Başaran: Berpirsiyarê kuştina jinên li mal îqtîdar e

  • rojane
  • 14:45 2 Nîsan 2020
  • |
img
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir piştî vîrus belav bû û îqtîdarê banga "Li mal bimîne" kir, kuştin û tundiya li ser jinan zêde bûye û wiha got: "Berpirsê kuştina jinan a li malê îqtîdar e."  
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, li navenda Giştî ya HDP'ê nirxandinên rojevê kir. Ayşe Acra Başaran, anî ziman ku di rojeva hemû cîhanê de vîrûsa corona heye û wiha got: "Bi belav bûna vîrûsê re tundiya li ser jinan jî zêde bûye. Herî zêde jin dikevin bin bandora vê şewbê. Ji ber vê yekê bê navber em bang dikin. Em diyar dikin ku di vê pêvajoya şewb belav dibe de tundiya li ser jinê zêde dibe. Di vê dema ku îqtîdar banga "Li mal bimîne" dike de tundiya li dijî jinê zêde dibe. Tundiya li ser jinê li Tirkiye û Kurdistanê zêde dibe. Piştî mirov ketin mal tundî zêdetir bûn. Jin li aliyekî di bin gefa vîrûsê de ye, li aliyê din di bin gefa tundiya mêr de ye. Li dijî tundiya mêr têdikoşe. Piştî di 11'ê Adarê de vîrûs li Tirkiye hat ditin 18 jin hatin kuştin. 12 jin qaşo li cihê ewle li malê hatin kuştin. " 
 
Başaran anî ziman ku carek din bang dikin û wiha got: "Çawa ku yekem car vîrus belav bû koordinasyona qeyranê hat avakirin, divê li dijî tundî û kuştina jinan jî koordinasyona qeyranê bê avakirin. Divê herdu koordînasyon bi hevre kar bikin. Piştî vê vîrûsê dest pê kir em bi bîlançoya kuştina jinan re rû bi rû ne. Em bi tundiya mêr a li dijî jinê û qetilkirina jinê re rû bi rû ne. 
 
TU JIN NE BI TENÊ NE
 
Başaran, anî ziman ku wekî Meclîsa Jinan a HDP'ê bi rêxistinên jinan re tora piştevaniyê ava kirine û wiha got: "Em carek din dibêjin, Hûn ne tenê ne. Em jin bi hêz in. Em bi komên medya civakî ku me rêxistinên jinan ava kirine û bi torên nûçeyan, em xebatên xwe berdewam dikin. Tu jin ne bi tenê ne. Divê hemû jin bi hevre di nava piştevaniyê de bin. Em dikarin bi hevre parastina xwe ya cewherî xurt bikin."
 
‘DIVÊ BERÎ HER TIŞTÎ JI BO JINAN PIŞTEVANÎ WERE KIRIN’ 
 
Başaran da zanîn ku  vîrûsa koronayê di warê aborî de herî zêde bandorê li ser jinan dike û got: “Bi bangên li malên bimînin re herî zêde kargehên jinan hatin girtin û jin bêkar man. Ji ber di vê pêvajoyê de piştevaniya aborî ya ji bo jinan nîne jin bi tundiyê re rû bi rû mane. Di encama tundiyê de bi talûkeya jiyana xwe ji dest bidin re hevrû mane. Ji ber vê yekê divê di demek kin de ji bo jinan piştevaniya aborî were pêşkêşkirin û divê pêşî li vê tundiyê were girtin. Divê ne ji bo dewlemend û sermayedaran destek were dayîn, divê ji bo jinan fonên piştevaniyê were dayîn. Divê mekanîzmayên pêşîgirtina tundiya di vê pêvjoya koronayê de were hilberandin. Divê bi lezgînî di çarçoveya qanûna 6284an de mekanîzmayên jin zûtirîn xwe bigihîninê bixin meriyete. Lazime bêparastina jinan ji holê were rakirin. Her wiha divê civak di mijara tundiya li ser jinê hestiyar tevbigere. Pêwîste ji bo parastina jinan û hemû desteka ji bo wan bê dayîn gavên bi lêz û bez werin avêtin.” 
 
'EM Ê LI DIJÎ QEYÛMAN RAWESTIN' 
 
Ayşe Başaran, diyar kir ku di pêvajoyek ku cîhan bi vîrusa koronayê re têdikoşe de îktidar polîtîkayên qeyûmê didomîne û wiha got:"Qeyûman ev pêvajo ji xwe re wekî fersendekê dît û di destpêkê de mudurê mêr anî serê saziyên jinan. Bi vê yekê peyama hûn li malê bimirin jî dereke ku hûn serê lê bidin ew ê tune be. Em wekî Meclîsa Jinê ya HDP'ê her dem li dijî vê yekê ne. Em ê ji piştevaniya jinê paşde gav neavêjin. Em siyaseta dijminatiyê ya li dijî jinan a qeyûman ji berê de dizanin. Lê em ê bi têkoşînek hevpar berxwedana xwe ya li dijî van polîtikayan bidomînin."
 
ZAGONA ÎNFAZÊ 
 
Başaran, bal kişand ser zagona bikeyskirina înfazê ya ji aliyê AKP-MHP'ê ve pêşniyarî meclîsê hat kirin û wiha got:"Niha hemû cîhan bi koronayê mijûl e û cihên herî bi rîsk jî girtîgeh in. Niha di rojeva îktidarê de zagona înfazê heye. Gelek cudatî di navbera zagona înfazê ya civak difikire û ya îktidarê de heye. Hêviya jinê û civakê ew e ku li girtîgehan bobelatek çênebe. Çend roj berê Hevseroka Şaredariya Şemrexê Nalan Ozaydin ku qeyûm tayînî dewsa wê hat kirin testa wê ya koronayê pozîtif derket. Nalanê nexweşiya astimê ya giran e jî. Me bang kiribû ku Nalanê bê tehliyekirin. Li girtîgehan tu tedbîr nayên girtin û gavê erênî nayên avêtin."
 
'DIVÊ RAYA GIŞTÎ JÎ HESTIYAR TEV BIGERE'
 
Başaran, diyar kir ku rîska li girtîgehan zêde ye û wiha dewam kir:"Girtiyên di girtîgehan de ji ber şerd û mercên ne baş tenduristiya wan jî zêde ne baş e. Têra xwe alavên paqijiyê nadin wan. Ew mirovan di bin berpirsiyariya îktidarê de ne. Heger virus belav bibe îktidar nikare bêje ez ne berpirs im. Ji jiyana hemû girtiyan berpirs e. Divê demildest gav bê avêtin. Divê raya giştî jî hestiyar tev bigere."
 
'ÎQTÎDAR BERPIRSIYAR E' 
 
Ayşeyê wiha dewam kir:"Wezareta Polîtikayên Civakî û Malbatî heta îro derbarê pirsgirêkên jinan de gavên berbiçav neavêtiye. Niha jin li malên xwe ji aliyekî li dijî koronayê li aliyekî jî li dijî zihniyeta baviksalarî li berxwe didin. Em li vir dîsa bang dikin û dibêjin îktidar ji jinên ku di malên xwe de tên qetilkirin jî berpirs e."
 
'HÛN NE BI TENÊ NE'
 
Ayşeyê bal kişand ser piştevaniya jinê û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em jin ne bi tenê ne. Dibe ku em li mal bin û bi awayekî fîzîkî tenê bin lê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bi piştevaniyê xwe bi rêxistin bikin. Em ê di demeke kurt de dîsa li kuçeyan dest bidin hevdu û têkoşîna li dijî zihniyeta baviksalarî mezin bikin."
 
 
 

Sernavên din

04/04/2020
21:37 Gundê Elpelûrê rojbûna Ocalan pîroz kir
20:28 Li Tirkiyeyê hejmara kesên mirin bû 501
19:46 'Li Girtîgeha Êlihê girtiyan îsyan kirin'
17:43 Ji Amara bang kir: Ocalan êdî di dilê gelê Rojhilat de ye
17:01 Aqûbeta Sabahattîn Alî pîrsîn
16:42 Hatimogullari ya HDP'î tundiya li diji jinê ji wezîr pirsî
16:22 ÎHD: Dixwazin kujerên Elçî bi cezayên hindik xelat bikin
16:18 MSD’ê Komîteya Şopandina Dosyaya Girtî û Revandiyan ava kir
16:00 Cenazeyê Bolek di bin zextên polîsan de definkirin
15:58 KCD: Bila hevdîtina malbat û parêzeran a bi Ocalan re pêk bê
15:46 Li Şehbayê ji bo Rojbûna Ocalan dar çandin
15:32 Çalakiya Rûniştina F: Bila Kaya yê nexweş bê berdan
15:29 Girtiyê nexweşê KOAH li dijî vîrûsê nayê parastin!
15:10 Ciwanên HDP'ê 4'ê Nîsanê Şirnexê pîroz kirin
15:05 Dadgehê ji serlêdana Yuksekdag re “delîla şênber” nedît
14:50 Li Amedê 2 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
14:27 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Talat Turkoglû pirsîn
13:55 Xizmên windayan: Ji bo pêkanîna edaletê divê heqîqet derkeve holê
13:40 Li Erxenî gundek xistin qerantînayê
13:33 Polisan merasîma cenazeyê Helîn Bolek asteng kir
13:23 AKPM bang li Tirkiyê kir: Di guhertina înfazê de dawî li cudakariyê bînin
13:16 Bermahiyên nexweşxaneyên taybet talûkeyê belav dikin
13:08 DAD: Berpirsê mirina Bolek desthilatdariye
12:37 Li Mahabadê û Mexmûrê, dar şitil û gul çandin
12:23 HDK’ê ji malbata Hêlîn Bolek re sersaxî xwest
12:06 Kaçmaz: Nedaxilkirina girtiyên siyasî hewldana kuştinê ye
12:01 Zagona înfazê li Komîsyona Edaletê hat qebûlkirin: Girtiyên siyasî li dervê zagonê hiştin
11:46 Wesayîta revand nehat lêpirsin, lê Alataş 3 meh şûnde daliqandî hat dîtin
11:02 MED TUHAD-FED: Divê tecrîd bişkê, Ocalan azad bibe
10:46 Epozdemîr: Bêyî ku guhertina yasayê were nîqaşkirin divê girtîgeh bên valakirin
10:45 Ji çopê mirov nikare nêzî Gola Wanê bibe
10:14 Parêzerê Ocalan: Qanalên hevdîtinê bên vekirin dê pirsgirêkê çareser bike
10:03 Xebatkarên tenduristiyê: Hevalên me yên ji bo mêjandina zarokên xwe li destûrê bûn jî niha dixebitin
09:29 ‘Qanuna înfazê înfazkirina kurdan e’
09:27 ‘Ev pêşnûme wê ji pêvajoya heyî re nebe bersiv’
09:27 Sarisaç: Girtiyên siyasî terkî mirinê tên kirin
09:26 Kiliç: Werin em li dijî newekheviyê jiyanê biparêzin
09:26 ‘Pêşnûmeya înfazê, di asta fermana mirinê dayînê de ye’
09:24 ‘Heke tiştek bê serê zarokên me berpirsyar dewlet e’
09:24 'Di qanûna înfazê de ji bo pêşîlêgirtina cinayetên jinan tu guherînek tuneye'
09:23 Şewba coronayê û rewşa zarokên di girtîgehan de
09:22 Hatîmogûllari: Kampanyayeke nelêritiyê ya nû ye
09:21 ‘Nepêkanîna qanûna 6284'an jiyana jinan bêtir ber bi xetereyê ve dişîne'
09:18 Qeyûm guh neda giştînameya serokomariyê, ji meaşê karkeran birî
09:16 Tevdîra girtîgehê: Mehê lepikek û maskeyek
09:00 ROJEVA 04'E NÎSANA 2020'AN
03/04/2020
19:49 Koca: Hejmara kesên ji ber Covîd-19 mirin bû 425
17:00 'Li Mexmûrê hewcedarî bi amûrên tenduristiyê heye'
16:47 Girtiyê nexweşê giran Kaya cardin şandin girtîgehê
16:09 KCD û TJA’yê ji bo Helîn Bolek daxuyanî dan
16:02 Dadgeh hewl dide dosya doza Elçi neqlî bajarekî din bike
15:39 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:32 Hevserokên HDP'ê: Gunehê van windayan di stuyê îqtîdarê de ye
15:19 Amara di bin dorpêça eskeran de ye
15:02 Bajarê ku wezîr got 'Mirin tune': 3 welatî mirin
14:47 Bijîşkekî din jî ji vîrûsê jiyana xwe ji dest da
14:39 Îdîanameya kuştina Elçî hat qebûlkirin
14:11 Odeya Tabîban a Îzmîrê: Divê hekîm li cihê kal baldar bin
12:55 Gunay: Wekheviya di înfazê de ne qencî ye, mafekî qanûnî ye
12:50 Endama Grup Yorum Hêlîn Bolek a di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da
12:26 Ege TUHAY-DER: Li kawîşan 20 girtî dimînin
12:06 Avahiya şîrketa ceyranê ya Kolikê xistin qerantînayê
12:03 Zarokê 11 salî yê li Licê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
11:48 Li Amedê hejmara kesên testa wan a Covîd-19 pozîtîf derket zêde bûn
11:47 Li Amedê li dijî şewba koronayê torên piştevaniyê berfireh dibin
11:37 Li cîhanê 1 milyon û 16 hezar kes bi Covît-19 ketin û 53 hezar mirin
10:48 Coşkun: Divê erka kontrolkirinê ji destê dewletê bê derxistin
10:32 Piştî 5’ê Nîsanê tofanê dest pê kir
Onder: Zemîna Îmraliyê rêber e
09:45 Qeyûm 4 kesên ku bi nelirêtiyê tên sûcdarkirin cardin girtin kar
09:44 Jinên nikarin biçin kar ji bo debarê bang kirin
09:31 Serokê Giştî yê Haber-Senê: Pêdiviyên zêde li ser înternetê nexwazin
09:31 Qeyûm mala hevşaredar desteser kir!
09:26 Parêzer Şahîn: Divê bê niqaş hemû girtî bên berdan
09:25 'Teşxîs hemû di pergalê de wekî Covîd-19 nayên tomarkirin'
09:25 Karkerên înşeatan nikarin biçin bajarên xwe
09:24 Nexweşa nikare dermanê xwe bikire: Ma ez bimirim?
09:23 Serokê Odeya Bijîşkan a Kocaeliyê: Di qedexeya derketina derve de dereng man!
09:22 Dede: AKP di vê krîzê de keysperestiyê dike
09:21 Mala wî bi kamerayan dihat şopandin, dozgeriyê biryara neşopandinê da
09:21 Behsa bîranên xwe û Ocalan kir
09:19 Arîn a bavê xwe li girtîgehê nas kir: Ez wekheviyê dixwazim
09:18 Di heman qawîşê de sê girtiyên nexweş hene, wê çawa li xwe binêrin?
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2020'AN
02/04/2020
22:04 Li Êlihê şermezarkirina qeyûm
21:30 Rêyên ketin û derketina Semsûrê hatin qedexekirin
21:27 Li Wanê jineke 23 salî mirî hat dîtin
20:09 Koca: Hejmara testên pozîtîf derketine bû 18 hezar û 135, hejmara kesên mirine jî bû 356
16:55 ÎTO 2'emîn rapora Covit-19 aşkere kir: Nexweşxaneyên taybet ne amade ne
16:54 Polîsan xebatên Parlamentera HDP'ê ya li dijî vîrûsa koronayê asten kir
16:28 Li Farqînê keyayek û hevjîna xwe bi şewba vîrûsê ketin
16:01 Prof. Dr. Feriha Oz, bi şewba vîrûsa corona jiyana xwe ji dest da
15:25 ‘Em naxwazin windahiyên din bidin'
15:17 Ji welatiyan Selika Piştevaniyê
15:05 Li Amarayê dorpêça 4’ê Nîsanê: Ji Ocalan navnîşana wî hat pirsîn
14:46 Prof. Dr. Taşçioglû hat veşartin
14:45 Başaran: Berpirsiyarê kuştina jinên li mal îqtîdar e
14:13 Li Amedê serdanên goristanan hatin qedexekirin
13:34 Li Tirkiyê 335 tax, bajarok, gund û mezra di karantînayê de ne
12:56 Ji Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê rêyên serî derxistina bi vîrûsê
12:52 BES: Xebitandina kedkaran a di bin rîskê de rawestînin