AGIRÎ - Li Navçeya Dutaxê ya Agiriyê 7 gund xistin qarantînayê.
Li Navçeya Dutaxê ya Agiriyê gundê Melehesen, Mezrê, Xirbesork, Cemalvêrdî, HecîBotî, Şemê û gundê Hecî Ûsif, ji ber şewba vîrûsa corona xistin qarantînayê. Duh serê sibê eskeran gund dorpêç kirin û ketin û derketina gund xistin kontrolê. Hat diyar kirin ku li gundan tu bûyerê nexweşiyê peyda nebûn.