Ji hevalan re digot ‘Min bi ken vebêjin'

  • rojane
  • 10:17 7 Nîsan 2020
  • |
img
STENBOL - Endama Koma Grûp Yorum Hêlîn Bolek a 28 salî ku ji bo zextên li ser komê şermezar bike ket rojiya mirinê û di roja 288’an de jiyana xwe ji dest da, beriya ku jiyana xwe ji dest dibe ji hevalên xwe re digot "Min bi ken bînin ziman."  
 
Endama Koma Grûp Yorum Hêlîn Bolek di sala 1992’an de li Amedê ji dayik bû. Xwendina xwe li Amedê qedand. Di sala 2009'an de Zaningeha Çanakkale beşa Maliyê xelas kir. Dema li zanîngehê bû tev li gelek konserên Grup Yorum bû di sala 2013'an de ket nava xebaten Grup Yorum  û bû endamê komê. Piştî zanîngehna wê xelas bû li Stenbolê bi cih bû û li Navenda Çandê ya Îdîl a Okmeydanî xebatên xwe yên komê berdewam kir. Lê ji ber ku her dem konserên wan û xebaten wan ên mûzîkê hatin qedexekirin tev li hindik konseran bû û derket ser dike. 
 
DI SALA 2016’AN DE HAT GIRTIN
 
Bolek, di 18'ê Mijdara 2016’an de dema polisan bi ser Navenda Çandê ya îdilê de girt hat binçavkirin û di 23'ê mijdarê de hat girtin. Bolek li dadgehê ligel endamên komê Alî Aracı, înan Altın, Selma Altin, Sultan Gokçek, Firat Kil, Dilan Poyraz û Abdullah Ozgun hatin girtin. 
 
BOLEK LI GIRTÎGEHÊ DEST BI GREVÊ KIR
 
Bolek ku li Girtîgeha Tîma M a Gebzeyê girtî bû, piştî zêdeyî 3 salan girtî ma, di 20'ê Gulana 2019’an de li gel hevalên xwe Îbrahim Gokçek ji bo ku hevalên wan serbest bêne berdan û zexên li ser xebatên komê bi dawî bibin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Bolek ji bo zextên li ser xebatên Navenda Çandê ya Îdilê bi dawî bibin û serbest konseran bidin dest bi çalakiyê kir. Bolek di roja 152’an a çalakiyê de serbest hat berdan. Bolek, li Mala Berxwedanê ya Sariyerê biryar da ku çalakiya xwe berdewam bike. Di 20'ê Çileya 2020'an de çalakiya grevê derbasî rojiya mirinê kir. 
 
GOKÇEK JÎ DI ROJA 251'AN A ÇALAKIYÊ DE HAT BERDAN
 
Endamê koma Grup Yorum Îbrahîm Gokçek jî ku li Girtîgeha Hêjmar 9 a Silivriyê ketibû greva birçîbûnê, di roja 251’an a çalakiyê de serbest hat berdan. Îbrahîm Gokçek jî wekî Hêlîn Bolek  biryara berxwedanê da û li Mala Berxwedanê çalakiya xwe berdewam kir. Bolek di roportaja 4'ê Sibatê de got “Dema me biryara berxwedanê da em bi ser ketin. Ji ber ku ji destpêkê de xwestin Grup Yorum bêdeng bikin. Polîtîkaya bêdengiyê xistin meriyetê. Lê me bi vê çalakiya xwe ev polîtîkaya wan puç kir. Nikarin Grup Yorum bêdeng bikin. Bêdengkirina Grûp Yorum ne pêkan e." 
 
TEDAWÎ QEBÛL NEKIRIN
 
Piştî rewşa Bolek û Gokçek giran bû di 10'ê Adarê de bi serdegirtina polîsan ew bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Umraniye Nêzî 10 rojan li vê nexweşxaneyê hatin rawestandin. Xwestin bi zorê mudaxaleyî Gokçek û Bolek bikin. Lê qebûl nekirin. Lê piştî bertekên raya giştî û helwesta çalakgeran Bolek û Gokçek dîsa ji nexweşxaneyê derxistin. Pişt re dîsa li Mala Berxwedanê ya li Sariyerê çalakiya xwe berhdewam kirin. Bolek û Gokçek li vir çalakiya xwe berdewam kirin. Bolek di 3'ê Nîsanê de di roja 288’an a Rojiya Mirinê de jiyana xwe ji dest da. 
 
'MIN BI KEN VEBÊJIN' 
 
Endamê Koma Grup Yorum Seher Adiguzel, qala hevala xwe Helîn kir. Adiguzel, anî ziman ku Hêlîn xwedî mîzacekî pênenok bû û wiha got: "Her dim digot 'Bin bi ken vebêjin' Ji ber ve yekê êdî ne dema ku em ji bo wê şînê bigirin. Dem dema ku em têkoşîna wê mezin û bilind bikin e. Dema Helîn çavê xwe li jiyanê girt, min dixwest wê hêz û şewqa di çavê wê de bibînim. Dema çû digot 'Ez diçim, lê bila kesên din neçin' Hêlîn hêj 28 salî bû. Jinek ciwan bû. Hunermendek endama Grup Yorum bû. Ji ber ku her dem konserên me hatin qedexekirin, hindik car tev li konseran bû. Li dijî van zext û astengiyan ket rojiya mirinê û piştî 288'an koç kir. Hêz û vîna wê pir xurt bû. 228 rojan li dijî mirinê li ber xwe da. Hêlîn ji bo her kesî ked dida û bi her kesî eleqeder dibû. Heta dawî bawer dikir ku mirov bêne guhertin. Ji bo konserên wan neyên qedexekirin dest bi çalakiyê kir. Ji bo ku di sala 2020'an de konser bide ket grevê û di oxira vê baweriya xwe de jiyana xwe ji dest da. " 
 
MA / Tolga Guney 
 
 
 
 

Sernavên din

07/04/2020
11:47 Piştî raperînê girtî hatine îşkencekirin!
11:46 Rapora Korkûtelî: Tê xwestin ku dosya bê girtin
11:20 Siyasetmedarê Kurd dest bi kampanya bi vîdeo dikin
11:09 Guhertina yasaya înfazê ku wek ‘newekhev’ tê dîtin îro li Meclîsê tê nirxandin
11:08 Reşîd Ebdulkerîm El-Enesî: Bankayên cîhanê nikarin xwe li pêş vîrûsê ragirin
10:27 ‘Demildest girtiyan berdin'
10:27 Hevjîna rojnameger Azîz Orûç: Tu bergirî nehatine girtin
10:19 ‘Jin li Sêrtê ne bi tenê ne'
10:18 SES ‘komîteyên şewbê’ ava dike
10:17 Ji hevalan re digot ‘Min bi ken vebêjin'
09:23 Dr. Zorlu Gunok: AKP’ê berpirsyariyê xwe daye ser milê gel
09:03 Gulum: Pêşî jiyanê esas bigirin
09:02 Li Amedê malên starbûnê yên jinan serlêdanên xwe dan sekinandin
09:02 Xizmên girtiyan: Dev ji vê qanûna newekhev berdin
09:01 Wê kî hesabê mirinê bide?
09:01 'Karkerên çandiniyê neyê parastin, wê ewlehiya zexîreyî jî bi xetereyê re rû bi rû bimîne'
09:01 Erdem: Tu ferqa guhertina vê înfazê ji darvekirinê nîne
09:00 ‘Bi guhertina yasaya înfazê bi hezaran girtiyên siyasî terkî mirinê hatin kirin’
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2020'AN
08:36 Li 3 gundên Kerboranê qedexeya derketina kolanan
08:30 Li Cîhanê Covid-19: Kesên bi şewba vîrûsê ketin 1 milyon û 300 hezar derbas kir
06/04/2020
20:16 Li Tirkiyeyê rewşa dawî ya Covîd-19'yê: Hejmara kesên mirin bû 649
17:35 11 partiyên siyasî: Em bang dikin ku dengê edaletê bilind bikin
16:29 148 welatî li Amedê ji ber şewba vîrûsê têne dermankirin
16:21 Karkerê bi vîrûsê ket nexistin karantînayê
16:07 Hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin dê piştevaniya 10 malbatan bikin
16:04 Zêdetirî 100 hezar mirovî bi daxwaza alikariyê serî li ÎBB’yê dan
15:58 Çerkezoglu bang li hikûmetê kir. Kar rawestînin
15:55 Rêxistinên civaka sivîl ên Amedê: Em di yasayê de wekheviyê dixwazin
15:22 Medreseya Sor careke din kirin restorasyonê
14:48 ATO: Nexweşxaneyên me yên hatin girtin vekin!
14:35 ‘Rêbaza hilbijartinê baş e lê ji bo vîna kurdan qeyûm tê tayînkirin’
14:15 Li ser Sûrên Amedê hewldana întiharê
14:00 Li Farqînê bi hoparlorên mizgeftê hêjmara nexweşên şewbê aşkere kirin
13:46 Li dijî tundiyê daxwaza ‘plana çalakiya lezgîn’
13:26 HDP’ê li dijî guhertina zagona înfazê şerh danî: Dê xizmeta aştiya civakê neke
13:25 Ji Kongreya Înşaya Dersimê kampanya piştevaniyê
13:05 Li Dersimê Kampanya Malbatê ya Xwişk û Bira dest pê kir
12:45 Qeyûm zimanzan Zana Farqînî ji kar derxist
12:32 ‘Divê ji bo kedkarên PTT’ê bi lezgînî bergirî bên girtin’
12:20 Midûrê Tenduristiyê yê Sêrtê bi şewba vîrûsê ket
12:17 ÎSÎG: 14 karker ji koronayê bi giştî 113 karker jiyana xwe ji dest dan
11:57 'Girtî ligel rapora 'Nikare li girîgehê bimîne' çima nayê berdan?'
11:38 Li Rihayê 3 kes bi vîrûsa corona mirin
11:28 Xwebûn derbasî weşana dîjîtal bû
11:11 Uca: Divê girtiyên siyasî bi lez bêne berdan
10:47 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bergiriyan pêşî li Kovîd-19'ê girt
10:40 Li Amedê heta niha tenê 400 test hatine kirin
10:12 Piştî serhildanê agahiyên durist nedan xizmên girtiyan
10:11 Parzemîna herî xizan a cîhanê Efrîqa û rojên vîrûsa corona
09:33 Li Sêrtê 5 gundên din jî xistin karantînayê
09:11 Bi karkerên înşaetê teahûdnameya ‘vîrûsa korona’ îmze dikin!
09:10 Qeyûm di firotina malê neguhêzbar ê şaredariyê de bi israre!
09:09 Rêvebera CÎSST'ê Korkut: Efoya giştî bi lez mecbûrî ye
09:08 Odeya Tabîban a Îzmirê: Daneyên me û wazeretê li hev nayên
09:08 Serokê Baroya Stenbolê: Yên mirov kuştine dê bêne berdan
09:06 Tanrikulu: Ev guhertin dê sibê pirsgirêkên mezintir bi xwe re bîne
09:03 Karker ji ekîpmanên parastinê sûdê nagirin
09:01 SES: Xizmetkarên tenturistiyê terkî mirinê dikin
09:00 ROJEVA 06'Ê NÎSANA 2020'AN
05/04/2020
21:30 73 kesên din bi vîrûsê mirin 3 hezar û 135 kes bi vîrûsê ketin
16:33 ÇHD: 2 parêzerên girtî dest bi rojiya mirinê kirin
16:13 Li Stewrê 4’ê Nîsanê pîroz kirin
15:48 Bûldan: Divê ji Îmraliyê dengekê, dîmenekê bigihînin civakê
15:24 Rapora OHD û Baroya Wanê: Girtî di bin rîskekî mezin de ne
14:52 Girtiyên li Êlihê sewqî Amedê kirin
14:37 Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê: Daxwaza me ya hevdîtinê nehat qebûlkirin
13:53 Îdîaya gardiyan li girtî xist
13:19 Îlham Ehmed ji civaka navneteweyî xwest ku ji bo agirbestê zorê li Tirkiyê bikin
12:53 Welatiyê bi têlên ceyrana ku DEDAŞ’ê tamîr nekiriye ve zeliqî mir
12:43 Zarokên dibin xirbeyên xaniyê hilweşiyayî de mirin hatin definkirin
12:11 Lijneya Navendî ya HDP'ê kampanya Xwişk û Bira ya malbatan didin destpêkirin
11:42 93 dermanên din xistin lîsteya paşve dayînê
11:42 Wezire Tenduristiyê: Heta em îzole nekin emê nikaribin kontrol bikin
11:31 Prof. Akkûrt hişyar kir: Rûpoşên nano dibe ku bibin sedema pençeşêrê
11:23 Canê xizmetkarên setên rêzefîlman dixin hedefa vîrûsê
10:43 MED TUHAD-FED: Dengê xwe bilind bikin
10:26 Gergerlîoglu: Zagona înfazê ne li gorî heq e
10:14 Rojnamegerên li qadan bi şewbê re rû bi rû ne
10:00 ‘Qanûna înfazê îhlalkirina rêgeza wekheviyê ye’
10:00 Prof. Dr. Pinar Okyay: Ger tedbîr zêde neyê girtin dê vîrûs pir zêde bibe
09:24 Hiqûqnas Alataş: Pergala edaletê ya dewletê bi giştî îflas kiriye
09:07 Omer Ocalan: Di bingeha dewletê de dijminatiya ji bo kurdan heye
09:07 'Wezîrê Tenduristiyê di navbera xebatkaran de cihêkariyê dike'
09:05 Serokê VOSÎAD'ê: Pakêtên piştgiriyê pir dûrî pêdiviyên jiyanê ne
09:05 Gel ketiye etra canê xwe, DEDAŞ jî ketiye etra qezencê
09:04 Tûran: Bêbesîretiya îqtidarê gel mehkûmî coronayê kir
09:02 Ocalan: Zanista Ekolojiyê dikare bibe hêza çareseriya îdeal a xwezaya civakî
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2020'AN
08:31 Li Çinarê mal hilweşiya: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
04/04/2020
22:55 Xizmên girtiyan hê jî li ber girtîgehê ne
22:15 Daxuyaniya HDP'ê ya der barê îsyana Girtîgeha Êlihê de
21:49 Baroya Êlihê: Mudaxileyî qawîşan hatiye kirin, kes nemiriye
21:37 Gundê Elpelûrê rojbûna Ocalan pîroz kir
20:28 Li Tirkiyeyê hejmara kesên mirin bû 501
19:46 'Li Girtîgeha Êlihê girtiyan îsyan kirin'
17:43 Ji Amara bang kir: Ocalan êdî di dilê gelê Rojhilat de ye
17:01 Aqûbeta Sabahattîn Alî pîrsîn
16:42 Hatimogullari ya HDP'î tundiya li diji jinê ji wezîr pirsî
16:22 ÎHD: Dixwazin kujerên Elçî bi cezayên hindik xelat bikin