AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di destê qeyûm de ye dezenfektana sexte belav kir. Piştî fîrmaya ku berhemê wê hat teqlîtkirin serlêdana sûc kir, Serokê Daîreya Karên Tenduristiyê Mustafa Korkutan ji peyvirê hat dûrxistin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di destê Qeyûm û Walî Hasan Basrî Guzeloglu deye, bi sedema tedbîrên li dijî vîrûsa corona dezenfektanên sexte belav kir. Fîrmaya ku berhemên wê hat taqlîtkirin, li Serdozgeriya Komare ya Amedê serlêdana suc kir. Piştî serlêdana suc, Qeyûm ku di heman demê de waliyê Amedê ye Hasan Basrî Guzeloğlu Serokê Daîreya Karên Tenduristiyê Mustafa Korkutan ji peyvirê girt.