STENBOL – Înîsiyatîf Agahiya Te jê heye, ji bo hempîşeyê xwe yên girtî li ser medya civakî, bi hastaga #Berîkûvîrûsbikevêbilarojnamegerderkevin kampanya da destpêkirin.
Înîsiyatîf Agahiya Te jê heye (Haberin Var Mı İnisiyatifi)ku di demeke nêz de hatibû avakirin, ji bo berdana rojnamegerên girtî, li ser medya civakî, bi hastaga #Berîkûvîrûsbikevêbilarojnamegerderkevin kampanya da destpêkirin.
Di çarçoveya kampanyayê de bi ser navê “Meclis Keremke Peywirê, ji Rojnamegeran re Tehliye” metnek hat amadekirin û bi dîmen re hat parvekirin.
Di metnê de ev tişt cih girtin:
“Vîrûsa koronayê bi lez li Tirkiyeyê dibe sedema mirina mirovan. Hikûmet hin bergiriyan aşkera dike û rojnamegerên ku ji bilî anîna ziman a nêrîna xwe tiştek nekirine û siyasetmedaran li girtîgehan terkî qedera wan dikin. Li 359 girtîgehên Tirkiyeyê rêjeya têjebûnê ji sedî 127 e. Li gorî daneyên dawîn, ji sedî zêdetir rojnameger 257 hezar hikumxar û 48 hezar girtî hene.
Dem kêm dibe. Neteweyên Yekbûyî, Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Mafê Mirovan a Navneteweyî, parlamenterên Yekitiya Ewropayê û Pena Navneteweyî, bangên xwe yên ji bo Tirkiyeyê nû dikin: Bêyî ku bibe derengî girtîgehan val bikin.
Lê bi dawxuyaniya ku hat dayîn, tê dîtin ku ev bang tên paşguhkirin û micid nayên girtin. Em careke din din dibêjin:
Bêyî ku vîrûsa koronayê weke agir bigire hemû girtîgehan, naveroka sererastkirina înfazê berfireh bikin; rojnameger, xwendekar û siyasetmedarên ku ji ber nûçe, daxuyanî û nêrînên xwe memeleya “terorîst” dibînin tevlî sererastkirinê bikin.
Bila li girtîgehan sûcdarên nêrînî nemînin!”