SÊRT - Li Sêrtê polîsan bi ser malan de girt û 7 kes binçav kirin.
Polîsan serê sibê li Sêrtê bi ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de 7 kes binçav kirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Ozalp, Îbrahim Ekîncî, Metin Ekîncî, Berxwedan Dayan, Keştî Dayan, Ferhat Dayan û Kadrî Dayan jî hene. Polîsan di serdegirtina malan de malzemeyên dijî tal desteser kirin û 7 kesên binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.