ENQERE - HDP'ê rewşa 3 girtiyên li Girtîgeha Tîpa R a Metrisê di heman qawîşê de dimînin û ligel rapora "Nikarin li girîgehê bimîne" anî rojeva meclîsê û pirsa "Ligel rapora wan heye 3 girtî çima nayên berdan?" pirsin û xwest girtî serbest bêne berdan.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Şevîn Coşkun, der barê 3 girtiyên li Girtîgeha Tîpa R a Metrisê dimînin pirsname da meclîsê. Coşkun, diyar kir ku girtiyê 32 salî Ergin Aktaş ê destê wî tune, Serdal Yildirim ê ji sedî 98 astengdar û Abdullah Turan ê ji navê û jêr de felç e li gel rapora ATK'ê ya "Nikarin li girtîgehê bimînin" dîsa nayên berdan. Coşkun, rewşa 3 girtiyan anî rojeva meclîsê û ji bo Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul bibersivîne pirsname da meclîsê.
Coşkun, ev pirs ji Wezîr Gul pirsîn:
“* Li girtigehê tedbîrên li dijî vîrûsa corona çine?
* Engin Aktaş ê 32 salî ku du destê wî tune, li gel rapora ATK’ê çima nayê berdan?
* Serdar Yildirim ku ji sedî 98 felç e çawa ji bo civakê talûkeyê pêş dixe?
* Abdullah Turan ê felç li gel rapora ATK'ê çima li girtîgehê girtî dihêlin?
* Çend girtî li gel ku Saziya Tipa Edlî (ATK) rapor daye wan û hêj nehatine berdan hene?
* Sedema israra girtina girtiyên nexweş çiye?