EDENE – Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Ceyhanê Mehmet Karakiş, tekildarî betalkirina mazbataya şaredarê Ceyhanê û pêkanîna hilbijartinê ya ji bo şûna şaredar nirxand û diyar kir ku lidarxistina hilbijartinê rêbazeke baş e.
Saziya Bilind a Hilbijartinê, di 26’ê adarê de mazbataya Şaredarê Ceyhanê Kadîr Aydar betal kiribû. Piştî vê yekê di 5’ê nîsanê de ji bo şûna Kadîr Aydar ji aliyê Meclisa Şaredariya Ceyhanê ve hilbijartin hatibû lidarxistin û endama meclisê ya CHP’î Hulya Erdem weke şaredar hatibû hilbijartin. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Ceyhanê Mehmet Karakiş, betalkirina mazbataya şaredarê Ceyhanê û pêkanîna hilbijartinê ya ji bo şûna wî nirxand. Hevserok Karakiş, diyar kir ku lidarxistina hilbijartinê rêbazeke baş e lê dema ku mijar dibe vîna kurdan li şûna vê rêbazê qeyûm tê tayînkirin.