‘Qanuna înfazê înfazkirina kurdan e’

  • rojane
  • 09:29 4 Nîsan 2020
  • |
img

AMED - Endama Lijneya Rêveberiya DTO’yê Dr Elîf Turan diyar kir ku mafê jiyanê pîroz e û ji bo girtî serbest bêne berdan xwest herkes tişta ji destê wan bê bike. Sekreterê Lijneya Kordînasyona TMMOB’ê yê bajar ê Amedê Dogan Hatûn jî destnîşan kir ku dervehiştina girtiyan a qanûna înfazê înfazkirina kurdan e.

Bi vîrûsa coronayê roj bi roj mirin û nexweş zêde dibin. Li Tirkiyê heta niha 425 kes bi virûsê mirin û 20 hezar û 921 kes jî bi şewba vîrûsê ketin. Yek ji cihê li dijî vêrûsa corona bê parastin û vîrûs karibe tesîrê li ser bike girtîgeh in. Gelek welatan ji ber nexweşiya vîrûsa coronayê deriyê girtîgehan vekirin lê hêj Tirkiyê nevekirine û qanûnê ku derdixe jî cudakariyê dixe navbera girtiyan. Ji ber vê yekê bi pêşengiya MED TUHAD-FED'ê, 39 sazî û rêxistinên civakî û partiyên siyasî ji bo di înfazê de rêgeza wekheviyê pêk bê bi sernavê "Em di înfazê de wekheviyê dixwazin, ji bo her kesî edaleta wekhev" kampanya dabûn destpekirin. Kampanya niha bi tevlêbûna 63 saziyan berdewam dike. Hin rêxistinên ku di nava kampanyaya îmzeyê de cih digirin Odeya Tabîban a Amedê (DTO) û Lijneya Koordînasyonê ya TMMOB a Amedê ye.
 
Rêvebera DTO’yê Dr Elîf Tûran diyar kir ku mafê herkesan yê jiyanê û xwe gihandina tenduristiyê heye û wiha got: “Ji bo ku mafê jiyanê û xwe gihandina tenduristiyê yê girtiyan di bin temînata dewletên hiqûqê de ye parastina van mafan jî di bin berpirsyartiya dewletan de ye. Ji ber vê yekê divê kesên berpirsyar ji bo girtiyan tedbîran bigirin. Li gor daneyên Wezareta Edaletê li girtîgehan nêzî 66 hezar girtî li ser kapasîteyê dimînin. Ev jî dibe sebebê nebaşiya şertên fizîkî û rê li ber îhlalên mafan vedike. Hejmara zêde ya girtiyan di pêşiya îzolasyonê de asteng e. Vîrus bi riya bêhn û nefesê belav dibe. Bi temasa nêzîk gelek rehet belav dibe. Qelebalixbûna girtîgehan mixabin dibe sedemê temasê. Di vê rewşê dema kesek nexweş bû derfetên derketina revîrê jî dê kêm be, ev jî astengkirina mafê tenduristiyê ye. Ji ber van sedeman me ev kampanya da dest pê kirin.”
 
‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ SERBEST BÊNE BERDAN’
 
Turan, da zanîn ku ji ber ku temasa xebatkarên girtîgehê jî bi derve re heye gardiyanek bi nexweşiyê bikeve dikare li hemû girtiya belav bike û wiha got: “Heke tedbîr neyên girtin dê ev vîrûs li girtîgehan belav bibe. Dê bibe sedemê nexweşbûna girtiyan. Divê xebatkarên ku bi girtiyan re dikevin temasê tedbîrên parastinê bigirin. Ji bo ku pergala bexşandinê ya girtiye xurt be divê li gor wê xwarinan û vîtamînan bidin. Malzemeyên paqijiyê divê bê pere bidin girtiyan. Divê cil û firaq makîneyan de werin şuştin. Nexweşî ne be jî divê ev tişt bên kirin.” Turan, xwest ku destpêkê girtiyên nexweş, ên 60 salî mezintir, ên nexweşiyên wan ên kronîk heyî, jinên ducanî û yên zarokên wan heyî serbest werin berdan.
 
‘JI BO MAFÊ JIYANÊ LI KAMPANYAYÊ XWEDÎ DERKEVIN’
 
Turan, destnîşan kir ku ji bo kampanyaya îmzeyê berfireh bikin armanca wan bi riya medya civakî, nivîskî û dîtbarî xwe bigihînin raya giştî ya netewî û navnetewî ye û got: “Ji ber giringiya kampanyayê piştevaniyê ji raya giştî dixwazin.” Turan, anî ziman ku vîrûsa coronayê di heman astê de bandorê li hemû girtiya dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirov çi sûc kiri be, cezayê wî çi bibe jî di vê rewşê de gotubehs mafê jiyanê yê mirovan e, ez weke hekîmekê dibêjim mafê mirovan pîroz e. Ji ber vê yekê kesên ku mafên mirovan diparêzin hêj ev qanûn nebûyî sebebê windabûna mirovan tişta ku ji destê wan tê divê bikin. Kesên ku jiyanê diparêzin vedîxwînin ku kampanyaya me xwedî derkevin.”
 
‘ÇARESERÎ BERDANA GIRTIYAN E’
 
Turan, bilêv kir ku ji ber nêrînên xwe yên siyasî derve hiştina vê qanûnê ya mirovan nayê qebûl kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê di çarçoveya nirxên mirovî, hiqûqa netewî û navnetewî de qanûneke înfazê ya adilane were derxistin. Çareserî serbest berdana girtiyane. Mixabin nexweşî gelek xweş belav dibe, heke sererastkirineke ku jiyana mirovan esas digire neyê kirin dê mirin çêbin. Ji ber vê yekê qanûna înfazê ya ku di rojevê de divê rêgeze wekheviyê berçav were girtin û demildest bikin qanûn.”
 
‘GIRTIYA TERKÎ MIRINÊ NEKIN’
 
Sekreterê Lijneya Kordînasyona TMMOB’ê yê bajar ê Amedê Dogan Hatûn jî diyar kir ku ji bo mafê jiyanê ji insafa desthilatdariyê re nehêlin berpirsyartiya wan a mirovî, ehlakî û wijdanî ye û wiha got: “Ji ber pratîkên hikumetê yên berê bi fikara gav neavêtina hikumetê û ji bo ji dengê girtiyan re bibin deng û wan terkî mirinê nekin me kampanya da dest pê kirin.”
 
‘KESÊN XWEDÎ WÎJDAN BERPIRSYARTIYÊ BIGIRIN’
 
Dogan, da zanîn ku kampanyaya xwe bi asta herî roj rêxistin dikin û wiha axivî: “Niha medya civakî bi awayekî çalak bikartînin. Bi avakirina komên whatsapp’ê li hemû bajaran xebatê dimeşînin. Em bang li kesên xwedî wicdan dikin. Bi awayekî bê parastin li ber çavan mirovan ji mirinê re terk kirin divê berpirsyartiya ehlakî û wicdanî bide lêkolîn kirin. Kesên xwedî wicdan ji bo kesên parastina wan neyÎ berpirsyartiyê digirin.”
 
‘DERVE HIŞTINA GIRTIYÊN SIYASÎ DIJMANATIYA KURDAN E’
 
Dogan, dest nîşan kir ku li gelek welatên cîhanê ji ber vîrusa coronayê bê cudatî girtîgehan vala dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tenê li Tirkiyê polîtîkayên hikumetê li gor berjewendiyên xwe ne. Girtiyên siyasî yên Tirkiyê zêdetir kurd in. Derve hiştina vê qanûnê ya girtiyên siyasî ji dijminatiya kurdan zêdetir tiştekê nayê bîra mirov. Hemû dinya bi vîrusê re têdikoşe ku dê çawa bi mirineke kêm kontrol bikim, Tirkiye jî di derdê ka dê çend kurd bimirin de ye. Ji ber vê yekê ye ku qanûna înfazê ya ji înfaz kirina kurdan zêdetir tişteke din nîne û nayê qebûl kirin. Divê derhal girtiyên siyasî serbest bên berdan. Bi awayekî wekhev û adilane divê hemû girtî serbest werin berdan.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Ayşe Surme 
 

Sernavên din

04/04/2020
21:37 Gundê Elpelûrê rojbûna Ocalan pîroz kir
20:28 Li Tirkiyeyê hejmara kesên mirin bû 501
19:46 'Li Girtîgeha Êlihê girtiyan îsyan kirin'
17:43 Ji Amara bang kir: Ocalan êdî di dilê gelê Rojhilat de ye
17:01 Aqûbeta Sabahattîn Alî pîrsîn
16:42 Hatimogullari ya HDP'î tundiya li diji jinê ji wezîr pirsî
16:22 ÎHD: Dixwazin kujerên Elçî bi cezayên hindik xelat bikin
16:18 MSD’ê Komîteya Şopandina Dosyaya Girtî û Revandiyan ava kir
16:00 Cenazeyê Bolek di bin zextên polîsan de definkirin
15:58 KCD: Bila hevdîtina malbat û parêzeran a bi Ocalan re pêk bê
15:46 Li Şehbayê ji bo Rojbûna Ocalan dar çandin
15:32 Çalakiya Rûniştina F: Bila Kaya yê nexweş bê berdan
15:29 Girtiyê nexweşê KOAH li dijî vîrûsê nayê parastin!
15:10 Ciwanên HDP'ê 4'ê Nîsanê Şirnexê pîroz kirin
15:05 Dadgehê ji serlêdana Yuksekdag re “delîla şênber” nedît
14:50 Li Amedê 2 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
14:27 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Talat Turkoglû pirsîn
13:55 Xizmên windayan: Ji bo pêkanîna edaletê divê heqîqet derkeve holê
13:40 Li Erxenî gundek xistin qerantînayê
13:33 Polisan merasîma cenazeyê Helîn Bolek asteng kir
13:23 AKPM bang li Tirkiyê kir: Di guhertina înfazê de dawî li cudakariyê bînin
13:16 Bermahiyên nexweşxaneyên taybet talûkeyê belav dikin
13:08 DAD: Berpirsê mirina Bolek desthilatdariye
12:37 Li Mahabadê û Mexmûrê, dar şitil û gul çandin
12:23 HDK’ê ji malbata Hêlîn Bolek re sersaxî xwest
12:06 Kaçmaz: Nedaxilkirina girtiyên siyasî hewldana kuştinê ye
12:01 Zagona înfazê li Komîsyona Edaletê hat qebûlkirin: Girtiyên siyasî li dervê zagonê hiştin
11:46 Wesayîta revand nehat lêpirsin, lê Alataş 3 meh şûnde daliqandî hat dîtin
11:02 MED TUHAD-FED: Divê tecrîd bişkê, Ocalan azad bibe
10:46 Epozdemîr: Bêyî ku guhertina yasayê were nîqaşkirin divê girtîgeh bên valakirin
10:45 Ji çopê mirov nikare nêzî Gola Wanê bibe
10:14 Parêzerê Ocalan: Qanalên hevdîtinê bên vekirin dê pirsgirêkê çareser bike
10:03 Xebatkarên tenduristiyê: Hevalên me yên ji bo mêjandina zarokên xwe li destûrê bûn jî niha dixebitin
09:29 ‘Qanuna înfazê înfazkirina kurdan e’
09:27 ‘Ev pêşnûme wê ji pêvajoya heyî re nebe bersiv’
09:27 Sarisaç: Girtiyên siyasî terkî mirinê tên kirin
09:26 Kiliç: Werin em li dijî newekheviyê jiyanê biparêzin
09:26 ‘Pêşnûmeya înfazê, di asta fermana mirinê dayînê de ye’
09:24 ‘Heke tiştek bê serê zarokên me berpirsyar dewlet e’
09:24 'Di qanûna înfazê de ji bo pêşîlêgirtina cinayetên jinan tu guherînek tuneye'
09:23 Şewba coronayê û rewşa zarokên di girtîgehan de
09:22 Hatîmogûllari: Kampanyayeke nelêritiyê ya nû ye
09:21 ‘Nepêkanîna qanûna 6284'an jiyana jinan bêtir ber bi xetereyê ve dişîne'
09:18 Qeyûm guh neda giştînameya serokomariyê, ji meaşê karkeran birî
09:16 Tevdîra girtîgehê: Mehê lepikek û maskeyek
09:00 ROJEVA 04'E NÎSANA 2020'AN
03/04/2020
19:49 Koca: Hejmara kesên ji ber Covîd-19 mirin bû 425
17:00 'Li Mexmûrê hewcedarî bi amûrên tenduristiyê heye'
16:47 Girtiyê nexweşê giran Kaya cardin şandin girtîgehê
16:09 KCD û TJA’yê ji bo Helîn Bolek daxuyanî dan
16:02 Dadgeh hewl dide dosya doza Elçi neqlî bajarekî din bike
15:39 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:32 Hevserokên HDP'ê: Gunehê van windayan di stuyê îqtîdarê de ye
15:19 Amara di bin dorpêça eskeran de ye
15:02 Bajarê ku wezîr got 'Mirin tune': 3 welatî mirin
14:47 Bijîşkekî din jî ji vîrûsê jiyana xwe ji dest da
14:39 Îdîanameya kuştina Elçî hat qebûlkirin
14:11 Odeya Tabîban a Îzmîrê: Divê hekîm li cihê kal baldar bin
12:55 Gunay: Wekheviya di înfazê de ne qencî ye, mafekî qanûnî ye
12:50 Endama Grup Yorum Hêlîn Bolek a di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da
12:26 Ege TUHAY-DER: Li kawîşan 20 girtî dimînin
12:06 Avahiya şîrketa ceyranê ya Kolikê xistin qerantînayê
12:03 Zarokê 11 salî yê li Licê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
11:48 Li Amedê hejmara kesên testa wan a Covîd-19 pozîtîf derket zêde bûn
11:47 Li Amedê li dijî şewba koronayê torên piştevaniyê berfireh dibin
11:37 Li cîhanê 1 milyon û 16 hezar kes bi Covît-19 ketin û 53 hezar mirin
10:48 Coşkun: Divê erka kontrolkirinê ji destê dewletê bê derxistin
10:32 Piştî 5’ê Nîsanê tofanê dest pê kir
Onder: Zemîna Îmraliyê rêber e
09:45 Qeyûm 4 kesên ku bi nelirêtiyê tên sûcdarkirin cardin girtin kar
09:44 Jinên nikarin biçin kar ji bo debarê bang kirin
09:31 Serokê Giştî yê Haber-Senê: Pêdiviyên zêde li ser înternetê nexwazin
09:31 Qeyûm mala hevşaredar desteser kir!
09:26 Parêzer Şahîn: Divê bê niqaş hemû girtî bên berdan
09:25 'Teşxîs hemû di pergalê de wekî Covîd-19 nayên tomarkirin'
09:25 Karkerên înşeatan nikarin biçin bajarên xwe
09:24 Nexweşa nikare dermanê xwe bikire: Ma ez bimirim?
09:23 Serokê Odeya Bijîşkan a Kocaeliyê: Di qedexeya derketina derve de dereng man!
09:22 Dede: AKP di vê krîzê de keysperestiyê dike
09:21 Mala wî bi kamerayan dihat şopandin, dozgeriyê biryara neşopandinê da
09:21 Behsa bîranên xwe û Ocalan kir
09:19 Arîn a bavê xwe li girtîgehê nas kir: Ez wekheviyê dixwazim
09:18 Di heman qawîşê de sê girtiyên nexweş hene, wê çawa li xwe binêrin?
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2020'AN
02/04/2020
22:04 Li Êlihê şermezarkirina qeyûm
21:30 Rêyên ketin û derketina Semsûrê hatin qedexekirin
21:27 Li Wanê jineke 23 salî mirî hat dîtin
20:09 Koca: Hejmara testên pozîtîf derketine bû 18 hezar û 135, hejmara kesên mirine jî bû 356
16:55 ÎTO 2'emîn rapora Covit-19 aşkere kir: Nexweşxaneyên taybet ne amade ne
16:54 Polîsan xebatên Parlamentera HDP'ê ya li dijî vîrûsa koronayê asten kir
16:28 Li Farqînê keyayek û hevjîna xwe bi şewba vîrûsê ketin
16:01 Prof. Dr. Feriha Oz, bi şewba vîrûsa corona jiyana xwe ji dest da
15:25 ‘Em naxwazin windahiyên din bidin'
15:17 Ji welatiyan Selika Piştevaniyê
15:05 Li Amarayê dorpêça 4’ê Nîsanê: Ji Ocalan navnîşana wî hat pirsîn
14:46 Prof. Dr. Taşçioglû hat veşartin
14:45 Başaran: Berpirsiyarê kuştina jinên li mal îqtîdar e
14:13 Li Amedê serdanên goristanan hatin qedexekirin
13:34 Li Tirkiyê 335 tax, bajarok, gund û mezra di karantînayê de ne
12:56 Ji Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê rêyên serî derxistina bi vîrûsê
12:52 BES: Xebitandina kedkaran a di bin rîskê de rawestînin