DEM Partî amadekariya çûyîna Îmraliyê dike: Dibe ku partiyên cuda jî biçin hevdîtinê

img
ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan anî ziman ku amedakariyan dikin ku di demeke kurt de biçin Îmraliyê û dibe ku Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî yên din re jî hevdîtinê bike. 
 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, li navenda partiya xwe têkildarî civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) civîna çapemeniyê li dar xist. Ayşegul Dogan da zanîn ku yek ji mijarên sereke yên di MYK'ê de hatine nîqaşkirin, komîsyona tê plankirin li Meclîsê bê avakirin e. 
 
Ayşegul Dogan anî ziman ku pirsgirêka Kurd tenê ne pirsgirêka Kurdan e û ew ji bo çarserkirina pirsgirêkê amadekariyan dikin. Dogan destnîşan kir ku partiyên muxalefetê yên ku ew bi wan re civiyan e daxwaza “têkiliya rasterast, ragihandin, agahdarkirina li ser mijarê û zelaltiyê” dikin. 
 
HEVDÎTIN DÊ BIDOMIN
 
Ayşegul Dogan diyar kir ku ew bi AKP û MHP re jî civiyan e û ev hevdîtin dê berdewam bikin û got: “Em ne tenê bi partiyên siyasî yên ku di meclisê de temsîl dikin re hevdîtin dikin. Hevdîtin berdewam dikin û dê bi partiyên siyasî yên cuda yên ku di meclisê de temsîl nîn in re jî berdewam bikin. Ev hevdîtin dê di serdema nû de jî berdewam bikin. Piştî van hevdîtinan daxuyaniyên nivîskî hatin dayîn.”
 
AMADEKARIYA ÇÛYÎNA ÎMRALIYÊ
 
Ayşegul Dogan bal kişand ser hevdîtinên li gel Abdullah Ocalan û wiha got: “Em wekî DEM Partiyê jî amadekariyan dikin ku biçin Girava Îmraliyê. Em plansaziya vê yekê dikin ku tavilê serdana Girava Îmraliyê bikin. Em bi şandeyek ku ji endamên Rêveberiya Navendî ya partiya me, tevî hevserokên me pêk tê biçin Girava Îmraliyê. Em amadekariyan dikin ku rasterast bi birêz Ocalan re hevdîtin bikin û şêwir bikin da ku vê serdemê fam bikin û rave bikin û bi hêztir xwe birêxistin bikin. Em ê wekî şandeyek DEM Partî di demek herî nêz de serdana wî bikin. Dîsa pir îhtîmal e ku birêz Ocalan di rojên pêş de bi nûnerên partiyên siyasî yên cuda re jî hevdîtinê bike.”
 
OCALAN DIXWAZE BI YNK Û PDK'Ê RE HEVDÎTINAN BIKE
 
Ayşegul Dogan axaftina xwe domand û ev yek anîn ziman: “Dema em giranî û berfirehiya pirsgirêkê li ber çavan digirin; em difikirin ku dê ji bo birêz Ocalan sûdmend be ku bi birêz Mesut Barzanî, birêz Nêçîrvan Barzanî, birêz Mazlum Ebdî, birêz Qubat û Bafil Talabanî re hevdîtinan bike. Em jî dizanin ku ew dixwaze van hevdîtinan bike. Em dixwazin vê yekê bi raya giştî re parve bikin. Ev daxwaza birêz Ocalan e. Em jî difikirin ku dê ev yek sûdmend be. Ji bo wî pir hêja û girîng e ku bi serokên ji partiyên siyasî yên cuda û kesayetên girîng re were cem hev. Ev ji bo pêvajoya siberojê jî pêwîstî ye.”
 
 
 

Sernavên din

10/12/2025
12:18 Parêzerê ÇHD'î hat binçavkirin
12:16 Artemêt dibe bajarê azad û ekolojîk ê jinan
12:04 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê şerxwaziya we têk bibin
11:41 Rapora Mijdarê ya MKG'ê: Zextên li ser rojnamevanên jin didome
11:22 Lêkolîn: Ji sedî 97'ê dengdêrên DEM Partiyê dixwazin serdanên Îmraliyê bidomin
10:48 Akademîsyenê misrî: Dixwazim Ocalan di şertên azad de li Rihayê bibînim
10:42 Li Amedê mij bû sedema zehmetiyan
10:39 DEDAŞ ku ceza li 600 malî birî, ceryana ocaxa tenduristiyê jî birî
10:14 Oral ê ku Ayşe Înceyolê revand, heman şevê wî û cendirmeyan peyam ji hev re şandiye
10:13 Dr. Yavîç: Rewşa girtiyên nexweş divê ji bextê ATK'ê re neyê hiştin
10:12 Mînîbusa karkerên çandiniyê qelibî: 18 kes birîndar bûn
09:59 Hevserokê Meclisa Ermenan: Me xwe bi felsefeya heval Apo nas kir
09:18 Derhênera 'Xwêfiroş' banga xwedîderketina li xwezayê kir
09:16 Ji Abdullah Ocalan der barê bûyerên civakî de peyamên girîng
09:15 Girêsor ê Panosê veguheriye girê sergoyê
09:09 Derhênerê fîlma namzetê Oscarê: Em dixwazin Amed bibe Cannes a Kurdistanê
09:08 DEM Partî ji bo 'Nan û Aştiyê' dê ber bi Enqereyê ve bimeşe
09:02 Parêzer Azurtza: Divê bê zanîn ku Ocalan şexsiyetekî diyarker e
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2025'AN
09/12/2025
19:53 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nişandan
16:29 Li Wanê rêveberiya herêmî û GABB bi jinan re civiyan
16:25 Li Dêrsimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
16:20 Rêxistinên hiqûqê rapora binpêkirinên li girtîgehên Rihayê eşkere kirin
16:09 Dê di doza Ayla Akat Atayê de mutalaa bê amadekirin
15:58 Di îşkenceya kardêr de ceza li 4 kesan hat birîn
15:39 'Gotin, tu yê hêza Tirkan bibînî û îşkence li girtî kirin'
15:21 Der barê îdiaya kesa di wêne de biryara beraetê
15:01 Rojbîn Sonmez hat bibîranîn
14:31 Li Edliyea Şirnexê polîsekî hewl da xwe bikuje
13:55 Di lêpirsîna HDK'ê de cezayê girtîgehê li hunermend Pinar Aydinlarê hat birîn
13:29 Partî dê raporên xwe yên 'çareseriyê' berpêşî meclisê bikin
12:29 HSD: Hewldanên ji bo têkbirina aramiyê dê bi helwesteke xurt werin bersivandin
12:20 Konseya Bajêr dê bi rojeva dagirkeriya li Hewsel û Pira Dehderî bicive
11:11 Hevşaredarê Miksê ji bo vegere ser peywira xwe serlêdan kir
11:03 Şaredariya Agiriyê di salekê de rengê bajêr guherand
10:41 Akademîsyen Lemkow: Ez tev li Abdullah Ocalan dibim
10:33 'Abdullah Ocalan me vedixwîne nîqaşa sosyalîzmeke nû'
10:04 Hevserokê ÎHD'a Antalyayê: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin
09:40 ‘Li dijî tundiya mêr-dewletê em mîsogeriya hev in'
09:39 Ji bo bajarên Wan, Şirnex, Sêrt û Colemêrg hişyariya barînên zêde
09:38 Li Licê banga têkoşîna hevpar: Em taxên xwe biparêzin
09:15 Irmak: Zimanê hevpar di festîvalan de dikare bê bidestxistin
09:11 Bila Sûriye perçe nebe, lê bila Heleb ya min be!
09:04 Hîlala Zêrîn bi hunera xwe dîroka hatiye beravajîkirin ronî dike
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2025'AN
08/12/2025
22:42 Di roja duyemîn a Festîvala Fîlman a Amedê de 13 fîlm hatin nîşandan
16:38 Ji ber gotinên ‘Mahabad’ û ‘Kurdistanê’ ceza dan girtiyan
16:37 ‘Tişta mezin dibe tenê xizanî, hejarî û birçîtî ye’
16:19 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:18 Li Pirsûsê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:18 Di bûyera ‘pêvajoya çareseriyê’ bi dawî kiribû de şopa tiliyê ya polîs li dosyayê hat zêdekirin
14:50 Kaganarslan: Fikrên Abdullah Ocalan ên têkildarî sosyalîzmê girîng in
14:18 Kurtulmuş: Pêvajo, projeyeke dewletê ye
14:02 Şaredariyê têkildarî Pira Dehderî daxuyanî da
13:47 Li Antalyayê bi mezinahiya 5.2’yê erdhej çêbû
13:44 Prof. Norman Paech: Netewe dewlet modela pêşerojê nîne
12:30 Li Elkê hezaz çêbû: Midûriyet li dozera kirêkirî digere!
12:29 Li ser 'Konferansa Navneteweyî' çendek nîşe: Divê mafên Kurdan bi rêya mafên kolektîf bên parastin
11:35 Veysî Aktaş: Hewce dike ku çepa Tirkiyeyê xwe hinek biguherîne
10:11 JINNEWS: Di Mijdarê de 23 jin û 3 zarok hatin qetilkirin
09:47 Ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînên zêde hat kirin
09:46 Li Srî Lankayê karesat: 627 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:18 Mele Dunayserî: Aştî ferz e, divê şert û mercên muzakereyê jî wekhev bin
09:17 ‘Li Licê ji ber bazirganiya tiryak û fihûşê ya bi destê dewletê tê kirin daraz bêkêr e’
09:13 Rapora girtiyê nexweş: Nakokî, teşxîsa kêm û nexweşiyên nehatine nivîsandin
09:05 Akademîsyen Orhan: Divê di verastkirina qanûnên entegrasyonê de ‘mafê hêviyê’ hebe
09:04 Çîroka Hemo yê 'Emîrê DAIŞ'ê'
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2025'AN
07/12/2025
21:30 Festîvala Fîlman a Amedê destpê kir
19:54 Li Eskîşehîrê kursa Kurdî hat astengkirin
18:51 PYD: Avakirina Sûriyeyeke nû bi demokrasî û sîstema nenavendî ve pêkan e
18:35 Konferans bi dawî bû: Em ji bo hêza gotinên Ocalan bibin welatê xwe li vir in
16:51 Tedawiya rojnamevan Aykol didome
15:37 Xelatgira Nobelê Şirîn Ebadî: Azadiya Abdullah Ocalan şertê sereke yê pêvajoyê ye
15:00 Saziyên ji bo alfabeya Kurdî hînî zarokan bikin çalakî kirin
14:53 Şîn û mewlûdên ji bo PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:39 Demîrtaş: Ev pêvajo ne parçebûnê, dê yekitiya birûmet pêk bîne
Fîgen Yuksekdag: Deriyên serdemeke nû hatin vekirin
14:38 Li Mêrdînê cade di bin avê de man
14:37 Prof. Paech: Hebûna Kurdan û kêmaniyan divê bi mafên kolektîf were parastin
14:06 Fîlozof John Holloway: Min ronahiya Rêber Ocalan anî vir
13:10 Dubbins: Banga 27’ê Sibatê ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn firsendekî mezin afirand
10:29 'Konferansa Navneteweyî': Êdî Kurd tev li pergala avaker a Rojhilata Navîn bûne
10:16 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:06 Parlamenterê berê yê Hindî: Rêgezên Ocalan dê ji bo hemû cîhanê aştiyê bîne
09:55 Beşdarên konferansê: Niha ne dema temaşekirinê, dema nivîsandina dîrokê ye
09:26 Dayikan got: Heta Rêberê me azad nebe aştî nabe
09:23 Bi hinceta deynê xwarinê yê li girtîgehê dest danîn ser bûrsa keça wî!
09:17 Li Dêrsimê berteka li dijî fihûşê: Tiştên tên kirin berdewama polîtîkayeke bi zanebûn e
09:15 Qeyûmî avahiya dîrokî dewrî wezaretê kir
09:08 Adalet Kaya: Em ê li Licê li dijî tora fihûşê komîsyonan ava bikin
09:04 Navnîşana sînemaya azad
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2025'AN
06/12/2025
20:03 Azîme Işik: Ji bo veguhertinê divê pîvana edaletê were qebûlkirin
19:21 Li Helebê banga ji bo azadiya Abdullah Ocalan
19:11 Fîdan: Ocalan dikare li Sûriyeyê bibandor be
18:26 NY: Li Sûriyeyê binpêkirinên mafên mirovan didome
18:03 Parlamenterê Îrlandî Kearney: Divê civaka sivîl tevlî pêvajoyê bê kirin
Serokwezîrê berê yê Katalonyayê Garcia: Ya herî girîng peymana we ya bi gelê we re ye
16:55 Bahçelî: Dê baskê duyemîn ê çûka aştiyê bê çêkirin û her kes dê firîna wê bibîne
16:45 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:42 Li sê bajaran bang ji bo girtiyên nexweş