Coşkun: Divê erka kontrolkirinê ji destê dewletê bê derxistin

  • rojane
  • 10:48 3 Nîsan 2020
  • |
img

ENQERE - Civaknas Dr. Mustafa Kemal Coşkun, diyar kir ku pêvajoya Covît-19 talûkeya "Girêdana bi dewletê ve" pêş dixe û xwest ji bo her kes bi serkeftî ji vê pêvajoyê rizgar bibin divê erka kontolkirinê ji destê dewletê bê derxistin. 

Li Tirkiyeyê her çend vîrûsa corona (Covid-19) li hemû bajaran belav bûbe û bi deh hezaran mirov bi vê şewba vîrûsê ketibe jî Wezîrê Tenduristiyê rojê carekê encama daneyan aşkere dike. Tenê hêjmara kesên bi şewbê ketine û bi şewba Covît-19 jiyana xwe ji dest dane aşkere dike. Lê li gorî daxuyaniyên xizmetkarên tenduristiyê ev hêjmar qat bi qat zêdetir e. Li aliyê din rayedarên dewletê li aliyekî banga "Li mal bimînin" dike, lê li aliyê din qedexeya derketina kolanan îlan nake û alîkariya civakî nade welatiyên xizan. Dîsa bi deh hezaran karkerên neçar in kar bikin wan dernaxin destûra bi heq. Tenê her carê pariyan davê pêşiya civakê û dixaze wan bi xwe ve girê bide. Filozof Slavoj Zizek, di dahûrandinên xwe de, ji bo çareseriya li dijî şewbê fikra “komunizmek kurevî” destnîşn dike. Nivîskar Giorgio Agamben jî diyar dike ku dewlet weşbê dike hincet û “halê îstisna" ava dike û bivê yekê dixwaze her kesî têxe kontrola  xwe û zextan li ser civakê zêde bike. Dîsa fîlozof Jean-Luc Nancy jî diyar dike ku pêdiviya dewletê ji halê îstisnayêtune û ji xwe îstîsna ji bo xwe kirine qûralek. 
 
Civaknas Dr. Mustafa Kemal Coşkun ê ji Fakulteya Erdnîgarî, Dîrok û Ziman a Zanîngeha Enqere hatiye îxrackirin, têkildarî rewşa ku şewba vîrûsê derxist holê û helwesta dewletan a li hemberî civakan ji Ajansa me Mezopotaya re axivî. Dr. Coşkun, diyar kir ku nakokiya navbera çînan bi vê şewba vîrûsê bêtir tê dîtin û dewlet bi vê yekê dixwaze bêtir serdestî û kontrolê zêde bike. 
 
'BÊYÎ TÊKOŞÎN DEWLETA DEMOKRATÎK PÊŞ NAKEVE' 
 
 
Coşkun, têkildarî fikra "Dê tu tişt êdî ne wekî berê be" nirxandin kir û wiha got: "Me ev gotin di serdema erdheja sala 1999'an de bihîstibû. Wê demê jî hatibû gotin ku 'Dê li Tirkiyeyê êdî tu tişt ne wekî berê be' Raste bêtir xera bû. Di sala 2001’an de qeyranê rû da. Li dijî quleyên DYA êrîş pêk hat. Piştî êrîşan Serokê DYA got 'Dê tu tişt ne wekî berê be.' Li wir jî her tişt bêtir xera bû. Di van rewşên şewb, erdhej û felaketên mezin de perdeya li ser ruyê civakê û qeyranên aborî ji holê radibe. Êdî her tişt li holê ye û xuya dibe. Hemû nakokî derdikevin holê. Di vê pêvajoyê de pirsgirêkên di nava qada  pergala Tenduristiyê de, nakokiyên nava pergala kapitalismê de û asêbûna pergala neo-liberalizmê bêtir aşkere tê dîtin. Niha mirov bêtir dibînin. Qeyrana aborî şewb belav nekir. Lê qeyrana aborî anî asta çaremîn. Ev nayê wateya ku dê ji niha û şûnde her tişt baş bibe. Niha gotinên dê "pergala tenduristiyê derbasî pergala cemaweriyê bibe û derbasî dewleta civakî bibin' tê kirin. Dema dibêjin dewletperestî, qala dewleta aramiya civakî dikin. Lê bi serê xwe dewleta civaka aram pêş nakeve. Bêyî têkoşînê dewleta aram, dewleta demokratîk pêş nakeve. 
 
'DAXWAZA JI DEWLETÊ TALÛKEYA 'GIRÊDANA DEWLETÊ' AVA DIKE' 
 
Dr. Coşkun, bal kişand ser vê pêvajoya ku bi xwe re talûkeya 'Girêdana dewletê' ava bike û wiha berdewam kir: "Ger ku her kes tiştekî ji dewletê bixwaze û ji dewletê bipê, piştre bi xwere 'Girêdana dewletê' ava dike. Ev talûke ye. Ez nabêjim ev daxwazeke neheq e. Lê piştre erka kontrolkirina dewletê zêde dike. Divê erka kontrolkirinê ji destê dewletê bê girtin.  Ev wekî dirûşmeya “Pirsgirêk kurevî ye, çareserî neteweyî ye" talûke ye. Eger pirsgirêk kurevî be, divê çareserî jî kurevî be. Ger ku girseyên mezin ji vê yekê bawer bike dê bêtir dewlet û rêveberiyek faşizan derkeve peşberî me. Wekî qeyrana 2008’an di nava hemû civakan de li gel fikra rastkir, fikra çepgir jî pêş ket. Li Portekizê Podemos, li Yewmenîstanê Syriza û li DYA'yê rêveberiya Sanders derket holê. Wekî Zizek jî gotiye ger ku civakek komunist tênekoşin nabe. Ez dibînim ku; ji bo her kesî dewlet reviya ye. Herkes dewlet çi dibêje wî dikin. Dibêje 'Li malê bimîne dernekeve! Baş e." Dewlet dixwaze her tiştî têxe kotrola xwe. Niha halê ku her kes li heviya dewletê ye û ji dewletê dipê heye. Ez navbêjim ev daxwazek neheq e. Lê bi xwe re talûkeya 'Grêdana dewletê' pêş dixe. Dewlet jî li ser vê yekê her dem dibêje 'Em b ser ketin. Me corona têk bir' Yanî gotina 'Her tişt dê ne wekî berê be' ji bo kedkaran dê bêtir xerab be. Her tişt girêdayî têkoşînê ye."
 
'DIVÊ EM KONTROLA DEWLETÊ JI DESTÊ WÊ DERXIN' 
 
Dr. Coşkun, bal kişand ser gotina Rewşenbir Agamben a 'Dewlet bi vê şewbê dixwaze bêtir mirovan têxe kontrola xwe'  û wiha got: "Tişta dibêje rast e. Îro gelek karker, kedkar û heta sendîka dibkêjin bila 'Qedexeya derketina kolanan îlan bike' Li gorî min jî dikarin îlan bikin. Lê divê bi şertekî. Divê derxistina karker a ji kar qedexe bike. Ger ku qedexeya kolanan îlan bike, wê demê divê karker neçin ser kar. Divê dîsa meaş û sîgorta wan bê razandin. Ger ku ev daxwaz pêk hat divê qedexe bê îlankirin. Wekî Agamben jî gotiye ger ku ev daxwaz pêk bên wê demê em erka kontrolkirina dewletê ji destê wê digirin. Em wê demê dewletê dîl digirin. Ger ku ne wisa be emê derketina kolanan berdewam bikin." 
 
QEDEXE BÊ ÎLANKIRIN DÊ HILBERÎN RAWESTE Û EV JI BO KAPÎTALÎZMÊ XERAB E 
 
 
Rojên borî Karkeran li Kocaelî ji ber şewba corona ketin grevê. Niha naçin kar. Li gelek aliyê cîhanê heman tişt dibin. Ger ku qedexe bê îlankirin dê hilberîn raweste. Ev ji bo Kapîtalîzmê xerab e. Dibe ku şewb xelas bibe. Her kes bimire. Lê xizmeta ji bo zengînan û xizmeta ji bo xizanan a tenduristiyê pir cuda ye. Bi qasî çiyê ferq heye. Li hemû cîhanê banga “Li mal bimîne' tê kirin. Lê bi milyonan mirov neçar e ku biçin kar. Di pêvajoya vîrûsê de cukariya çînan bêtir derdikeve holê. Di sala 1999'an de min nivîsa "Erdhej ji xizanan hez dike' Bê guman her kes dikare di erdhejê de bimire. Erdhejê 45 saniyeyan mirov hejandin. Xizan jî û dewlemend jî hejiyan. Li Kocaeliyê heta sala 2004'an hêj kesên di konteyniran de diman hebûn. Ew kesên karker, kedkar û xizan bûn. Cudakariya di nava xizan û zengînan de wisa derdikeve holê. Meseleya 'li mal bimîne' jî wisa ye. Li malê jiyan tune ye. Ji bo me têxe malê wisa dibêjin. Lê li malê bimîne meaşê wî nayê razandin. Ger ku heqê wî bê dayîn û meaşê wî bê razandin divê li malê bimîne. 
 
 
'TENTURISTÎ MAFÊ HER KESÎ YE'
 
Coşkun, anî ziman ku daxwazên Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) pir di cih de ye. Ji ber ku tenduristî ji bo her kesî ye. Nexweşxaneyên taybet nayên qebûlkirin. Mafê her kesî heye ku wekhev ji xizmeta tenduristiyê sûdê bigirin. 
 
 
MA / Eylul Deniz Yaşar
 
 

Sernavên din

04/04/2020
21:37 Gundê Elpelûrê rojbûna Ocalan pîroz kir
20:28 Li Tirkiyeyê hejmara kesên mirin bû 501
19:46 'Li Girtîgeha Êlihê girtiyan îsyan kirin'
17:43 Ji Amara bang kir: Ocalan êdî di dilê gelê Rojhilat de ye
17:01 Aqûbeta Sabahattîn Alî pîrsîn
16:42 Hatimogullari ya HDP'î tundiya li diji jinê ji wezîr pirsî
16:22 ÎHD: Dixwazin kujerên Elçî bi cezayên hindik xelat bikin
16:18 MSD’ê Komîteya Şopandina Dosyaya Girtî û Revandiyan ava kir
16:00 Cenazeyê Bolek di bin zextên polîsan de definkirin
15:58 KCD: Bila hevdîtina malbat û parêzeran a bi Ocalan re pêk bê
15:46 Li Şehbayê ji bo Rojbûna Ocalan dar çandin
15:32 Çalakiya Rûniştina F: Bila Kaya yê nexweş bê berdan
15:29 Girtiyê nexweşê KOAH li dijî vîrûsê nayê parastin!
15:10 Ciwanên HDP'ê 4'ê Nîsanê Şirnexê pîroz kirin
15:05 Dadgehê ji serlêdana Yuksekdag re “delîla şênber” nedît
14:50 Li Amedê 2 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
14:27 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Talat Turkoglû pirsîn
13:55 Xizmên windayan: Ji bo pêkanîna edaletê divê heqîqet derkeve holê
13:40 Li Erxenî gundek xistin qerantînayê
13:33 Polisan merasîma cenazeyê Helîn Bolek asteng kir
13:23 AKPM bang li Tirkiyê kir: Di guhertina înfazê de dawî li cudakariyê bînin
13:16 Bermahiyên nexweşxaneyên taybet talûkeyê belav dikin
13:08 DAD: Berpirsê mirina Bolek desthilatdariye
12:37 Li Mahabadê û Mexmûrê, dar şitil û gul çandin
12:23 HDK’ê ji malbata Hêlîn Bolek re sersaxî xwest
12:06 Kaçmaz: Nedaxilkirina girtiyên siyasî hewldana kuştinê ye
12:01 Zagona înfazê li Komîsyona Edaletê hat qebûlkirin: Girtiyên siyasî li dervê zagonê hiştin
11:46 Wesayîta revand nehat lêpirsin, lê Alataş 3 meh şûnde daliqandî hat dîtin
11:02 MED TUHAD-FED: Divê tecrîd bişkê, Ocalan azad bibe
10:46 Epozdemîr: Bêyî ku guhertina yasayê were nîqaşkirin divê girtîgeh bên valakirin
10:45 Ji çopê mirov nikare nêzî Gola Wanê bibe
10:14 Parêzerê Ocalan: Qanalên hevdîtinê bên vekirin dê pirsgirêkê çareser bike
10:03 Xebatkarên tenduristiyê: Hevalên me yên ji bo mêjandina zarokên xwe li destûrê bûn jî niha dixebitin
09:29 ‘Qanuna înfazê înfazkirina kurdan e’
09:27 ‘Ev pêşnûme wê ji pêvajoya heyî re nebe bersiv’
09:27 Sarisaç: Girtiyên siyasî terkî mirinê tên kirin
09:26 Kiliç: Werin em li dijî newekheviyê jiyanê biparêzin
09:26 ‘Pêşnûmeya înfazê, di asta fermana mirinê dayînê de ye’
09:24 ‘Heke tiştek bê serê zarokên me berpirsyar dewlet e’
09:24 'Di qanûna înfazê de ji bo pêşîlêgirtina cinayetên jinan tu guherînek tuneye'
09:23 Şewba coronayê û rewşa zarokên di girtîgehan de
09:22 Hatîmogûllari: Kampanyayeke nelêritiyê ya nû ye
09:21 ‘Nepêkanîna qanûna 6284'an jiyana jinan bêtir ber bi xetereyê ve dişîne'
09:18 Qeyûm guh neda giştînameya serokomariyê, ji meaşê karkeran birî
09:16 Tevdîra girtîgehê: Mehê lepikek û maskeyek
09:00 ROJEVA 04'E NÎSANA 2020'AN
03/04/2020
19:49 Koca: Hejmara kesên ji ber Covîd-19 mirin bû 425
17:00 'Li Mexmûrê hewcedarî bi amûrên tenduristiyê heye'
16:47 Girtiyê nexweşê giran Kaya cardin şandin girtîgehê
16:09 KCD û TJA’yê ji bo Helîn Bolek daxuyanî dan
16:02 Dadgeh hewl dide dosya doza Elçi neqlî bajarekî din bike
15:39 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:32 Hevserokên HDP'ê: Gunehê van windayan di stuyê îqtîdarê de ye
15:19 Amara di bin dorpêça eskeran de ye
15:02 Bajarê ku wezîr got 'Mirin tune': 3 welatî mirin
14:47 Bijîşkekî din jî ji vîrûsê jiyana xwe ji dest da
14:39 Îdîanameya kuştina Elçî hat qebûlkirin
14:11 Odeya Tabîban a Îzmîrê: Divê hekîm li cihê kal baldar bin
12:55 Gunay: Wekheviya di înfazê de ne qencî ye, mafekî qanûnî ye
12:50 Endama Grup Yorum Hêlîn Bolek a di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da
12:26 Ege TUHAY-DER: Li kawîşan 20 girtî dimînin
12:06 Avahiya şîrketa ceyranê ya Kolikê xistin qerantînayê
12:03 Zarokê 11 salî yê li Licê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
11:48 Li Amedê hejmara kesên testa wan a Covîd-19 pozîtîf derket zêde bûn
11:47 Li Amedê li dijî şewba koronayê torên piştevaniyê berfireh dibin
11:37 Li cîhanê 1 milyon û 16 hezar kes bi Covît-19 ketin û 53 hezar mirin
10:48 Coşkun: Divê erka kontrolkirinê ji destê dewletê bê derxistin
10:32 Piştî 5’ê Nîsanê tofanê dest pê kir
Onder: Zemîna Îmraliyê rêber e
09:45 Qeyûm 4 kesên ku bi nelirêtiyê tên sûcdarkirin cardin girtin kar
09:44 Jinên nikarin biçin kar ji bo debarê bang kirin
09:31 Serokê Giştî yê Haber-Senê: Pêdiviyên zêde li ser înternetê nexwazin
09:31 Qeyûm mala hevşaredar desteser kir!
09:26 Parêzer Şahîn: Divê bê niqaş hemû girtî bên berdan
09:25 'Teşxîs hemû di pergalê de wekî Covîd-19 nayên tomarkirin'
09:25 Karkerên înşeatan nikarin biçin bajarên xwe
09:24 Nexweşa nikare dermanê xwe bikire: Ma ez bimirim?
09:23 Serokê Odeya Bijîşkan a Kocaeliyê: Di qedexeya derketina derve de dereng man!
09:22 Dede: AKP di vê krîzê de keysperestiyê dike
09:21 Mala wî bi kamerayan dihat şopandin, dozgeriyê biryara neşopandinê da
09:21 Behsa bîranên xwe û Ocalan kir
09:19 Arîn a bavê xwe li girtîgehê nas kir: Ez wekheviyê dixwazim
09:18 Di heman qawîşê de sê girtiyên nexweş hene, wê çawa li xwe binêrin?
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2020'AN
02/04/2020
22:04 Li Êlihê şermezarkirina qeyûm
21:30 Rêyên ketin û derketina Semsûrê hatin qedexekirin
21:27 Li Wanê jineke 23 salî mirî hat dîtin
20:09 Koca: Hejmara testên pozîtîf derketine bû 18 hezar û 135, hejmara kesên mirine jî bû 356
16:55 ÎTO 2'emîn rapora Covit-19 aşkere kir: Nexweşxaneyên taybet ne amade ne
16:54 Polîsan xebatên Parlamentera HDP'ê ya li dijî vîrûsa koronayê asten kir
16:28 Li Farqînê keyayek û hevjîna xwe bi şewba vîrûsê ketin
16:01 Prof. Dr. Feriha Oz, bi şewba vîrûsa corona jiyana xwe ji dest da
15:25 ‘Em naxwazin windahiyên din bidin'
15:17 Ji welatiyan Selika Piştevaniyê
15:05 Li Amarayê dorpêça 4’ê Nîsanê: Ji Ocalan navnîşana wî hat pirsîn
14:46 Prof. Dr. Taşçioglû hat veşartin
14:45 Başaran: Berpirsiyarê kuştina jinên li mal îqtîdar e
14:13 Li Amedê serdanên goristanan hatin qedexekirin
13:34 Li Tirkiyê 335 tax, bajarok, gund û mezra di karantînayê de ne
12:56 Ji Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê rêyên serî derxistina bi vîrûsê
12:52 BES: Xebitandina kedkaran a di bin rîskê de rawestînin