AMED – Dadgehê di hênceta biryara cezakirina parvekirinên rojnameger Azîz Orûç wek parvekirina nûçeyan ango ne di çarçoveya “agahî dayîna çapemeniyê û azadiya derbirînê de” nedît.
Dadgeha Amedê bi îdiaya rojnameger Azîz Orûç “propaganda rêxistinê kiriye” du sal û mehek cezayê girtîgehê lê birîbû. Dadgehê biryara hênceta cezakirinê eşkere kir û parvekirinên Orûç ên di medya civakî di çarçoveya “agahî dayîna çapemeniyê û azadiya derbirînê de” nedît. Dadgehê cezakirina Orûç a ji ber parvekirinên nûçeyên di medya civakî de pejirand û cezakirina rojnameger rewa dît.