ÎZMÎR – Xwişka Mustafa Koçak ê bi daxwaza “darizandina adil” 265 roj in di rojiya mirinê de ye Mîne Koçak got: “Kekê min di nava çar dîwaran de li ber xwe dide û ji bo bijî li benda hêviyekê ye.”
Mustafa Koçak ê girtî ji kuştina Dozgerê Komarê Mehmet Selîm Kîraz ê li Dadgeha Stenbolê wezîfeyê dikir tê darizandin. Bûyer di 31’ê adara 2015’an de pêk hatibû. Sala bihûrî dadgehkirina Koçak hat lidarxistin û cezayê girankirî yê muebetê lê hatibû birin. Piştî cezakirinê Koçak bi daxwaza “Li dadgeha adil û serbixwe darizandin” û “Îşkencekar werin darizandin” dest bi greva birçîbûnê kiribû. Koçak ê li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê di roja 93’yemîn a greva birçîbûnê de çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. Di roja 255’emîn de bi darê zorê mudaxeleyî Koçak hat kirin. Koçak di 12’ê adarê de birin Girtîgeha Tîpa F a Kiriklara Îzmîrê û 265 roj in di rojiya mirinê de ye.
‘BERXWEDANEK BÊPHEMPA DIDOME’
Nuriye Gulmen a li dijî îxrackirinê di sala 2017’an de ketibû çalakiya greva birçîbûnê li dar xistibû qala berxwedana Koçak kir û got: “Tevî îşkence, tecrîd û sansûrê jÎ berxwedana Mustafa didome. Berxwedana wî ya xurt didome. Werin em hemû bi hev re Mustafa ji girtîgehê derxin. Bi darê zorê mudaxeleyî Mustafa kirin. Mudaxelekirina bi darê zorê rêbazek îşkenceyê ye. Ew dixwaze adilane were darizandin. Lê mixabin daraz wek darek ango şivekî li serê me bikar tînin.”
‘LI BENDA HÊVIYEKÊ YE’
Xwişka Mustafa Koçak, Mîne Koçak jî da zanîn ku 10 roj in ew li ber girtîgehê ne û wiha got: “Heta em bi birayê min re hevdîtinê pêk bînin wê nobeta me dewam bike. Kekê min di nava çar dîwaran de li ber xwe dide. Heliyaye. Em naxwazin bimire. Kekê min li hundir li ber xwe dide û em li ber derî 24 saet di nobetê de ne. Şertên girtîgehê ji bo kekê min ne guncav e. Metirsiyên jiyanî ji bo kekê min hene. Ez naxwazim birayê min jiyana xwe ji dest bide. Tekane daxwaza wî darizandinek adilane ye. Her dawî ku ez pê re axivîm digot ‘Jiyankirin tiştek xweş e. Çi dibe bi destê min bigirin û bidin jiyîn.’ Piştî wisa got 5 roj şûn ve mudaxeleyî wî kirin. Kekê min hêj li ber xwe dide û ji bo bijî li benda hêviyekê ye.”
MA / Esra Solîn Dal