Dayika Egît Îpek: Em ne li benda vê hovîtiyê bûn

  • rojane
  • 09:31 11 Nîsan 2020
  • |
img

AMED - Dayika Egît Îpek a ku cenazeyê lawê wê bi pakêtek kargo ya bi rêya PTT'ê jê re hat şandin, Halîse Aksoy diyar kir ku kesên mirov bi riya PTT’ê cenazeyî naşînin û got: “Min hîs kir ku ev ji mirovahiyê derketine. Nirxê mirovan û wijdan li ba wan nemaye. Ez nizanim li dijî vê yekê bêjim çi. Em ne li benda vê hovîtiyê bûn.”

Cenazeyê Egît Îpek (Kemal Berxwedan) ê HPG’yî ku di operasyona eskerî ya 23’yê gulana  2017’an de li Girê Xelasor a Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû, 3 sal şûnde ji mallbatê re şandin. Serdozgeriya Komarê ya Dersîmê piştî encama testa DNA'yê li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê diyar bû, bi kargoyê hestiyan xistin pakêtekê û bi rêya PTT'ê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şand. Cenazeyê Egît Îpek ê ku di 2’yê Adarê da ji Dersimê şandin Amedê, duh radestî malbata Îpek a li taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê rûdinê kirin. Dayika Egît Îpek, Halîse Aksoy a ku cenazeyê lawê wê bi pakêtek kargoya PTT'ê jê re hat şandin derbarê şandina cenazeyê lawê xwe de axivî û diyar kir ku ne li benda wehşeteke wisa bûn û wiha got: “Dîn, îman nayê bîra wan. Me zarokê xwe bi belengazî xwedî kir dawiyê hestiyên me birin û anîn bi kargoyê şandin.”
 
Aksoy da zanîn ku ji televîzyonê bihistiye ku lawê wê jiyana xwe ji dest daye û got: “Piştî ku em pê hesiyan em rabûn çûn Dêrsîmê me serî li rayedarên eskerî da gotin ‘çu cenaze neketine destê me, hebe li ba rêxistinê ye’ û xwe jê şuştin. Em gelek caran çûn û hatin. Me xwest testa DNA’yê bidin ji me re dîsa gotin ‘cenaze ne ketiye destê me.’ Ji me re gotin daxwaznameyê bidin me daxwazname da. Daxwaznameya me ji me zivirî gotin ‘me lêkolîn kiriye cenaze nekitine destê me herin ji rêxistinê bipirsin ew dê ji we re tiştekê bêjin. Piştî ku me çu agahî jê negirtin em hatin mal.” 
 
‘CENAZE LI ÇOLÊ DI NAVA KEVIRAN DE HATIYE DITÎN’
 
Aksoy diyar kir ku rayedarên eskerî di havîna 2019’an de li gundê wan geriyaye û gotine cenazeyê Agît li çolê di nava keviran de ditîne û wiha axivî: “Di meha Remezanê geriya bûn gotibûn bila werin cenazeyê xwe wergirin. Em jî piştî eydê çûn. Gotin cenazeyê we li Meletiyê ye herin wê derê. Em çûn Meletiyê gotin cenaze ne li vir e. Herin cihê bûyerê bipirsin. Em dîsa vegeriyan çûn Dersimê. Li Dersîmê me serî li Serdozgeriyê da. Rayedar hatin em çûn nexweşxaneyê ji bo testa DNA’yê me xwîn da. Gotin cenaze ne li ba me ye me şandiye Stenbolê. Gotin em ê xwîna we jî bişînin Stenbolê. Piştî ku mehek derbas bû bersiv hat gotin cenaze ne yê we ye. Nimra wî ya TC’yê, kodê wî, navê wî, navê diya wî, temenê wî hemû ji hev digirin lê digotin ne yê we ye. Em rabûn careke din çûn Dersîmê dîsa gotin ne yê we ye.”
 
‘BI RÊYA PTT ANÎNE Û BIRINE’
 
Aksoy destnîşan kir ku beriya mehekê ji Edliyeya Amedê lê geriyane gotine ‘dosyayeke te heye were rahêje dosyayê’ û wiha berdewam kir: “Piştî telefon kirin min pirsî ku ji bo kurê min e an ne.  Gotin dosyayeke veşartiye tu dê werî teslîm bigirî. Min ji wan re got ‘heke ya kurê min be ez dikarim bi teyarê werim.’ Dûre dîsa geriyan gotin ‘navnîşana xwe bide em bişînin wê derê.’ Zavayê min navnîşana xwe da. Deh roj wisa derbasbûn vê carê ji dozgeriya Dersîmê geriyan gotin ‘me dosyaya te şandi bû Amedê dîsa li me vegeriyaye. Wan jî gotin dosya veşartiye em nikarin ji te re bêjin. Dosya dîsa şandin Amedê. Beriya 12 rojan dîsa li min geriyan gotin were Qereqola Polîsan a Rêzanê. Ez çûm wir gotin ‘em ê kaxizekê bidin te tu dê biçî edliyê dosya xwe bigirî. Kaxizek dan min tê de ‘emanet’ dinivîsand. Ez tenê çûm. Lê ez negirtim hundir got here 30’ê mehê were. Ez dîsa hatim zivirîm malê. Heta îro cardin çûm. Em ketin hundir çûn cihê ku tiştên emanet lê tên wergirtin. Min pirsî ku çiye emanet? Ji min re gotin ‘hestiyên te hatine. Min lê nêrî ku di pakêtê de ne, PTT li ser nivîsandî ye. Bi riya PTT anîne û birine. Min rahişt pakêta xwe û hatim malê.”
 
‘NIRXÊN MIROVAN LI BA WAN NEMAYE’
 
Aksoy da zanîn ku çi dibe bila bibe cenazeyên însanan bi rêya PTT’ê divê neyê şandin û got: “Min hîs kir ku ev ji mirovahiyê derketine. Nirxê mirovan û wijdan li ba wan nemaye. Tê wateya ku em dibin zilm û zorê da ne. Dîn, îman nayê bîra wan. Me zarokê xwe bi belengazî xwedî kir dawiyê hestiyên me birin û anîn bi kargoyê şandin. Ez nizanim li dijî vê yekê bêjim çi. Em ne li benda vê hovîtiyê bûn. Min got rojekê cenazeyî bidin jî wisa nadin. Me nizanî ku dê wek paketê bi PTT’ê bişînin.”
 
‘ME BI ÇAR KESAN CENAZE VEŞART’
 
Aksoy anî ziman ku ji bo veşartina cenaze destûr xwestine û wiha domand: “Me got em ê cenazeyê xwe bibin Mêrdîn lê destûr lazim bû. Birayê min destûr girt ji wî re gotibûn yek kes tenê dê pê re biçe. Birayê min pê re çû. Em sê heb din jî bi erebeyeke din çûn. Polîsan xwest me asteng bike. Min got cenazeyê min heye em ji bo wê diçin. Got hûn ji hestiyan re dibêjin min got erê. Pişt re em derbas bûn çûn gund. Gund dorpêç kiribûn. Nehiştin ku kes were ser goristanê, kesên dihatin jî vedigerandin. Nehiştin ez jî biçim ser mezelê kurê xwe. Min xwe li wan aciz kir çiqas xwestin asteng bikin jî ez çûm ser mezel. Nehiştin ku em bipeyivin, an dîmenekê bikişînin. Nehiştin mele jî were ser mezel û bixwîne. Me bi 4 kesan cenaze veşart.” 
 
‘EM NE TERORÎST IN MAFÊ XWE DIPIRSIN’
 
Aksoy diyar kir bi nedayîna cenazeyan dixwazin malbatan bi tirsînin û got: “Em ji zarokên xwe neçêtirin. Îro min digot bila min jî bikujin tirba min li ba lawê min vekin. Ew malbatên ku cenazeyên zarokên xwe wernegirtine, hestên hemûyan wek hestên min e. Çi heqê wan heye ku ewqas zilmê dikin. Di ser malên me de digirin, zarokên me dikujin, gundên me xerab dikin, bajarên me dişewitînin dibên hûn terorîst in. Heta kengî dê wisa be. Dinya me nas kiriye lê lê hêj dewleta tirk me nas nekiriye. Em ne terorîst in, em li mafê xwe dipirsin û em bindestiyê qebûl nakin. Em qebûl bikin jî zarokên me qebûl nakin. Niha bi hezaran şûna zarokên min de hene.”  
 
‘LAWÊ MIN JI BER ZILMÊ TEVLÎ PKK’Ê BÛ’
 
Aksoy anî ziman ku gelek biranînên xweş bi lawê wê re hene û got: “Hevalên wî, mirovên me gişt ji lawê min hez dikirin. Peyvên wî nerm bûn, henekçî bû. Di nav zarokên min de jî cihê wî cuda bû. Ji hevalên xwe û derdora xwe hez dikir.” Aksoy bibîrxist ku lawê wê ji ber zilma lê hatiye kirin beşdarî PKK’ê bû û wiha domand: “Dema zarok bû polîsan lê dixist di erdê re dikişand. Îşkence lê dikirin. Nîşanî me jî nedida. 15 salî bû ew bi çiyan xistin. Dewleta romê ew bi çola xist. Carekê kete binçavan 15 salî bû 12 sal ceza jê re dixwastin. Wan kurê min bi çolê xist. Ser malên me de digirtin digotin here kurê xwe bîne. Min jî digot we wî şandiye, we ne şandibûya kurê min nediçû. Ji ber vê zilma dibînin berê xwe didin çolê. Zarokê dergûşê yê ku van hestiyan bibîne nema bisekine û wê li dijî dewletê be.” 
 
‘NAVÊ MIN EGÎD BE EZ Ê RABIM’
 
Aksoy anî ziman ku piştî 14 salan li ber zilm û zordariya li wan dihat kirin ji Stenbolê bar kirin hatin Amedê û got: “Li dibistanê jî ji ber navê lawê min jê hez nedikirin. Min jê re digot Egîd rûnê li mala xwe. Digot ‘dayê navê mirov Egîd be û mirov rûne ne şerm e. Navê min Egîd e wê demê ez ê rabim.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç – Ayşe Surme 
 

Sernavên din

12/04/2020
09:05 Li Qersê 'Kampanyaya Xwişk û Bira': 23 malbat gihan xwişk û birayê xwe
09:01 Guven: Kesên ji xwe re dibêjin 'ez mirov im' vî tiştî nakin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2020'AN
08:35 Li cîhanê Covît-19: 106 Hezar û 347 kes mirin
07:56 Meclîsê 30 xalên qanûna înfazê qebûl kir
07:46 Sabrî Kaya cara 3'emin rakirin nexweşxaneyê
11/04/2020
20:47 Li Tirkiyeyê di mehekê de 1101 kes bi vîrûsê mirin
19:05 'Îqtîdar vîrûsê belav dike'
18:22 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Jin dê vî wêne ji bîr nekin
18:10 Meclisa Îştarê Uweyş Ocalan bi bîr anîn
17:04 Malbatên rojnamegerên girtî: Bila rojnamegerên girtî bêne berdan
16:48 4 hezar û 357 kes li Îranê bi vîrûsê mirin
16:25 Li ber qereqolê dar qetil kirin
16:08 Wekîlê AKP’î di kargoyê de cenaze şandin parast
16:05 Karabat ê CHP’î: Îzolasyona mehekî di du saetan de hat tunekirin
16:04 Bila Fatma Tokmak serbest bê berdan
15:46 Xizmên windayan pirsa faîlên Abdussamet Çîçek kirin
15:35 'Li ser doşekekê 3 girtî radizên'
15:26 Li Amedê 2 kes bi vîrûsa corona mirin
15:25 Dayikên Şemiyê: Em gorên zarokên xwe dixwazin
14:37 Welatiyê ji nexweşxaneyê şandin malê, qeyrana dil derbas kir û mir
14:31 Mesafeya civakî di 2 saetan de tine kirin
14:15 Dermangerek ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:29 'Girtiyê nexweş Adem Amaç ê enfeksiyon girt berdin’
13:28 ÎHD: Îlankirina qedexeyê ya 2 saet beriya destpêka qedexeyê nayê qebûlkirin
13:27 Li Berwariyê kesek testa pozîtîf pê re derket jiyana xwe ji dest da
13:05 HDP'ê cenazeyê Îpek ê bi PTT’ê hat şandin, bir rojeva Meclîsê
12:55 Nûnerên sendîkayan: Qedexeya du rojî ji bo kara patronan e
12:39 Baroya Stenbolê: Jin êdî bi baweriya dê neyên cezakirin serlêdan nakin
12:31 Rejîma Îranê girtiyê kurd Selîmî bi darve kir
12:14 Bertekên li dijî cenazeyê bi PTT’ê hat şandin: Kiryarek wiha li ser rûyê erdê nehatiye dîtin
11:23 Ji Stenbolê bertek: Bi vê qedexeya ji nişkeve me şandin mirinê
11:16 Li Hevşaredara Wanê doza Hevserokatiyê vekirin
10:56 ‘Name nîn im, Stranek im…’
10:55 Temel: Ambargoya li Maxmûrê şerme, divê bê rakirin
10:45 Rêxistinên rojnamegeran: Îqtîdar dibêje 'Yên ji min bila bijî, yên ne ji min bila nejîn
09:55 Malbatên gritiyan: Heqareta li girtiyên siyasî tê kirin qebûl nekin
09:31 Dayika Egît Îpek: Em ne li benda vê hovîtiyê bûn
09:30 Tevnên piştevaniyê yên li Stenbolê mezin dibin
09:10 Li Girtîgeha Şakranê testa 2 bijîşkan pozîtîf derketiye: Maske û lepikan nadin girtiyan!
09:05 MEBYA-DER: Şandina cenaze ya bi PTT'ê dijminantiya li dijî Kurdan e
09:03 Derûnînasên Mezopomyayê: Di rojên li malê de Lîstikên xwe hînî zarokên xwe bikin
09:03 Karkerên li Quweytê hatin şixulandin dawa heqê xwe dikin
09:03 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Hê bêtir wijdanan xwînî nekin
09:01 Endamê Meclîsa ÎSÎG'ê Guven: Karker divê mafê xwe bi kar bînin û dev ji hilberînê berdin
09:00 Kesên bêtemînat dişixulin li benda tevdîrine aborî ne
09:00 Di pêşnûmaya qanûna înfazê de cezayê zarokên girtî tê zêdekirin
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2020'AN
10/04/2020
22:34 Qedexeya hevdîtinên li girtîgehan heya 30'yê Nîsanê hatin taloqkirin
22:06 Wezareta Karên Navxweyî li 31 bajaran qedexeya derketina derve îlan kir
19:57 Li Tirkiyeyê 98 kesên din jî ji ber Covîd-19'yê mirin
19:24 Cenazeyê Agît Îpekê ku bi PTT'ê re hatibû şandin hat definkirin
18:02 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:37 OHD û MED TUHAD FED’ê giliyê îşkenceyê kirin
16:36 TUAY-DER: Cudakariyê nexin navbera girtiyan
16:16 Cenaze piştî 3 salan bi rêya PTT'ê ji malbatê re şandin
15:50 Li Amedê li şûna nexweşxanê, li malan mirovan derman dikin
15:33 Karkerê madenê li Soma di bin hezanê de mir
15:20 HDP'a Mêrdînê banga kampanya Malbatên Xwişk û Bira kir
15:08 2 taxên Wanê xistin qarantînayê
15:04 Guzel pêşniyazpirsa ‘cihên bi ewle’ pêşkêşî wezîr Zehra Selçûk kir
14:53 Ketin û derketin Basa ji ber vîrûsa korona hat astengkirin
14:34 Vîrûsê pergala cîhanê ya tenduristiyê têk bir
14:22 Li Îranê 122 kesên din ji ber vîrûsê mirin
13:52 Zaroka di bin malzemeyên înşatê de ma jiyana xwe ji dest da
13:40 Ji 53 kesên tev li şer bûn re 167 hezar tl cezayê ‘mesafeya civakî' birîn
13:39 Ji Wezîrê Dadê pirsa ‘gelo wê tecrit dewam bike?’ pirsî
13:21 3 gundên din ên Mêrdînê xistin qarantînayê
13:08 Li Cîhanê Covît-19: Zêdeyî 95 hezarî kes bi vîrûsê mirin
12:42 Operasyona eskerî ya li Licê bi dawî bû
12:34 ATO: Çima kontrola testên xebatkarên tenduristiyê hat rawestandin?
12:29 Bîranîna 10'ê Cotmehê dê li ser medya civakî kirin
12:07 Kesê mir testa wî negatîf, a hevjîn û keça wî jî pozîtîf derketin
12:02 Gunay: Em bi hevre rê li pêş zagona mirinê bigirin
11:59 Emniyetê ji malbatê re gotiye: Bûyerê mezin û belav nekin
11:25 Bûldan: Divê gavên şênber bên avêtin
11:13 Li Girtîgeha Rihayê lêgerîn heye, lê cîhaza agirê laş dipîve tune
10:47 Durmuş: Em ne bi çekan, bi piştevaniyê dikarin şewba corona têk bibin
10:20 Hasîp Kaplan: Îqtidarê dixwaze cezayê muxalifan hîn bêtir zêde bike
10:05 Prof. Dr. Hamzaoglû: Pergala tenduristiyê têk çûye
10:01 Hevserokê HDP’ê Ceylan: Me 3 hezar malbat diyar kirin
10:00 Bavê ku 4 zarokên wî girtî: Girtîgehan bikin nexweşxane
09:46 10 xalên zagona înfazê hatin qebûlkirin
09:01 Girtiyên nîşaneyên vîrûsa coronayê bi wan re hene nebirine nexweşxaneyê!
09:01 Ev gund xwe bi xwe tevdîrên xwe girtine
09:01 Ozdag: Heya qezenca zêde neyê dezgînkirin wê dermanê Covîd-19'yê neyê dîtin
09:01 Esnafên Stenbolê: Hikûmet li bendê ye em çareyekê bibînin!
09:01 Bertek nîşanî biryara çêkirina fabrîkeya plastîkan dan
09:01 Pasajên li Rihayê ji ber koronayê li ber girtinê ne
09:00 ‘Niha dem dema mezinkirina piştevaniyê ye’
09:00 Bi helandina berfê re girên çopê derketin holê
09:00 Li Stenbolê di 20 dermanxaneyan de Covîd-19 hatiye tespîtkirin
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2020'AN
09/04/2020
19:45 Li Tirkiyeyê 96 kesên din jî mirin: Hejmara miriyan bi giştî bû 908
18:38 Berpirsiyarê DAIŞ'ê yê Tirkiyeyê Ebu Hanzala disa hat girtin
18:09 SES: Li Enqereyê di rojekê de 9 kedkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
17:57 Rêxistina Efûya Navneteweyî: Herî kêm 35 girtî li Îranê hatin kuştin
16:25 Testa girtiyê hat îdîakirin întîhar kiriye negatîf derket
15:49 Baroya Êlihê: Li girtiyan xistin
14:58 Li Amedê tedawiya 171 nexwşin vîrûsê didome