WAN - Li navçeya Ebexê gundek kirin karantînayê. Hat diyar kirin ku li navçeya nêzî sînorê Îraniyê, ketin û derketin qaçaxvanan dewam dikin. Ketin û derketina gundê xistin bin karantînayê hatin girtin.
Gundê Xan ê navçeya Ebex a Wanê kirin karantînayê. Li gorî çavkaniyan, berî 3 rojan nêzî 200 kes ji Stenbolê û welatiyên gund beşdarî şînekê bûne û dûre 2 kes nexweş ketin. Hat dest nîşan kirin ku piştî 2 kes nexweş ketin îro gund kirin karantînayê.
Hat ragihandin ku 2 kesên ji Stenbolê hatin şînê û nexweş ketin, dest pê kê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Ebexê û ji wir jî sewqî Wanê hatine kirin.
Hat diyar kirin ku li navçeya Ebexê ku nêzî sînorê Îraniyê, ketin û derketin qaçaxvanan dewam dikin û ketin û derketina gundê xistin bin karantînayê jî, hatin girtin.