Gel dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin

  • rojane
  • 10:32 9 Hezîran 2025
  • |
img
STENBOL - Endamê EFFP’ê Ercan Aktaş têkildarî kampanyaya “Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” axivî. Aktaş, diyar kir ku gelek kes dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikni û dê serî li Wezareta Dadê, girtîgehê û Serdozgeriya Komarê ya Bursayê bidin.  
 
“Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kiribû, deng veda. Li Kurdistan, Tirkiye û gelek deverên cîhanê têkildarî pêvajoyê xebat tên meşandin. Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) jî di 5’ê Hezîranê de kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de xebatên cuda tên kirin û tê armanckirin ku bi Abdullah Ocalan re rû bi rû bên kirin û tevahiya civakê tev li pêvajoyê were kirin. 
 
 
Endamê Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê Ercan Jan Aktaş têkildarî armanca kampanyayê û kitekitên wê axivî. 
 
JI BO HEVDÎTINÊ KAMPANYA HAT DESTPÊKIRIN 
 
Aktaş, diyar kir ku wan têkildarî pêvajoyê biryara gelek xebatan dane û got: “Kampanyaya ‘Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ jî yek ji wan xebatan e. Ji Partiya Çep a Ewropayê, Bloka Çep a Parlamentoya Ewropayê, ji Ingilistan, Efrîqaya Başûr û Ewropayê gelek nûnerên partiyên çep û sosyalîst, kesên serbixwe, nivîskar û rewşenbîr dê di xebatê de cih bigirin.”
 
Aktaş, bal kişand ser banga 27’ê Sibatê û got: “Ev bang, ji gavên ewil ên guherandina paradîgmayê bû. Daxuyaniyên birêz Ocalan mîna li Kurdistanê, li Ewropayê jî deng veda. Di vê çarçoveyê de me ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan kampanya da destpêkirin. Sê lingên kampanyayê hene. Ya yekemîn; em ê vîdeoyên kesan kişandin li ser malpera Foruma Azadiyê ya Ewropayê parve bikin. Piştre em ê li ser hesabên medyaya civakî parve bikin. Ya duyemîn; ji bo sererastkirina mercên fîzîkî yên birêz Ocalan û rakirina tecrîdê dê ji Girtîgeha Îmraliyê û Serdozgeriya Komarê ya Bursayê re daxwazname bên şandin. Ya sêyemîn jî dê ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê re daxwazname bên şandin.” 
 
ARMANC: AZADΠ
 
Aktaş, got ku armanca wan a ji kampanyayê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e, li Ewropayê çalakî û kampanyayên cidî tên kirin û gelek deverên cîhanê jî piştgirî didin. Aktaş, destnîşan kir ku paradîgmaya Abdullah Ocalan li Ewropayê rastî eleqeyeke mezin tên û anî ziman ku ew bi xwe jî di xebatên xwe de axaftinên Abdullah Ocalan weke referans nîşan dide. Aktaş, got: “Weke akademîsyenekî dixwazim birêz Ocalan bêhtir nas bikim û pê re rû bi rû nîqaşan bikim. Ev daxwaz, mafê herî xwezayî yê her kesên fikrên birêz Ocalan mereq dikin, nîqaş dikin û di dersên xwe de mînakan li ser didin e. 
 
Birêz Ocalan bi fikr û felsefeya xwe bandorê li me dike û dixwazin pê re hevdîtinê bikin. Divê kesekî wiha di tecrîdê de nebe. Birêz Ocalan ji bo Rojhilata Navîn û dinyayê dixwaze pergalekê ava bike. Kesayetekî wiha divê bikare xwe bigihîne dinyayê. Eleqeyeke cidî ya raya giştî ya navneteweyî bo paradîgmaya birêz Ocalan heye. Bi taybet jî li Ewropayê eleqeyeke zêde heye. Li ser dîwarên zanîngehên Ewropayê ev eleqeye baş xwe dide der. Kom û kesayetên çepgir, sosyalîst, ekolojîst û hwd. ên li Ewropayê bi kelecaneke mezin xwedî li paradîgmaya birêz Ocalan derdikevin û hewl didin ji xwe re bikin mînak. Weke mînak, şaredarê herêma Baskê ya Fransayê piştî ji me guhdarî kirî, gotibû ‘divê em jî ji bo herêmên xwe bixin meriyetê.’” 
 
BANGA TEVLIBÛNA KAMPANYAYÊ 
 
Aktaş, got ku eleqeyeke mezin bo kampanyaya wan heye û xwest hemû kes tev li bibe. Aktaş, axaftina xwe wiha qedand: “Tişta birêz Ocalan dixwaze bike yekser bandorê li jiyana me dike. Heke em bixebitin dê aştî çêbibe. Her yek ji me divê xwedî li jiyana xwe derkeve. Aktorê aştiyê jî birêz Ocalan e.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

13/06/2025
09:04 Trump: Heke bersiv were dayin em ê Îsraîlê biparêzin
09:04 Iraqê qada xwe ya hewayî ji hemû balafiran re girt
09:02 4 rojnameger hatin binçavkirin
09:01 ‘Li gorî nêrîna çep modela herî zêde hêviyê dide Rêveberiya Xweser e’
09:00 Welatiyên Enqereyê têkildarî pêvajoyê çi difikirin?
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:48 Kesên di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin
08:38 Ji DYA’yê daxuyaniya ewil: Di operasyonê de rola me tune ye
08:37 Netenyahu: Heta gef ji holê tê rakirin dê operasyon bidome
08:34 Li Îsraîlê rewşa awarte hate ragihandin
08:33 Îran: Îsraîlê ji bo xwe dawiyeke biêş amade kir
08:19 Îsraîlê êrişê Îranê kir: Serfermandarê Giştî Bakirî hate kuştin
12/06/2025
16:41 Li Xelfeliyê rojên pirtûkan dest pê kir
16:24 Ahmet Tekîn piştî 31 salan hate berdan
16:14 Li Qoserê trafo teqiya: 115 gund bê ceyran man
16:09 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 81 hezar û 686 TL ye
16:00 Navê Onder li Stenbolê li parkekê hate kirin
15:47 Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê hat avakirin
15:31 ÎHD’a Colemêrgê banga berdana girtiyên nexweş kir
14:25 Ji bo endamê HPG’ê Kocaman şîn hate danîn
14:06 Ji HPG'ê daxuyaniyeke girîng: Artêşa Tirk bi hemû cureyên çekan êrişên xwe didomîne
13:56 Tora Navbeynkarên Jin a Akdenîzê bi DEM Partiyê re hevdîtin kir
13:47 ÎSÎG: Di 12 salan de herî kêm 770 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:38 Rojnameger Rahîme Karvar tehliye bû
13:25 Baroya Amedê: Hejmara zarokên karker ên qeydkirî derket nêzî milyonek û nîvê
12:08 Li Hindistanê balafira rêwiyan ket
12:02 Ferîdun Yazar li ser gora xwe hate bibîranîn
11:25 TAJÊ ji bo 19 jinên Êzidî ku hatibûn şewitandin name ji NY’ê re şand
10:37 DEM Partî: Peywira herî lezgîn avakirina komîsyonê ya li Meclisê ye
10:33 Fransa: Me di navbera Tirk û Kurdan de navbeynkarî kir
10:10 Polîsên Iraqê avahiya Şaredariya Gel a Girzerikê desteser kirin
10:01 Ûkrayna û Rûsyayê cenazeyên leşkeran pevguhertin
09:29 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir
09:03 Bavê Dîlan Abay a ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû: Ji bo aştiyê jidilbûn divê
09:02 Gel li dijî paketa darazê bi bertek e: Divê girtî bên berdan
09:01 Lousie Regan: Di rewşeke Ocalan di hefsê de zehmet e pêvajo pêş bikeve
09:01 Ji bo doza rojnameger Reyhan Hacioglu bangewazî
09:00 Xwezayeke bêhempa: Karer
09:00 Li gundan piştgiriya ‘bişert’ a bi pêvajoyê re
09:00 Jiyana girtiyê nexweş Îlyas Arat di talûkeyê de ye
09:00 Bavê Rozerîn a li Sûrê hatibû qetilkirin: Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2025'AN
11/06/2025
16:47 Di balafira Pegasûs a ku diçû Amedê de nêzikatiya nijadperestî: Bi Tirkî biaxivin
16:34 DEM Partî amadekariya çûyîna Îmraliyê dike: Dibe ku partiyên cuda jî biçin hevdîtinê
15:21 Di lêgerîna petrolê ya li Gabarê de karkerek bi giranî birîndar bû
14:46 Rapora PRIO’yê hişyar dike: Şer giran dibin, dinya parçe dibe
14:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bang kirin: Girtiyê nexweş tavilê berdin
14:25 Îsraîlê Filistîniyên li benda alîkariyê qetil kir
13:44 Li Şirnexê kesek li ser giliyê ‘tecawizî zarokan kiriye’ hate binçavkirin
13:05 ÎSÎG: Di Gulanê de herî kêm 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:28 DEM Partî bi rojeva 'pêvajoyê' civiya
12:17 Ji bo meşa li dijî tiryakê banga tevlibûnê: Em bi hev re biguherînin
12:08 Xizmê girtî: Ji bo aştiya civakî divê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bê girtin
11:46 Li 3 şaredariyan hilbijartin hat kirin: GOP kete destê AKP’ê
11:32 Zeynel Kete: Sosyolojiya Elewiyan û modela ‘civaka demokratîk’ pir dişibin hev
10:52 Ji bo tehliyeya girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
10:46 Li Los Angelesê qedexeya derketina derve hate ragihandin
10:41 Li Kolombiyayê êrişên hemwext: 7 kes mirin, 50 kes birîndar bûn
10:30 Çiyayên Pasûrê bi rengên çîçekan xemilîn
10:25 Karkerên ku di bin tavê de 12 saetan dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
10:02 Gundekî di bin dorpêça leşkerî de: Li Wergenimayê bêhn girtin jî qedexe ye
09:56 7'emîn Rojên Ma Musicê dest pê dikin
09:41 Yazmaci: Ji bo berdana girtiyên nexweş pêdivî bi qanûnê nîne
09:24 Bi Mîhrîcana Boreka Kurd ve banga xwedîlêderketina çandê
09:06 Serlêdanên ji bo 7’emîn Pêşbirka Nivîsandina Lîstikên Kurdî dest pê kirin
09:04 Xelkê Amedê: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Ocalan azad be
09:04 Li gundê Ewrekê bihara dereng: Bi xweşikiya xwe mirovan mest dike
09:01 Meclis li dijî talana li Şirnexê bêdeng e: Nahêle bê lêkolînkirin
09:00 Perîşan Ozlu ku di şer de 2 zarokên xwe winda kir: Em bi Ocalan re ne
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2025'AN
10/06/2025
16:45 AYM’ê ji bo desteserkirina nameyên girtiyan biryara binpêkirinê da
16:14 Di doza mirina bi guman a Elîf Kaymazê de kesek hate girtin
16:06 ÎHD'ê ji bo Hatîce Onaranê ji Parlamentoya Ewropayê re name şand
15:53 Qeyûmê Wanê 30 neguhêzbar da ber firotinê
15:47 Li Wanê di qezaya trafîkê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest da
15:08 Li Dêrsimê ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
14:16 Ferdî Zeyrek hate definkirin
13:57 Li Kutahyayê bi pileya 4,5’ê erdhej çêbû
13:56 Dadgerek li Mêrdînê bi birîndarî hate dîtin
12:58 Kesên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
12:57 Ji kesên di keştiya Madleenê de 4 jê hatin dersînorkirin
12:56 Îsraîlê êrişî Yemen û Lubnanê kir
12:29 Îran dê li dijî DYA’yê teklîfekê pêşkeş bike
11:35 Zarokê ku li Xarpêtê kete golê xeniqî
11:15 Tehliyeya Şahîn ê 30 sal in girtî ye hate astengkirin
11:03 Rewşa namzetê serokkomariyê yê Kolombiyayê Turbay giran e
10:52 Partiya BastA! ya Swîsreyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji wezîr Tunç re name şand
10:49 Li Kûlû û Cîhanbeyliyê berhemdariya dexl û dan ji sedî 80 kêm bû
10:27 Trump li dijî çalakvanan 2 hezar leşker erkdar kir
09:55 Şaredariya Mûşê ji bo jinan 3 projeyên nû pêş dixe
09:09 Îsraîl aktîvîstên di keştiya ‘Madleen’ê de dersînor dike
09:08 Welatiyên ji bo geştê çûn Zozanên Alandeştê: Bila qedexe bên rakirin
09:07 Xelkê Enqereyê: Ji bo aştiya civakî divê Meclis berpirsyartiyê li xwe bigire
09:06 ‘Fikrên Ocalan ji bo biryarên Kongreya NADA'yê bûn îlham’
09:04 ‘AKP polîtîkayên xwe yên malbatê li gorî pêdiviyên kapîtalîzmê amade dike’
09:02 Di şer de ji malbata xwe 4 kes winda kir: Tenê bi axaftinê aştî nabe
09:01 Lîsa Çalan: Di civakîkirina pêvajoyê de roleke mezin dikeve ser milê hunerê
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2025'AN
09/06/2025
16:39 Li Sêrtê kesek di êrişa çekdarî de hate kuştin
16:04 Li Xozatê li dijî madenan meş hat lidarxistin