Rêxistinên hiqûqî dê ji bo 'mafê hêviyê' serî li Konseya Ewropayê bidin

  • rojane
  • 09:57 7 Hezîran 2025
  • |
img

STENBOL - Li Ewropayê, rêxistinên hiqûqî yên ku ELDH jî di nav de ye xwe amade dikin ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku heta meha Îlonê der barê 'mafê hêviyê' de dane Tirkiyeyê, agahdar bikin. Parêzer Rengîn Ergul diyar kir ku pêwîst e Tirkiye ji bo mafê hêviyê gavên pêwîst bavêje.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bêyî ku îmkana berdanê hebe di sala 2014'an de cezayê 'muebbetê yê girankirî' li dijî xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHS) binpê kir. Di dema DMME de biryar hat dayîn ku 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan bê ewlekirin, di nava 11 salên di ser re derbas bûne de ti sererastkirinên qanûnî nehatin kirin. Parêzerên Abdullah Ocalan û rêxistinên maf û huqûqî yên cuda ji Lijneya Wezîran a Konseya Ewropayê re (ku ji çavdêrîkirina biryarên DMME'yê berpirsiyar e) ya derbarê Tirkiyeyê de, agahî dan. Komîteyê di hevdîtinên xwe yên dawî yên di 17-19'ê Îlonê de pêk anî de Tirkiye hişyar kir û diyar kir ku ji bo sererastkirinên qanûnî yên pêwîst bên kirin wê heta Îlona 2025'an biryara navberê bide.
 
Di çarçoveya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan careke din derket pêş. Lê belê di vê qonaxê de heta niha der barê "mafê hêviyê" de gaveke şênber nehatiye avêtin. Bi nêzîkbûna meha Îlonê re, ku Komîteya Wezîran a AK'ê bal kişand, rêxistinên hiqûqî yên li Ewropayê jî dest bi amadekariyên agahdarkirina komîteyê kirin. Parêzer Rengîn Ergul ku hem endamê Komeleya Mafên Mirovan û Demokrasiyê ya Navneteweyî (MAF-DAD) hem jî Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ye, qala amadekariyên li Ewropayê kir.
 
ELDH JÎ CIH DIGIRE
 
Rengîn Ergul diyar kir ku li Ewropayê ji bo "mafê hêviyê" amadekariyên qanûnî hene û destnîşan kir ku di nava rêxistinên hiqûqî yên li ser vê mijarê dixebitin de Komeleya Hiqûqnasên Ewropayê ya ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Cîhanê (ELDH) heye. Rengîn Ergul bibîr xist ku beriya niha serlêdanên saziyên navneteweyî li Komîteyê hebûn, lê cara yekemîn e di vê astê de pêvajoyek îtirazê tê meşandin û wiha got: "Ji hêla parêzerên Birêz Ocalan û rêxistinên civakî yên sivîl ve teblîxatên cuda pêşkêşî Lijneya Wezîran hatine kirin. Ji sala 2021'an û vir ve ev pêvajo gelekî bêhtir sîstematîk bûye. Ev teblîxat xwe dispêre emsalên hiqûqî û belgeyên ku rejîma îdamê ya ji bo Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din, ne li gorî mafên mirovan e. Di teblîxatan de tê destnîşankirin ku Tirkiye ji bo mafê hêviyê misoger bike û rejîma înfazê ya heyî li dijî hiqûqê ye, sererastkirinên qanûnî yên pêwîst nekiriye."
 
BANDORÊN LI EWROPAYÊ
 
Rengîn Ergul li ser bandorên gengaz ên teblîxata ku ji Ewropayê li ser Komîteyê û Tirkiyeyê hatiye kirin axivî û wiha got: "Dibe ku ev yek zexta li ser komîteyê zêde bike. Ji ber vê yekê dibe ku komîte neçar bimîne ku li dijî Tirkiyeyê helwesteke tundtir nîşan bide. Naveroka planên çalakiyê yên Tirkiyeyê dikarin bi rengekî tundtir werin şopandin û bi rengekî aşkere werin rexnekirin. Ji bo Tirkiyeyê wê îtibara wê ya navneteweyî zerarê bidomîne. Di mijara Birêz Ocalan de nenaskirina mafê hêviyê ne tenê binpêkirina mafên şexsekî ye, di heman demê de rewşeke ku yekser bandorê li mafên bi hezaran girtiyên jiyanî yên hatine girankirin dike. Dadweriya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo hemû welatên endamên Konseya Ewropayê jî têkildar e. Wekî din, ev agahdarî bala raya giştî ya navneteweyî dikişînin û tevkariyê li nîqaşa zelal a qeyda mafên mirovan a Tirkiyeyê dikin. Ev jî bandorên siyasî çêdike, ne tenê yên zagonî."
 
11 SAL IN BIRYARÊN DMME'YÊ PÊK NAYÊN
 
Rengîn Ergul bi bîr xist ku 11 sal in biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih nayê anîn û got, "Cezayê muebbetê yê giran, bi taybetî bi rêziknameyên Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê û Qanûna Ceza re weke 'heta mirinê hepsa heta bi hetayê' tê avakirin. Li Tirkiyeyê, ji bo sûcên di çarçoveya Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) de, ji bo kesên cezayê muebbetê yê giran li wan tê birîn, ne ji aliyê hiqûqî ne jî di pratîkê de şensê berdana bi şert nîne. Ji ber vê yekê, nîqaşa li ser mafê hêviyê ne tenê ji bo rewşa Birêz Abdullah Ocalan, di heman demê de ji bo bi hezaran girtiyên li Tirkiyeyê cezayê muebbetê giran didin, derbasdar e. Ji bilî vê yekê, rejîma înfazê ya li Birêz Ocalan tê kirin gelekî dijwartir e û heta ne li gorî qanûnên heyî yên Tirkiyeyê ye."
 
BERPIRSYARIYÊN HIQÛQÎ YÊN TIRKIYEYÊ
 
Rengîn Ergul anî ziman ku îdîaya Wezîrê Dadê ya 'mafê hêviyê' di qanûnan de nîne, tê wateya redkirina hikûmetê ya ji bo bicihanîna biryarên DMME û AÎHS'ê nîn e, Tirkiye neçar e biryarên peymanên ku ew aliyekî wê ye bi cih bîne û wiha got: "Divê ev berpirsyarî ne weke parçeyek ji ti pêvajoyeke siyasî, weke ferzeke hiqûqê bi cih were anîn. Di warê prensîb û peywirên ku me rêz kirine de daxuyaniyên wezîr ne yên qebûlkirinê ne û ne jî di avaniya pêvajoya muzakereya demokratîk de cih digirin. Em qebûl nakin ku ti daxwazên me yên li ser mafê hêviyê, di pêvajoyeke siyasî de veguhere mijara bazariyê. Lê belê betalkirina Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê ku sedema van hemû binpêkirina mafên mirovan e û bidawîbûna pêkanînên li ser bingeha wê, wê bibe yek ji destketiyên herî girîng ên pêvajoya muzakereyeke demokratîk."
 
PROSEDURA ŞOPANDIN Û BINPÊKIRINÊ
 
Rengîn Ergul bi bîr xist ku Tirkiye heta Îlona 2025'an di vê mijarê de dem daye û wiha dewam kir: "Komîteyê di dawiya sala 2024'an de heta dawiya Îlona 2025'an dem da Tirkiyeyê. Hat diyarkirin ku eger heta vê dîrokê guhertinên zagonî pêk neyên wê 'biryara navberê' bê dayîn. Biryara navberê tê wateya şidandina şopandina dîplomatîk ji aliyê komîteyê ve. Lê belê eger Tirkiye biryarên DMME'yê bi cih neyne, prestîja wê yê navneteweyî xera dibe û prosedurên îxlalkirinê dikarin bên destpêkirin. Hem li Tirkiyeyê hem jî li navneteweyî çalakiyên cuda yên hiqûqî û siyasî tên plankirin. Lê belê, her ku şênber bibe em dikarin hûrgilîyên zêdetir parve bikin. Em li ser vê yekê nîqaş dikin ku divê rêxistinên civakî yên sivîl ên li Tirkiyeyê der barê pêvajoyê de xwedî tevlîbûn û amadekariyeke xurttir bin. Ji ber ku şert û mercên siyasî yên heyî û cewhera rejîma înfazê ya li Tirkiyeyê li ber çavan were girtin, pêwîste ev pêvajo bi rengekî baldar, rêxistinbûyî û berfireh were meşandin."
 
MA / Dîren Yurtsever

Sernavên din

09/06/2025
15:44 Çelîk ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:19 Midaxileya Îsraîlê ya li dijî Madleenê sûcê li dijî mirovahiyê ye’
13:33 Di qezaya trafîkê ya li Îzmîrê de 5 kes mirin
12:42 Fîlozof Lowy: Fikrên Ocalan ên têkildarî dîrok û civakê pir xurt in
11:49 Der barê şewata li Amedê de geşedaneke nû
11:21 Ji Iraqê piştgiriya bo kampanyaya ‘Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’
10:48 Ocalan pênûs diyarî zarokan kir: Em jiyana nû ava dikin
10:32 Gel dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
10:02 'Behsa aştiyê dikin lê em hêj jî nikarin biçin gundên xwe'
09:54 Xwebûn bi manşeta ‘Perspektîfa serkeftinê’ derket
09:22 Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan: Bila MESEM bên girtin
09:00 Parêzer Rihan Gok: 10'emîn Pakêta Darazê hewcedariyan bi cih nayne
09:00 Endamê SYKP Tûrgan: Pêwîstiya rêxistinên çep bi nûbûnê heye
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:55 Ji Îmraliyê bo Akademiya Jineolojiyê name: Projeya min a nîvco maye, bi Jineolojiyê re meşiya
08/06/2025
17:29 Îsraîl ji bo keştiya alîkarî dibir Xazeyê kete nava tevgerê
16:54 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiya civakî em ê derî bi derî bigerin
16:07 Bakirhan li Qersê cejna welatiyan pîroz kir
15:45 Ji Ocalan peyama cejnê: Ez Cejna Qurbanê bêyî qurban li gelê me pîroz dikim
15:26 Dayikên Aştiyê: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
14:45 Abdullah Ocalan piştî 26 salan cara yekemîn bi zarokan re hevdîtin pêk anî
14:41 Bîlançoya qezayên di 3 rojên cejnê de:26 mirî, 3 hezar û 590 birîndar
14:38 Malbatan ji bo cejnê serdana Îmraliyê kir
13:35 Berdana girtiyê 30 salî bi hinceta "rewşa wî ne baş e" hate astengkirin
09:03 Hejmara 119’emîn a kovara Jin weşiya
09:02 Doza êrîşa li dijî HDP'ê hat redkirin: Çek heye, lê gef nîn e
09:02 Bihuşta veşartî: Şikefta xwê
09:01 Li Wanê rez û baxçeyên 20 gundan ji ber nebûna avê ziwa bûn
09:01 Di xizmeta tenduristiyê de sîstemeke din pêkan e!
09:00 Alîkara Serokê Giştî yê EMEP'ê: Ti hinceteke hikûmetê nemaye
09:00 Li Mûşê dê Meclisa Jinê ya Bajar bê avakirin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:50 Li Deryaya Marmarayê erdhej
08:33 Li Kolombiyayê, di êrîşa çekdarî de namzetê Serokkomariyê bi giranî birîndar bû
07/06/2025
16:53 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana Dayikên Aştiyê
16:36 Ji bo girtiyên nexweş Ruzgar û Boran banga tehliyeyê
15:27 Pervîn Bûldan: Em ji pêvajoyê bawer in, ji ber ku Ocalan heye
15:16 Xizmên windayan: Bila hestiyên me bidin, bila goreke me hebe
15:16 Li Amedê hejmara kesên ji ber şewatê hatine binçavkirin derket 5'an
14:52 Hafiz Akdemîr dê li cihê ku hatiye qetilkirin bê bibîranîn
14:52 Dayikên Şemiyê: Me qet cejn pîroz nekir
14:41 AKP'ê DEM Partî ziyaret kir: Wê hiqûqa xwîşk/biratiyê bi hev re ava bibe
13:57 Li Dîlokê mirina bi guman a jin û zarokekê
11:29 Pîrozbahiya cejnê ya DEM Partî û MHP'ê: Cihê çareseriyê meclis e
10:31 33 sal derbas bûn: Kujerên Hafiz Akdemîr hê jî nehatine aşkerakirin
10:19 Destdirêjî li 3 xwendekaran kir: Ji ber sûcekî din hate girtin
09:57 Rêxistinên hiqûqî dê ji bo 'mafê hêviyê' serî li Konseya Ewropayê bidin
09:01 Jin dê vê havînê li dijî 'Sala Malbatê' xwe birêxistin bikin
09:01 Sezîn Ûçar a ESP'î: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê 'mafê hêviyê' pêk were
09:01 Dîmenên xweşik ên Çiyayê Gilîdaxê: Yên ku dibînin heyran dimînin
09:01 Bi dawîbûnek bû destpêka azadiya aboriya wê
09:00 Azmûn nêz dibin: Derfet wekhev nîn in, xeyalên ji bo çûyîna derveyî welat
09:00 Kana madena Olmez ê AKP'î zirarê dide tenduristiya welatiyan
09:00 ROJEVA 07'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:55 Şaredarê ku bi elektrîkê ket bi giranî birîndar bû
06/06/2025
16:57 Taziyeya kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan tê ziyaretkirin
16:35 Di arefeya cejnê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:55 Girtiyê 30 salî Kar hat berdan
15:09 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî şewatê lêpirsîn da destpêkirin
13:15 Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari pîrozbahiyên cejnê
12:11 Dr. Miley: Ji bo azadiya Ocalan divê pêşketin hebe
11:48 Li Colemêrgê goristan hatin ziyaretkirin
11:47 Li Eskişehirê ji bo xwendekaran lêpirsîna 'Îmamoglu'
11:35 Kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
11:35 Ji bo teqawitan cejn nîn e!
11:34 Welatiyên li Rihayê: Bi mafên wekhev jiyana bi hev re pêkan e
10:47 'Di Pakêta Darazê de wekhevî nîn e'
10:27 Ji ber zextên psîkolojîk ên şaredariyê civaknas nexweş ket
09:20 Bi navê 'malbata pîroz' êrîşên li ser mafên jinan
09:07 Ji Alain Baiou ji Ocalan re name: Em heta dawiyê li cem te ne
09:01 Girtiyên nexweş ên li Edene û Osmaniyeyê li ber mirinê ne
09:01 Soydan Akay: Divê berdêla çekdanînê aştî û avakarina civaka demokratîk be
09:00 ROJEVA 06'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:11 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
07:51 Hejmara kesên di şewata li Amedê de jiyana xwe ji dest dan derket 4'an
05/06/2025
17:44 Kesên ku di 5'ê Hezîranê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em dê aştî û demokrasiyê bînin
16:38 Li gelek bajaran serdana goristanan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:21 Der barê nexweşê şîzofrenî yê ku polîsan lê da bû û wî gilî kiribûn de biryar
16:14 Li Ebexê 'Bostanê Bajar a Jinan' hat vekirin
15:44 Di êrîşa Îsraîlê de 3 rojnamevan jiyana xwe ji dest dan
15:38 Di êrîşên Tirkiyeyê de 2 HPG'yiyan jiyana xwe ji dest dan
15:32 Kampanyaya 'Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim' hat destpêkirin
15:25 Li Basayê nexweşiya tebekê
15:22 DEM Partî: Parastina xwezayê û civaka demokratîk hev temam dikin
14:48 Welatiyên teqawid: Aborî bi aştiyê baş dibe
12:50 5 şaredarên CHP'î ji peywirê hatin dûrxistin
12:09 Dîwana Kongreya 12'emîn a PKK'ê : Ji bo bicihatina biryaran pêwîstî bi siyaseta demokratîk û misogeriya qanûnî heye
10:47 Ji DEM Partiyê biryara '1950 civîn'
10:30 Ji DBP'ê têkildarî Qetlîama 5'ê Hezîranê daxuyanî
10:27 Li Çanakkaleyê bi pîleya 4.8 erdhej
09:07 31 sal in girtî ye ji ber ku negot 'ez bêalî me' serbestberdana wî 8 mehan hat taloqkirin
09:06 'Eger kiryar neyê cezakirin, wê sibe rê li ber mirinên mezintir veke'
09:05 Qeyrana aboriyê li mazata ajalan bandor kir: Dê aborî tenê bi aştiyê ve baş dibe
09:03 Roja Hawirdorê ya Cîhanê: Krîza avhewayê mezin dibe
09:02 ‘Ji ber ku hevjînê wê dadgêr e, qanûn nayê binpêkirin’
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2025'AN
04/06/2025
16:40 Li Licê û Pîran serdana goristanan
15:31 Li Îzmîrê greva karkeran bi dawî bû
15:04 Rapor: Binkirasên xizmên girtiyan jî kontrol dikin
14:38 Ji DEM Partiyê li hember dîmenên binçavkirinê bertek: Bêçareya siyasî