Sal neqediya 46 şaredariyên HDP’ê hatin desteserkirin

img

AMED – HDP’ê di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de 65 şaredarî bi dest xist. 6 şaredarî bi hênceta namzet mexdûrên îxracê bûn mazbatayên xwe wernegirtin. Hêj salek hilbijartinê neqediya qeyûm tayînî ser 40 şaredariyên HDP’ê hatin kirin. Di rewşa heyî de 18 şaredarî di bin rêveberiya HDP’ê de man. 

 
Di 31’ê Adara 2019’an de li Tirkiyê hilbijartina xwecihî pêk hat. Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) tevî hemû zextên li ser xwe jî di hilbijartina xwecihî de li bajarên kurdan 65 şaredarî bi dest xist. Beriya vê serdemê di hilbijartina adara 2014’an de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku niha pêkhateya HDP’ê ye 102 şaredarî bi dest xistibû. Di 2016’an de îqtîdarê dest bi polîtîkaya qeyûman kir û hema bêje di nava salekê de qeyûm tayînî ser hemû şaredariyên DBP’ê kir. Lê HDP’ê û hemû pêkhate û tifaqa xwe zend û bendê xwe girê dan û li cihê qeyûm hatibûn tayînkirin carek din şaredariya xist bin rêveberiya xwe. 
 
YSK’Ê MAZBATAYAN NEDA NAMZETÊN HDP’Ê DA NAMZETÊN AKP’Ê 
 
Piştî hilbijartina 31’ê Adara 2019’an Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li ser daxwaza namzetên AKP’ê mazbatayên 6 namzetên HDP’ê ku bi rêjeyên bilind bi ser ketibûn, bi hênceta mexdûrên KHK ango ji karmendiya dewletê îxrac bûbûn betal kir û mazbata da namzetên AKP’ê. YSK’ê mazbatayên hevşaredarên navçeya Rezana Amedê, bajarokê Bazarcixa girêdayî navçeya Dîgora Qersê, navçeya Artemêtana Wanê, navçeya Ebexa Wanê, navçeya Tûşbaya Wanê, navçeya Tekmana Erziromê neda wan û mazbatayan da namzetên AKP’ê. Bi vê yekê re hejmara şaredariyên HDP’ê qezenc kiribû daket 59 şaredariyan. 
 
QEYÛMAN BI 3 ŞAREDARIYÊN BAJARÊ MEZIN DAN DESTPÊKIRIN 
 
Hêj bi ser hilbijartinê de 5 meh derbas nebûn di 19’ê Tebaxa 2019’an de li ser fermana Wezareta Karê Hundir qeyûm tayînî ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin. Bi hênceta derbarê hevşaredar Selçûk Mizrakli, Ahmet Turk û Bedîa Ozgokçe de lêpirsînên hatibûn destpêkirin didomin ji wezîfeyê hatin dûrxistin û waliyên van bajaran tayînî şûna wan hatin kirin. Bi tayînkirina ewil a van qeyûman re hejmara şaredariyên HDP’ê daket 56 şaredariyan. 
 
DI 4 MEHAN DE QEYÛM TAYÎNÎ 29 ŞAREDARIYAN KIRIN 
 
Pêla duyemîn a tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê di mehên îlon, cotmeh, mijdar û kanûnê de berdewam kir û şaredariyên Bajarokê Awîska Qûbinê, Bajaroka Perî ya Dersimê, navçeyên Pasûr, Hezro, Peyas, Bismil, Karaz, Sûr, Yenîşehîr, navçeya Qereyazî ya Erziromê, Colemêrg, navçeya Gevera Colemêrgê, navçeyên Nisêbîn, Qoser, Stewr, Dêrik, Şemrex ên Mêrdînê, navçeya Kopê ya Mûşê, Bajarokê Lîzê ya Kopê, navçeya Gimgimê, navçeyên Cizîr û Hezex ên Şirnexê, navçeya Pirsûsa Rihayê, navçeyên Erdîş, Elbak, Rêya Armûşê, Bêgir, Qelqelî û Seray yên Wanê bi tayînkirina qeyûman hatin desteserkirin. Di van mehan de qeyûm tayînî ser 29 şaredariyên HDP’ê hatin kirin û bi vî awayî hejmara şaredariyên HDP’ê daket 27 şaredariyan. 
 
JI BER TIRSA QEYÛM JI HDP’Ê ÎSTÎFA KIR 
 
Ji ber tirsa dê qeyûm tayînî şûna wî bikin û dê were binçavkirin Serokê Şaredariya Bajarokê Kaniyahenê ya girêdayî navçeya Hezo ya Êlihê Firat Karabûlût di 10’ê kanûna 2019’an de ji HDP’ê îstîfa kir. Bi vê îstîfayê re hejmara şaredariyên HDP’ê daket 26 şaredariyan. 
 
HERÎ DAWÎ QEYÛM TAYÎNÎ 8 ŞAREDARIYAN KIRIN 
 
Pêla binçavkirinan hevşaredaran û tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê di salvegera hilbijartinê de dîsa ket dewrê. Li ser daxwaza Wezareta Karê Hundir bi hênceta derbarê hevşaredaran de lêpirsîn hatine destpêkirin di 23’yê Adara 2020’an de hevşaredarên Êlih, navçeyên Farqîn, Erxenî, Licê û Gêlê yên Amedê, navçeya Norşîna Bedlîsê, bajarokê Halfelî ya girêdayî Îdirê û bajarokê Ciwanîka girêdayî Sêrtê ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin. Hevşaredarên Êlih, Farqîn, Licê, Erxenî, Gêl, Halfelî hatin binçavkirin. Hemû hevşaredar hatin berdan lê Hevşaredarê Gêlê Mûstafa Akkûl hat girtin. 
 
18 ŞAREDARÎ DI DESTÊ HDP’Ê DE MAN 
 
Bi tayînkirina van qeyûmên ser 8 şaredariyên HDP’ê re hejmara şaredariyên HDP’ê daket 18 şaredariyan.
 
Şaredariyên di bin rêveberiya HDP’ê de wiha ne: Bajarokê Komira Semsûrê, navçeyên Bazîd, Panos, Giyadîn ên Agirî, navçeya Hezo ya Êlihê, navçeyên Pîran û Çinarê yên Amedê, bajarokê Sarica Xarpêtê, navçeya Qereçobana Erziromê, navenda Îdirê, bajarokê Hoşhabera Îdirê, navenda Qersê, bajarokê Vartînîs a girêdayî navçeya Korkûta Mûşê, navenda Sêrtê û navçeyên wê Xana Hewêl û Misirc, navçeya Silopî ya Şirnexê û bajarokê Gundikê Melê ya girêdayî navenda Şirnexê.

Sernavên din

29/03/2020
09:04 Pirsgirêka mezin a kedkarên tenduristiyê kêmbûna maske û lepikan e
09:04 'Dibêjin di mal de bimînin, lê ji bo me tiştekî nakin'
09:03 DEDAŞ'ê dest danî ser desteka cotkaran
09:02 Serlêdana ji bo berdana Alinak a ji bo vîrûsa coronayê hat redkirin!
09:01 Şaredariya Silopiyayê malbatên rewşa wan aborî nebaş in tespît dike
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2020'AN
08:53 Heskîfa nû di bin avê de ma
28/03/2020
20:41 HDP'iyan li Amedê ji bo tevdîrên li dijî vîrûsa coronayê gazî gel kirin
20:09 Li Tirkiyeyê hêjmara kesên bi şewba vîrûsê mirin gihişt 108'an
16:41 Li Amedê avahiyeke din kirin qarantînayê
16:40 Xwendekara ji Stenbolê hata Cizîrê xistin karantînayê
16:04 ‘Girtiyê bi kursiya bi teker ve grêdayî wê çawa xwe ji vîrûsê biparêze?
16:04 Baroya Amedê: Doznameya Elçî hewldana perdekirina cînayetê ye
15:44 581 hefte ye aqûbeta windayan dipirsin: Bila komîsyona heqîqetê bê avakirin
15:14 Salek e dermanê girtiyê nexweş Keleş nadin wî
14:59 'Heta ku edalet neyê Roboskî dê neyê Tirkiyeye'
14:40 Dayikên Şemiyê: Dem dema em bêtir mafên mirovan biqîrin e
14:27 Rêxistina Efûyê ji bo rojnamegerên girtî bang kir
13:32 Rêveberiya Xweser: Em ê hemû pêwîstiyên tenduristiyê yên Mexmûrê pêk bînin
13:21 Wezareta Dadê qedexeya hevdîtina bi girtiyan re dirêj kir
13:13 Li Herêma Federe ya Kurdistanê 51 kesên bi vîrûsê ketin sax bûn
12:56 Parlamenter Habîb Eksîk: AKP ji bo diziye qeyûman tayîn dike
12:55 PEN'a Kurd ji malbata Keyo Cegerxwîn re sersaxî xwest
12:21 Li Rezan hin tezgahên bazarê hatin girtin
12:11 THY dê tenê seferên 14 bajarên mezin bike
12:10 Komîsyona penaberan: Penaber di bin gefên vîrûsa corona de ne
12:09 Nûçegîhanên me yên tehliye bûn: Heke vîrûs derbasî girtîgehan bibe dê komkujî pêk we re
11:42 Platforma Yekîtiya Jinén Kurd: Ger hûn ji mirovahiyê hez dikin xwe biparêzin
11:29 Mulaqata qeyûm: Navê leşkerên li Efrînê hatin kuştin çi ne?
11:21 Rewşa vîrûsa koronayê ya li Cîhanê: Nêzî 3 milyar mirov neçarî mayîna li malên xwe bûn
11:07 Bi dehan kes ji zindana Seqiz reviyan
10:45 Li Rihaya ku 4 kes bi şewba vîrûsê ketin kît tune
10:39 Komeleya Wêjekarên Kurd ji malbata Cegerxwîn re sersaxî xwest
10:32 Ji dayikan bang: Bêyî ku girtîgeh bibin goristan girtiyan berdin
10:19 Koç: Guhertina qanûna cezayan rê li ber talûkeyê vedike
09:52 Tunç: Qeyrana Koronayê ya ku ji Wuhanê dest pê kir wek tesîra baskên pirpirokê ye
09:28 Prz.Çakas: Divê ev pakêt ji bo hemû girtiyan derbasdar be
09:19 ‘Divê Ocalan û girtî hemû bên berdan'
09:18 'Pêşnûmaya rê li ber şidet û îstimarê vedike divê neyê qebûlkirin'
09:16 ‘Em nikarin di mal de bimînin, çimkî em mecbûr in bişixulin'
09:16 Hevşaredarên Licê: Tevdîrên me yên li dijî coronayê tehemûl nekirin
09:15 Ji ber fasûlên şîn hatiye sûcdarkirin!
09:14 ‘Ji xeynî postayên lezgîn divê kargo neyên qebûlkirin'
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2020'AN
27/03/2020
22:36 HDP'ê bi gelek zimanan gazî kir: #DernekeveDerve
22:03 Wekîla HDP'î Tosûn daket kolanan, bang gel kir ku ji mal dernekevin
20:19 Koca: Bi giştî hejmara kesên mirine bû 92
17:56 Li Amedê avahiyek xistin karantinayê
17:18 Hevşaredarê Xalfeliyê Hasan Safa hat girtin
17:09 Gundekê Ebexê kirin karantînayê
16:36 Li Rîzeyê bajarok û 4 gund xistin karantînayê
16:04 Şêniyên Wanê: Em ji neçarî derdikevin derve
15:50 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexe li dijî vîrûsê xebata 'Li mal bimîne'
15:44 Operasyona leşkerî ya li Lîcê bi dawî bû
15:32 Ûyanik bersiva Soylû da: Ev malbat û polîs jî di nav de ne gelo?
15:16 TGS: Divê bi lez ji bo karkerên çapxaneyê tevdîr bêne girtin
14:52 Li Amedê kesek ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
14:49 Bi ser malên kesên ji ber koronayê vegeriyan gundê xwe de girtin
14:25 Yekitiya Alimên Misilman a Cîhanê bang li hikumetan kir: Girtiyan berdin
14:24 Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:14 Guzel: Çima kîtên teşhîsê naşînin bajarên kurdan
14:03 KESK’ê: Di pêşnûmeya înfazê de wekhev nêz bibin
13:45 Gunay: Em xwe û civaka xwe biparêzin
13:45 Êdî li Amedê testa koronayê tê kirin
13:35 Yek ji cihên sembol ê Kadikiyê Sînemaya Rexx hat girtin
12:48 Leyla Guven ji bo Mexmûrê bang li rayedarên Başurê Kurdistanê kir
12:12 Kurê helbestvanê kurd Cegerxwîn ji ber vîrûsê wefat kir
11:59 Girtiyê nexweş ê krîza dil derbas kir û xwîn çû ser mêjiyê wî li ber sekeratê ye
11:51 Leşkerê li ser sînor leşkertî dikir, kirin karantînayê
11:28 Hevşaredarên Êlihê bi kelepçeyê derxistin pêşberî dozger
11:25 Xebatkarên tenduristiyê yên hatin îxrackirin dixwazin li dijî vîrûsê vegerin karê xwe
11:24 Hejmara kesên ji ber vîrûsê dimirin zêde dibin
11:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîn pêdiviya civakê temîn dikin
10:59 Di baxçeyê nexweşxanê de konê karantinayê vedan
10:30 Şanogeran 27'ê Adarê Roja Şanoya Cîhanê pîroz kir
10:14 Aborînas Sonmez: Çareserî parvekirina serwetê ye
10:12 'Pêşnûmeya înfazê mîna vîrûsê tirsnake’
10:11 ‘Bi dabînkirina pêdiviyên civakê re qedexeya derketina derve dikare were ragihandin’
09:38 Berteka Unsalê ya ji bo qeyûman: Tu aliyeke wê ya bê ravekirin tuneye
09:26 Astsûbayê Dîlek Kaya kuşt hat girtin
09:24 Ciwanan li dijî vîrûsa coronayê tora piştevaniyê ava kirin
09:23 Li Tirkiyeyê serê polîs 211, cendirme 92 û serê bijîşkekî 498 kes dikevin
09:22 ‘Bêyî ku cudakarî bê kirin divê girtî bên berdan’
09:22 ‘Qeyûm darbeya li dijî şaredarîvaniya civakparêz e'
09:21 Ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirine!
09:11 'Ên tiryakê difiroşin tên berdan, lê zarokên me?'
09:11 Şaredariya Sêrtê ji bo parastina tenduristiya gel 42 park girtin
09:10 Sal neqediya 46 şaredariyên HDP’ê hatin desteserkirin
09:10 Serokê Baroya Mêrdînê Elîk: Di vê pêşnûmayê de cihêkarî heye
09:09 Li Herêma Egeyê 269 girtiyên nexweş di talûkeya vîrûsa corona de dijîn
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2020'AN
26/03/2020
23:04 Koca: 16 nexweşên me yên din jî mirin, hejmara miriyan bû 75
21:14 Nûçegihanên me Topaloglû û Eser ji girtîgehê derketin
17:09 2 car muebeta giran li Saglamê du jin kuştin hat birîn
16:55 Nûçegihanên me Topaloglû û Eser hatin berdan
16:42 Li Beykozê angaşta ‘goristana vîrûsê’
16:38 Rêxistinên Kedê yên Amedê: Cudahiyê nexin zagona înfazê
16:27 YSK’ê mazbata Serokşaredarê Ceyhanê betal kir
16:07 Bila xebatkarên ASM'ê di testê re derbas bibin
15:44 Ziyareta parêzeran a li girtîgeha Wanê qedexe kirin