Hamî yê bi felc 7 meh in bi tena serê xwe dijî: Bila qedexeya derveyî welat ji ser min were rakirin

img
AMED - Welatiyê ji Kobanê Ahmed Hamî yê di encama êrîşa DAIŞ'ê de birîndar bû û niha felc maye. Ji bo dermankirinê hatibû Amedê û ji ber vîrûsa koronayê li Amedê asê ma. Hamî du sal û nîv di girtîgehê de dimîne. 7 meh in li otelek Amedê bi tena serê xwe dijî û dixwaze qedexeya derveyî welat a li ser wî were rakirin û ew biçe Kobanê. 
 
Li bajarê Helebê yê Sûriyê di tebaxa sala 2013’an de DAIŞ’ê bombe teqand û di encamê de ciwanê bi navê Ahmed Hamî (21) ê ji Kobanê birîndar bû û ji wê rojê ve lîngê wî felc maye û nîvê pişikê xwe winda kiriye. Ji bo dermankirinê tê Tirkiyê û niha jî li vir asê ma. Hamî du sal û nîv di girtîgehê de dimîne û tê berdan. Hamî 7 meh in li otelek li navçeya Sûra Amedê bi tena serê xwe dijî û li benda rakirina qedexeya derketina xwe ya derveyî welat e. Hamî niha jî ji ber vîrûsa koronayê bi fikar e. 
 
GELEK CARAN HATIYE EMELIYATKIRIN 
 
Ew ji ber şerê li Sûriyê neçare dest ji dibistanê berde û ji bo piştevaniya aboriya malbatê li Helebê li lokantayekê dixebite. Hamî diyar dike ku DAIŞ li nêzî kargeha wî bombe diteqîne û ew bi giranî birîndar dibe û ew çavê xwe li nexweşaneyê vedike. Hamî got pişt re wî seqî Dîlokê dikin û pişt re dermankirina wî li Rihayê didome û gelek caran ji pişikê xwe emeliyat dibe lê tevî hemû dermankirinan jî encamek baş nakeve destê wî. 
 
Hamî ji Rihayê sewqî Zanîngeha Dîcleya Amedê tê kirin û piştî dermankirina sê mehan ji bo tedawiya fizîkê wî sewqî Enqereyê dikin. Hamî anî ziman ku ji roja birîndar bûye heta niha birayê wî alîkariyê dide û bijîşk jê re dibêjin divê li derveyî welat emeliyat bibe û pêwîste biçe welatên emeliyata nexweşîna wî dikin. 
 
‘WEK DIN RÊYEK DIN TUNE BÛ’ 
 
Hamî da zanîn ku ji bo ew biçe derveyî welat serî li pasaportê dide û serlêdana wî nayê qebûlkirin. Hamî diyar kir ku ji bilî rêyên qaçax ku biçe derveyî welat tu çareyek wî din nîne û got: “Xalek min li Yewnanîstanê bû. Min jî biryar girt ku bi rêyên qaçax biçim Yewnanîstanê. Li ser vê yekê hatim Îzmîrê. Li vir jî li ser gilîkirinekê hatim binçavkirin û girtin.” 
 
‘HER ROJA KU DIÇÛ BEDENA MIN DIHELIYA’ 
 
Hamî da zanîn ku tevî vî halê wî yê bi felc jî wî 2 rojan di binçavan de dihêlin û di kanûna 2016’an de bi di encama îfadeyên şahidê nepen de bi angaşta “Endamê rêxistinê ye” tê girtin. Hamî got ewilî ew li Girtîgeha Sokeya Aydinê dimîne û pişt re girtîgeh dibêje em nikarin lê binêrin û wî dişînin Girtîgeha Tîpa R a Menemena Îzmîrê ku rehabîlîtasyonê lê heye. Hamî bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û got: “Ji ber ku em girtiyên siyasî bûn, bi çavek dijminî li me dinêhirîn. Ji ber ku rehabîlîtasyon hebû min şandin. Lê tu tiştek tune bû. Ji ber ku ez Rojavayî bûm tu mafê ragihandinê ji bo min tune bû. Însanek ku silametiya wî baş be jî lê di van şertan de wê nexweş bikeve. Parçeyek kezeba min tune bû û her roja ku diçû bedena min diheliya.”
 
DIKEVE GREVA BIRÇÎBÛNÊ 
 
Hamî destnîşan kir ku li girtîgehê DAIŞ’iyan berê wan didan û wî û sê hevalê xwe li dijî zextên girtîgehê û êrîşa DAIŞ’iyan di 20’ê nîsana 2018’an de dest bi greva birçîbûnê kirine û piştî 36 rojên çalakiya wan hin daxwazên wan hatin qebûlkirin û bi hevalên xwe din re di heman qawîşan de man. 
 
7 MEH IN BI TENA SERÊ XWE YE 
 
Hamî anî ziman ku tevî rapora wî ya astengdariyê nikare di hefsê de bimîne jî hebû lê ew heta 5’ê tîrmeha 2019’an di girtîgehê de maye û piştî ji hefsê hatiye berdan ji bo dermankirinê çûye Stenbolê û ji ber qeyda wî ya penaberiyê li Amedê bûye di 5’ê îlon 2019’an de wî paş ve şandine. Hamî got nêzî 7 mehan e ew li otelek biçûk a li navçeya Sûrê bi tena serê xwe dijî û jiyana xwe didomîne. 
 
‘TU SAZIYÊ ALÎKARÎ NEDA MIN’ 
 
Hamî da zanîn ku ji ber qedexeya wî ya derketina derveyî welat ew ji Amedê nikare biçe cihek din û wî li nexweşxaneyek taybet tedawiya fizîkê didît û di encama zextên polîsan de dermankirina wî ya li virt ê bi dawîkirin. Hamî diyar kir ku wî jî li ser vê yekê ji saziyên Amedê daxwaza alîkariyê kiriye û got: “Min alîkariye aborî nexwest. Malbata min her meh 800 lîre ji min re dişîne. Tenê pêdiviya min bi malek û kesek dikaribe li min binêre heye. Ji ber vîrûsa koronayê niha bi tenê li vê otelê dimînim. Dibe ku her kêlî were girtin. Dema otel were girtin ez ê ji neçarî li derve bimînim. Çimkî cihek dinê ku ez biçim tune ye.” 
 
‘EZ DIXWAZIM BIÇIM MALA XWE’ 
 
Hamî da zanîn ku hefteyeke nexweş e û dibêje rîska ku bi vîrûsa koronayê ketibe jî heye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Îhtîmal heye ku ez bi kovid-19 ketibim. Nîvê kezeba min tune ye. Sînda min diêşe. Ji ber ku kesek alîkariyê bi min re bike tune ye, nikarim biçim nexweşxaneyê. Dixwazim qedexeya derketina derve ya welat li ser min were rakirin û ez tenê dixwazim biçim bajarê xwe Kobanê. Dixwazim biçim cem malbata xwe da ku ew alîkariyê bidin min.” 
 
MA / Mehmet Şah Orûç - Lezgîn Akdenîz
 

Sernavên din

31/03/2020
13:01 Li Edenê 550 kes ji ber vîrûsa korona tên dermankirin
12:42 Li gorî anketa TTB’ê xebatkarên tenduristiyê di bin rîskê de ne
12:39 Li Amedê hejmara kesên bi vîrûsê ketine ji 150 derbas kir
12:18 ‘Qeyûn herî zêde êrîşî destkeftiyên jinan dike'
12:04 SES’ê têkildarî zarokên bi koronayê ketine daxuyanî da
12:03 Ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhayê hişyariya maske
12:02 Tirkiye bi zêdebûna hejmara kesên bi vîrûsê ketin gehişt rêza 12’emîn
11:35 Li Çermîkê 7 mal kirin bin qarantînayê
11:33 Bilgen: Pêvajoya qeyûm, pêvajoya bêçaretiyê ye
11:02 Danişîna dayika 2 berastengan Elîf Kisa ya girtî sibe ye
10:40 Xwendekarên Zanîngehê: Pergal ji vîrûsê kujertir e
10:33 Hamî yê bi felc 7 meh in bi tena serê xwe dijî: Bila qedexeya derveyî welat ji ser min were rakirin
10:19 Prof. Dr. Coşkun: Divê pisporên tenduristiya ruh jî di Lijneya Zanistê de cih bigirin
10:18 ‘Karkerên ji ber vîrûsê bimirin, cînayeta kare’
10:00 Esnaf hem li dijî koronayê hem jî li dijî hilweşandinê têdikoşe
09:09 'Deriyê zindanan venekin em ê dakevin qadan'
09:09 ‘Girtîgehan bikin nexweşxane’
09:07 Serokê Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Divê pisporên tenduristiya gel vê şewbê bi rê ve bibin
09:05 'Bila bavê min û girtiyên nexweş hemû bên berdan'
09:04 Xizmên girtiyan: Bila girtîgeh giş bên valakirin
09:02 Qeyûmê Mêrdînê vê carê jî di bin navê 'bedêla lênerînê' de heqê avê biha kir
09:01 Fikir û nêrîna welatiyan a ji bo tevdîrên li dijî vîrûsa coronayê
09:00 ROJEVA 31’Ê ADARÊ 2020'AN
08:18 Ji bo kampa Mexmûrê li ser medya civakî kampanya hat destpêkirin
30/03/2020
20:55 Li Erzingan û Dersimê 4 gund hatin karantînakirin
19:56 Li Tirkiyeyê hêjmara kesên ji ber coronayê mirin bû 168
18:48 39 saziyên civakî: Em di înfazê de wekheviyê dixwazin
17:35 Li Qamişloyê xebatên li dijî vîrusê didomin
17:13 Berdevkê QSD'ê têkildarî girtîgehê daxuyanî da
17:03 MED TUHAD-FED ji bo girtiyan dest bi kampanya 1 milyon îmze dike
17:01 Bersiva ji bo Wezîr Gul: Ji bo girtîgehan tevdîra pêwîst berdana girtiyan e
16:40 Li 39 deveran karantîna tê sepandin
16:28 Ji bo kesên ji Stenbolê hatine Mêrdînê hişyarî!
16:12 Li ber şaxên PTT’ê tevî bariyeran jî xelk dikeve dorê
16:06 Berdevkê CHP'ê: Îqtîdar ji berpirsiyariyê direve
15:42 Ji Bo Hemû Xebatkaran Platforma Tenduristiyê hat avakirin
15:36 Komeleya Jinê ya Rosayê pergala xebatên xwe parve kir
15:32 Karkerên ku ji aliyê qeyûm ve ‘ne serkeftî’ hatin hesibandin çalakî kirin
15:29 Li Qersê 3 gund û taxek xistin karantînayê
15:27 'Zarokên bi vîrûs û bê vîrûs xistin heman unîteyê'
14:53 'Em şopa lingên ruhê Kizilderê dişopîn in'
14:53 Li gund tenê malbata zarokê bi koronayê ketiye testa wan hatiye kirin
14:46 Walîtiya Amedê alîkariya HDP’ê ya ji bo extiyaran asteng kir
14:40 Keştiya Ro-Ro ya li Deryaya Egeyê bi şika vîrûsê li holê ma
14:38 Sancar banga ‘Navenda Koordînasyona Krîzê ya Neteweyî’ kir
14:24 Wezîrê Dadê: Personêlên girtîgehan wê neçin malên xwe
14:19 ‘Divê hemû pêdiviyên civakê bêne pêşwazîkirin'
14:08 Di rojeva çapemeniya cîhanê de mijara koronayê
13:55 HDK: Polîtîkayên şaş bû sedem ku şewba vîrûsê belav bibe
13:54 Kaçmaz: Li Çiyayê Cûdî komkujî pêk tê
13:32 ÎHD: Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bergiriyên pêwîst nehatin girtin
13:08 Kargehên ku karên wan hatine rawestandin dikarin serî li pereyê xebata kurt bidin
13:00 'Tirkiyeyê mîlyonek kes bê av hiştin’
12:59 Paylan ji Wezîr Koca pirsî: Hûn çima destûr didin nexweşxaneyên taybet pereyan ji nexweşan bistîn in?
12:58 Hefteyek dema karantînaya yên ji Imrê hatibûn hat dirêjkirin
12:29 Li Elkê di dawiya adarê de befir barî
12:29 ‘Tu tişt ji jiyana mirovan ne girîngtir e’
12:10 Kesên belgeyên destûra geştê bigirin, dikarin bi e-Devletê serlêdan bikin
12:04 TTB: Herî kêm divê 30 hezar test bên kirin û îzolasyona hişk bê pêkanîn
11:58 Hemşîreya bi koranayê ket jiyana xwe ji dest da
11:29 Ajokarê TIR'ê Yilmaz: Min hawara xizanan anî ziman
11:25 Ji Girtîgeha Hesekê hin DAIŞ’î reviyan
11:07 Li Hewlêrê 8 kesên din bi vîrûsa korona ketin
11:06 Operasyona leşkerî ya li bejahiya Pasûrê bi dawî bû
10:48 Li Wanê gundek û 2 mezra xistin qarantînayê
10:16 Bijîşkê Meclîsê xistin bin çavderiyê
10:13 Li cîhanê şewba Covid-19 belav dibe: 723 hezar derbas kir
09:54 Baroya Mêrdînê êrîşa li dijî goristana êzidiyan şermezar kir
09:46 Tayip Temel: Xwe parastin welatparastin e
09:18 Şener: Gotinên Erdogan li dijî Hîqûqa Îslamê ne
09:18 Gelo gardiyan bê maske û lepik dixebitin?
09:12 ‘Ger dewlet bi vê şewbê nekare wê hebûna wê bê nîqaşkirin'
09:12 ‘Divê ku sererastkirina înfazê bi herkesî bêhn bide berdan’
09:11 Li Çiyayê Cûdî navbera baregehên leşkerî 5 kîlometre ye
09:11 Di encama rapora Zanîngeha Londonê de 3 polis bûn gumanbarên cînayeta Elçî
09:10 Karkerê tenduristiyê ku rojê maskeyek digire: Dewletê me ji çavên xwe derxistiye
09:10 Li dijî vîrûsê pêşniyara çareseriya herêmî
09:09 Ocalan: Çareserî aqilê civakî ye
09:00 ROJEVA 30’Ê ADARÊ 2020'AN
08:38 ATO: Li Enqereyê 18 xizmetkarên tenduristiyê bi cewba Covid-19 ketin
29/03/2020
20:01 Li Tirkiyê 23 kesên din bi vîrûsêmirin: Hêjmar gihişt 131 kesan
18:43 Hêzên eskerî yên Emerîka ji Kerkûkê vekişiya
18:33 Covîd-19: Li Îranê rewş her ku diçe giran dibe
16:24 7 xebatkarên ÎETT’ê bi şika vîrûsê xistin qarantînayê
15:45 Meclîsa Jinan 'Rehbera Xweparastinê' amade kirin
15:42 Prz. Nuray Ozdogan: Bi vê guhertina rêziknameya înfazê, dê sepanên dijminantiyê bidomin
15:12 Kedkarên tenduristiyê divê tim bên kontrolkirin
15:05 Ji Wezîrê Tenduristiyê re nameya vekirî şandin: Bila zelal û aşkere be
13:54 Li gel rîska şewba vîrûsa corona bi sedan karker bi hevre kar dikin
13:22 Uca êrîşa li dijî goristana Êzidîyan şermezar kir: Hurmetên nîşanî miriyan bidin
12:57 Helîkopterên TSK'ê gundên Biradost gulabaran kirin
12:31 Tirkiye çar car in avê ji ser Hesekê qut dike
12:24 MED TUHAD-FED: Girtî bi Vîrusa Koronayê tehdîd kirin
12:23 Dayika girtî ya 72 salî: Em vê bê edaletiyê qebûl nakin
11:12 Li cîhanê ji ber Covid-19 zêdeyî 30 hezar mirov mirin
10:35 Bi wêneyan kolanên Enqereyê
09:41 Prz. Demîrbag: Li derve hiştina girtiyên siyasî ya pakêta darazê li dijî rêgeza wekheviyê ye
09:22 ‘Hêj girtîgeh nebûne gorên komî vala bikin’
09:06 'Tayînkirina qeyûman a vê pêvajoya şewbê hiqûqa dijminantiyê ye'
09:05 Qeyûm çawa hat vebijêrka 'kurdî' ya malpera Şaredariya Êlihê jê bir