biçe nav erdê xwe û bax û baxçên xwe wê hilberîn çênebe. Ji ber ku sektorên xizmetê hemû girtîne, wê cotkar nikaribe berên di dest xwe de berpêşî bazarêb ike û wê kesmn heywanan xwedî dikin bixisrin. Ji xwe cotkarên me xizan in. Lê wê di vê pêvajoyê de rewşa wan xirabtir bibe. Heger cotkarî û hilberînerî nemîne wê bibe sedema xela, birçîbûn û sefaletê. Herî zêde jî wê bajarên herêmê bi vê xetereyê re rû bi rû bimînin. Em cotkar û mezaxêrên me yên herêmê yên di dahata neteweyî de di rêza dawî de ne, rojên zor û zehmet li pêşiya me ne." 
 
MA / Adnan Bîlen

Sernavên din

14/04/2020
10:09 Jinên tundî li wan tê kirin ji emniyetê paş ve tên şandin
10:07 Li Pasûrê kesek hat girtin
09:56 Çareserî ne qezenc e, parvekirin e
09:55 Ji bo sûcdarên zayendî efû anîn
09:29 ‘Îqtidar rojnamevanan ber bi mirinê ve dişîne'
09:28 TMMOB, kolanên Sûrê sererast dike
09:27 'Em ditirsin em bi şewbê bikevin'
09:16 'Ji nû ve girtina girtiyan cezakirin e'
09:14 Derûnas Şedal: Xwe keşif bikin, guh bidin hestên xwe
09:13 Li Girtîgeha Alîagayê 2 bijîşk, 2 girtî û 12 gardiyan di karantînayê de ne
09:11 ‘Heger şewb dirêj dewam bike wê xela çêbibe'
09:09 'Ger Covid-19 nekuje, dê bêkarî û xîzanî bikuje
09:07 ‘Guhertina qanûna înfazê jiyana girtiyên siyasî dixe metirsiyê’
09:05 287 rojin di rojiya mirinê de ye: Piştî mudaxaleyê tenduristiya wî xerattir bû
09:04 TUAY-DER: Banga rêxistinên navneteweyî guhdar bikin
09:03 Ji mêşvanan pêşniyara ‘vegerin xwezayê’
09:01 Testên girtiyan nayên kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2020'AN
07:52 Pêşnûmeya qanûna înfazê ya ji 70 madeyan pêk tê hat qebûlkirin
13/04/2020
19:54 Li Tirkiyeyê rewşa dawî ya Covîd-19'yê: Hejmara miriyan bû hezar û 296
16:43 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: 300 kes di karantînayê de ne
16:10 JDY: Îqtîdar bi zagonên corona otoriteriya xwe xurt dike
16:05 Serlêdana Agît Îpek li meclisê hat kirin
16:01 Li Xarpêtê testa girtiyek pozîtîf derket
15:52 HDP: Îqtîdar nikare ser topavêtina xwe veşêre
15:45 Ji KCD’ê daxuyaniya Mistefa Selîmî
15:37 Li Mêrdînê hejmara gundên xistin karantînayê derket 7’an
15:35 Bi îdîaya Rojnameger Kanbal heqaret li Soylu kiriye xistin ber lêpirsînê
15:21 Beştaş: Hev diparêzin
15:20 Ji bo Koçak ketin greva birçîbûnê
15:16 Xwestin nexweşxaneyên hatine girtin werin vekirin
15:15 Di fabrîqeya nan de 50 karker bi vîrûsê ketin
15:03 Li Idlibê barîqat danîn pêşiya dewriyeyê
14:32 Meclîsa Gel a Mexmûrê banga rakirina ambargoyê kir
14:20 Dadgehê, Azîz Orûç wek rojnameger nedît
14:19 Dildarên li Sûrê nan li welatiyan belav kirin
14:09 Di çapemeniya cîhanê de Covid-19: Dermanê vîrûsê hevkarî ye
13:50 Mirina nûnerê sendîkayê ya ji koronayê weke ‘nexweşiya vegir’ ragihandin
13:48 Wezîrê Dadê Gul: 3 hikumxwaran ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
13:48 Platforma Jinan a Dersimê: Ser gumanbar parastin û veşartin
13:37 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Ne rêveberiya şewbê ye rêveberiya bertîlê ye
13:23 Ji Gunay daxuyaniya îstifayê: Şerê desthilatê ye
13:13 Soylu duh îstîfa kir îro dewam kir
13:01 Xwişka Gulistan Dokû: Her tişt zelal e hûn li benda çi ne?
12:58 Ne tahliye dikin ne jî derdixin dadgehê
12:54 Li Îzmîrê, 266 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
12:38 Girtiyên hejmara li piyan qebûl nekirin, hatin derpkirin
12:33 Qeyûmê Mêrdînê du zem li ser hev kir
12:32 Piştî raperînê 220 girtî carek din hatin girtin
12:12 Groenland bû herêma ewil ku ji Kovîd-19 rizgar bûye
12:08 Di sibatê deynê îthalatê bi 1.23 milyar dolarî ji îxracata Tirkiyeyê zêdetir bû
11:42 Ji bo Gulistan Doku ya 100 rojin agahiyê jê nayê girtin bang
11:35 Darizandina îstîhbaratê jî dikin yasayî
11:30 ÎHA nûçeya têkildarî Soylu paşve kişand û lêborîn xwest
11:29 Li Amedê kesên ji ber vîrûsa koronayê mirin gişt 19’an
11:13 Gulistan Doku 100 rojin winda ye: Dewletê ji bo neyê dîtin her tişt kir
10:57 Di sererastkirina înfazê de 55 xal hatin qebûlkirin û 3 xal jî hatin guhertin
10:46 Li Cîhanê Covid-19: Li DYA zêdeyî 20 hezar li cîhanê 114 hezar mirov mirin
10:08 ‘Ev şewb hişyariya xwezayê ya ji bo însanan e’
10:07 Di ser operasyona 14'ê Nîsanê re 11 sal borîn
09:32 Xwestine ekipmana ku nedane weke dane nîşan bidin
09:18 ‘Krîza aborî û şewbê nişanda ku AKP nikare welat birêve bibe’
09:17 Kontrola asansorê ji TMMOB’ê girt, da şîrketek nêzî AKP’ê
09:17 Girtiyê nexweş ê di 20 rojan de 7 caran rakirin nexweşxanê bernadin
09:16 Pereyek pir zêde ji girtiyên bên berdan ji bo sewqê dixwazin
09:15 Malbatên girtiyan: Di hundirê qanûna înfazê de kîn û neyartî heye
09:14 Li Îzmît, piştevanî ji avahiyan dest pê dike
09:14 ‘ Li şûna tenduristiya gel, berjewendiyên sermayedaran difikirin’
09:02 ‘Nêzîkatiya cenazeyan hiqûqa dijminatiyê ye’
09:01 ROJEVA 13'YÊ NÎSANA 2020'AN
12/04/2020
23:17 Wezareta Karê Hûndir: Qedexeya 2 rojan ji saet 24.00’an ve dawî dibe
21:40 Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû îstîfa kir
20:21 Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin gehişt 1198’an
19:25 Li Erxeniyê avahiyek xistin karantînayê
18:45 Girtiyê nexweş Fîlîz: Dengê min bibihîzin
18:23 HDP: Em Îran û hevkarên Îranê yên siyasetmedarê Kurd darvekirin şermezar dikin
17:20 Şaredariya di destê qeyûm de dezenfekta sexte belav kir
16:48 ‘Em bi hevre tora piştevaniyê bihûnin'
16:35 Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê berpirsyar lêborînê bixwazin
16:34 Feleknaz Uca: Dixwazin girtîgehan bikin goristanên komî
15:41 30 xebatkarên tenduristiyê li maşîna 14 kesan suyar kirin
15:31 Sancar: Divê Wezîrê Karên Hundir ji peywirê were girtin
14:51 Xebata Îttîfaqa Kurdistanê: Ji Zagona li dijî aştiya civakê re bêjin NA
14:09 Li Amedê di encama îhmalê de nexweşek û xebatkarekî tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:32 Ketin û derketina parkan ên li Êlihê qedexe kirin
13:29 Ji OHD’ê daxuyaniya cenaze: Em ê li Tirkiye û qada naveneteweyî her cure serlêdanê bikin
13:12 MED TUHAD-FED: Bijîşkê çûye qawîşên girtiyan bi şewba Covît-19'ê ye
12:11 Meclisa Ciwanên HDP'ê: Şandina cenaze ya bi PTT'ê li dijî mirovahiyê ye
11:43 Ji bo 2 Navçeyan hişyariya erdhejê
11:38 ÎGC'ê êrîşa li rijî rojnameger Tanriverdî şermezar kir
11:08 Xebatkarên tenduristiyê: Me nizanibû em bi çi re rû bi rû bimînin
11:07 Di pêvajoya qarantînayê de tundiya li dijî jinê ji sedî 27 zêde bû
09:59 Rojnameger: Wê tecrîda li ser girtiyan girantir bibe
09:45 Çend wêne ji kolanên Amedê yên qedexe
09:20 Girtiyan ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê bang kirin
09:09 'Kareki me yê em karibin nan ji zarokên xwe re bibin tuneye'
09:08 Ji bo xebatkarên tenduristiyê 2 hezar sîperdank çêkirin
09:08 Li Şirnexê ji bo 'Kampanyaya Xwişk û Bira' hezar malbat hatin diyarkirin
09:07 Dest bi kesixandina spîndaran kirin
09:06 Derûnas Çaki: Nehêlin fikar jiyana we kontrol bikin