SEMSÛR - Walîtiya Semsûrê, rêyên ketin û derketina navend û navçeyên Semsûrê qedexe kirin.
Walîtiya Semsûrê, rêyên ketin û derketina navend û navçeyên Semsûrê qedexe kirin. Walîtiyê der barê qedexeyê de daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku ji ber şewba vîrûsa corona (Kovîd-19), bi armanca parastina welatiyan û astengkirina belavbûna şewbê heya 30’ê Nîsana 2020’an rêyên ketin û derketina navend û navçeyan qedexe kirin.