* Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Gûleç têkildarî hevdîtinên li Enqereyê diyar kir ku ew armanc dikin di dema pêş de bi hewldanên cuda piştgiriyê bidin pêvajoyê.
* Rewşa tenduristiyê ya girtiyê bi navê Devrîm Ayik ê ji sedî 76 astengdar e û nexweşê giran e, li girtîgehê roj bi roj nebaş dibe. Dayika Ayik Hûlya Ayik banga berdanê kir û got, "Devrîm ji çarenûsa xwe re tê hiştin, li benda mirinê hatiye hiştin."
* Serbestberdana girtiyê bi navê Beyar Ûgûrlû yê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 a Elezîzê 30 sal cezayê xwe qedand, bi hinceta ku gotiye, 'Ez piştgiriyê didim Ocalan' ji bo 6 mehan hate taloqkirin .
* Polîsan dema Îslam Kaya birin girtîgehê bi qûndaxa çekê êrîşî wî kir û bû sedema xwînsariya mejî û hat îdîakirin ku dema leşkeran li serê wî nobet digirt li nexweşxaneyê xwe întîxar kiriye. Hemû lêpirsîn bi biryara neşopandinê bi encam bûn. Hevsera wî Meryem Kaya 6 sal in li kujerê hevserê xwe digere.
* Li Bedlisê hejmara hilberînerên tûtinê ku demekê debara bi hezaran malbatan dikir, her roj kêm dibe. Hilberînerên ku saet di 03:00 de diçin zeviya titûnê, li dijî krîza aboriyê û qedexeyan li ber xwe didin.
* Elazığ 2 Nolu Yüksek Güvenlikli Cezaevi’nde 30 yıllık cezasını tamamlayan tutsak Beyar Uğurlu’nun tahliyesi, “Öcalan'ı destekliyorum" dediği gerekçesiyle 6 ay ertelendi.
* Kaniya Çirê ya herêma Timoqê ji ber sergoya kesên tên seyranê bi tunebûnê re rûbirû maye.
* ÎHD dê li Amedê li otelekê konferansek bi navê "Rêya Aştî: Bîr û Edaletê" li dar bixe. (09:00)
* Komeleya Şêx Seîd wê li Amedê komxebateke bi mijara "Li Kurdistanê 100 Sal: Rastî, Edalet û Aştî" lidar bixe. (09:00)
* Platforma Yekitiya Jinên Kurd wê 3'emîn Konferansa Platforma Jinên Kurd li avahiya DTSO pêk bîne. (10:00) ZINDÎ
* Meclisa Jinan a Şaxa Îzmîrê ya DAD'ê wê ji civîna bi navê "Jinên Elewî aştiyê nîqaş dikin" li avahiya komeleyê ya li Çîglî malovaniyê bike. (11:00)
* Dayikên Şemiyê dê li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane bidomînin. (12.00)
* Çalakiya xizmên windayan a heftane wê li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê bidome. (12.00)
* Li Stenbol û Enqereyê têkildarî girtiyên nexweş daxuyanî bê dayîn. (13:00)
* Platforma Şaxên Amedê yên KESK'ê çalakiyên xwe yên bi sernavê 'Biryarname wê dûr bikevin, em ê bi ser bikevin' li ber Ofîs AZC Plaza dewam bike. (13:00)
* Tora Piştgiriya bi Koçberan re, wê bi wesîleya 21'ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê li Meydana Şişhane ya Stenbolê daxuyaniyê bide. (14:00)