NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfa Derûnînasan a Mezopotamyayê, li dijî vîrûsa koronayê bi vîdeoyek kurdî banga derneketine derve kir.
Înîsiyatîfa Derûnînasan a Mezopotamyayê (DER-MEZ), li dijî vîrûsa koronayê ji bo derneketina derve ya welatiyan bi vîdeoyek kurdî weşand. Di vîdeoyê de endamên înîsiyatîfê ji welatiyan dixwazin ku di mala xwe de bimînin û xwe û civaka xwe tev biparêzin.