ÊLIH - Li Êlihê, polîsan bi ser mala belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Bayik de girtin û binçav kirin.
Li Êlihê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Bayik de girtin û binçav kirin. Polîsan deriyê malê şikandan, di malê de lêgerîn kirin û dest danîn ser bîlgiseyara Bayik.
Bayik ê hinceta binçavkirina wî nehat zanîn, birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê.