STENBOL - MKG dê ji bo rojnameger Perîhan Sevda Erkilinç ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hate girtin û nexweş e, dê banga piştevaniyê bike.
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) dê sibê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo nûçegihana rojnameya Ozgur Gelecekê ku ji 2'yê Gulanê ve girtî ye, daxuyaniyê bide. Perîhan Sevda Erkilinç li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin, nexweşiya çolyakê pê re heye û pirsgirêkên tenduristiyê dijî.
MKG'ê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal têkildarî mijarê ev peyam parve kir: “Nûçegihana rojnameya Ozgur Gelecekê Perîhan Sevda Erkilinç, ji 2'yê Gulanê ve li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin. Sevda, ku nexweşiya çolyakê pê re heye, mafê parêzek bê gluten nagire û nikare xizmetên tenduristiyê bigire. Em ê li Şaxa ÎHD’a Stenbolê bicivin da ku hevgirtina xwe ya bi hevkara xwe re nîşan bidin.”