AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 2’yemîn Rojên Şanoya Gerok a Zarokan li 3 navçeyan li dar xist û ji bo zarokan lîstik hatin pêşandan.
2’yemîn Rojên Şanoya Gerok a Zarokan a ku ji aliyê Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a girêdayî Daîreya Çand û Xebatên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam kir.
Li navçeyên Xana Axpar, Bismil û Sankûşê di çarçoveya 2’yemîn Rojên Şanoya Gerok a Zarokan lîstik hatin pêşandan.
XANA AXPAR: ZAROKAN KÊF KIRIN
Koma jonglor a 6 kesî li kolanên nevçeya Xana Axpar bi zarokan re li Parka Nûjîyanê kom bûn. Zarokan, lîstikên Mîrza û Keybanû yên Koma Stenbol û Hirço û Mozmozik ên Rûpoşa Şîn û performansa koma jonglor bi kêf temaşe kirin. Hevşaredarên Xana Axpar Semra Akyuz û Mehmet Şerîf Arzû tevî zarokan beşdarî çalakiyan bûn.
SANKÛŞ
Li bexçeyên Navenda Çanda Sankûşê Lîstikên Civakî ya Li Kolanê koma jonglor bo zarokan performans nîşan dan. Zarok, bi performansa koma jonglorê ve kêf kirin.
BISMIL
Li Baxçeyê Gel ê Bismilê Koma Tiyatroba, ji bo zarokan lîstika Daristana Me lîst û koma jonglor performansek nîşan da. Hevşaredara Bismil Mizgîn Ekîn tevî zarok û malbatên wan performans temaşe kirin.
2’yemîn Rojên Şanoya Gerok a Zarokan îro dê li navçeyên Hêni, Erxenî, Hezro û li Farqînê bidome. Lîstikên şano dê li parkên navçeyan saet 19.00’an de bên nîşandan.