STENBOL – Veysel Ok, ji bo rojnameger Zeynep Durgut a ku nûçeya dosyaya “Çeteyên Fihûşê” çêkiribû û ji aliyê malbata sûcdar ve gêf lê hatibû xwarin, bertek nîşan da û diyar kir ku polîtîkayên bêcezakirinê pêşiya mafyayê vedikin. Tûrgût Dedeoglû, bo rêxistinên çapemeniyê banga piştevaniyê kir.
Li Tirkiyeyê û li Kurdistanê li dijî Çapemeniya Azad êriş berdewam in. Rojnamegerên ji ber pergala darazê an tên girtin an jî bi biryarên kontrolên edlî ve nikarin karên xwe pêk bînin. Herwiha gelek rojnameger ji ber nûçeyên xwe ji aliyê çeteyan va gef dixwin. Herî dawî nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Durgut, li Şirnexê ji ber dosya “Çeteyên Fihûşê”, ji aliyê malbata Kenan Tatar ê ku di doz fihûşê de dihate darazindin, ji ber nûçeya ku der barê wan de çêkirî gef lê hate xwarin.
Hevdîrektorê Komeleya Medya û Xebatên Hiqûqî (MLSA) û Serokê Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî, Weşan û Çapxaneyê ya Konfederasyona Sendîqayên Karkerên Şoreşger (DÎSK Basin-Îş) Tûrgût Dedeoglû, gefxarina rojnamegeran nirxand.
Veysel Ok, bibîr xist ku di demên dawî de gelek hesabên medya dijital rojnamegerên Kurd tên astengkirin û wiha axivî: “Desthilat, tenê dixwaze agahî di bin nîrê wê de be. Pêvajoyeke aştiyê heye niha. Di pêvajoya aştiyê de rizabûna civakê hewce ye. Mirov dixwazin fam bikin bê ka ev pêvajo ber bi ku ve diçe. Lêbelê em dibinin ku muxatabên yekemîn ku rojnameger in hesabên wan tên astengkirin û hevdîtina wan û civakê asteng dikin. Ev yek jî di pêvajoya aştiyê de nakokiyan çêdike. Li welêt ji ber ku dewleta hiqûqê nemaye mafya û çete bêtir derdikevin holê. Ji ber vê yekê rojnamegerên ku der barê sûcên van mafyayan de çêdikin gefan dixwin. Ji ber ku endamên mafyayê nayên darizandin, daraz bi bêcezatiyê ve pêşiya wan vedike. Mixabin rewşa îfadekirina azad niha ev e.”
‘JI BO ÇI ROJNAMEGERÊN MUXALIF DI HEDEFÊ DE NE?’
Tûrgût Dedeoglû, destnîşan kir ku nûçeyên rojnameger ji bo raya giştî pêşkêş dikin, di çarçoveya azadiya fikrî de ne û wiha axivî: “Daraz û girtina rojnamegerekî ji ber sedemên fikrî, bêalîbûna darazê bin pê dike. Di demên dawî de gelek rojnameger li ser medya dijital lînçên sistematik ve û bi tundiya darazê ve rûbirû dimînin. Helwesta darazê li gorî medya dijîtal tev bigere ev yek ne li gorî rêgeza darza serbixwe ye. Erka darazê cezakirina fikir nîne, divê maf û azadiyê biparêze. Tundiya li ser rexneyê nişana desthilatdariyê ye. Desthilat, pêvajoyeke di bin navê aştiyê de daye destpêkin. Ji aliyê din ve hûn dibînin ku rojnamegerên Kurd ên ku piştgiriyê didin pêvajoyê bi ceza dikin.”
BANGA PIŞTEVANIYÊ
Dedeoglû, der barê gefxarina “Çeteyên Fihûşê” bo Zeynep Durgut de wiha axivî: “Rojnameger bi derxistina sûc û bi agahdarkirina gel ve erkdar e. Raya giştî divê rojnameger biparêze. Herî dawî belavkara rojnameya Yenî Yaşamê Zîlan Gul, ji ber ‘firotin û belavkirina weşanên qedexe’ 2 sal 3u mehekî ceza girt. Em belavkaran jî wek rojnemevan dibinin. Em cezakirina kedkarên çapemeniyê bi tu awayî qebûl nakin.”
Dedeoglû, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Tirkiyeyê dora 500 rêxistinên çapemeniyê hene. Divê ev rêxistin bên cem hev û êdî bibêjin ‘êdî bes e’. Berê me didît ku li bajarên Kurdan rojnameger tên girtin û dikevin girtîgehan. Lêbelê êdî ev kar li welatên Tirkiyeyê jî heye. Divê em dengê xwe bidin bihîstin. Ev yek jî bi piştevaniyê ve pêkan e. Divê hemû komel û rêxistin piştevaniyê bidin. Divê em bi hevre li dijî vê rejîma desthilat têbikoşin.”
MA/ Melîk Çelîk