STENBOL – Li gorî daneyên dawî yên der barê vîrûsa corona (Covît 19) de, li tevahiya cîhanê heta niha 13 hezar kes mirin û zêdeyî 300 hezar kes jî bi şewbê ketin.
Şewba vîrûsa corona (Covît -19) hem li Tirkiyeyê û hem jî li tevahiya cîhanê roj bi roj qat bi qat zêde dibe. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) şewba vîrûsa corona wekî şewba kurevî îlan kiribû. Li gorî daneyên dawî yên 22'ê Adarê heta niha li tevahiya cîhanê13 hezar û 69 kes bi vîrûsa corona mirin. Li tevahiya cîhanê 308 hezar û 594 kes jî bi şewba vîrûsê ketin.
LI ÇÎNÊ HÊJMAR KÊM DIBE
Li Çînê ku yekem car vîrûs pêş ket û belav bû, di rojên dawî de kesên bi şewba vîrûsê dikevin tune. Heta niha li Çînê 81 hezar û 54 kes bi şewbê ketin û bi giştî 3 hezar û 261 kesan jiyana xwe ji dest dabû.
LI ÎTALYAYÊ MIRÎ ZÊDE DIBIN: 793 KESÊN DIN JIYANA XWE JI DEST DAN
Li Îtalyayê di 24 saetên dawî de 793 kesan ji ber vîrûsa corona jiyana xwe ji dest dan. Li tevahiya Îtalya heta niha bi giştî 4 hezar û 825 kes bi vîrûsê mirin. Dîsa li tevahiya welat 53 hezar û 578 kes jî bi şewba vîrûsê ketine.
LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ KÎTA TEŞHÎSÊ
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha vîrûs xuya nebûye. Çawa ku vîrûs derkeve holê dê qedexeya derketina derve îlan bikin.
LI TIRKIYEYÊ 21 KES MIRIN
Li Tirkiyeyê vîrûs belav dibe. Roj bi roj mirî zêde dibin. Heta niha 21 kesan jiyana xwe ji dest dan û 947 kes bi şewba vîrûsê ketine.
LI DYA MIRIN ZÊDE DIBE
Li welatê herî pêşketî DYA'yê jî roj bi roj hêjmara miriyan zêde dibe. Heta niha 348 kesan jiyana xwe ji dest dan û 26 hezar û 892 kes bi şewbê ketin.
LI ÎSPANYAYÊ JÎ ŞEWB BELAV DIBE
Li welatê Îspanya jî şewb belav dibe û rêjeya miriyan zêde dibe. Heta niha Hezar û 382 kes mirin û 25 hezar û 496 kes bi şewbê ketin.
Li Almanya jî heta niha 22 hezar û 364 kes bi şewbê ketin û 84 kes bi şewbê mirin.
FRANSA: QEDEXEYA DERVE DIDOME
Li Fransayê jî ji ber şewba corona heta niha 562 kes mirin û 14 hezar û 459 kes bi şewbê ketin. Qedexeya derketina kolanan didome.
ÎRAN
Li Îranê jî şewb her ku diçe belav dibe. Heta niha li îranê hezar û 556 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li tevahiya welat 20 hezar û 610 kes bi şewba vîrûsê ketin.
ÎSRAÎL
Li Îsraîlê jî heta niha 883 kes bi şewbê ketine û tenê 1 kes bi şewbê miriye.
LI VENEZUELA KARANTÎNA DIDOME
Li Venezuela jî heta niha 70 kes bi vê nexweşiyê ketine û welat xistin bin karantînayê.
YEWMENÎSTAN
Li Yewmenîstanê jî heta niha 530 kes bi şewbê ketin û bi giştî 13 kes mirin.