Kana madena Olmez ê AKP'î zirarê dide tenduristiya welatiyan

  • rojane
  • 09:00 7 Hezîran 2025
  • |
AMED - Xebatên madenê yên endamê AKP'ê Îsmet Olmez ên li gundên girêdayî navçeya Pîran gel bê nefes hişt. Welatiyan diyar kirin ku ji bo rawestandina xebatên madenê li benda piştevaniyê ne.
 
Li taxên Pîrejmo û Herido yên navçeya Pîran a Amedê xebatên madenê yên Olmez Dogu Madencilik Nakliyat Sanayi ve Ticaret Limited Şirketi li gel bertekên welatiyan jî berdewam dikin. Şîrket bi salan e li herêmê madenên zirîç (kurşun) û çînko derdixîne. Xwediyê vê şîrketê Îsmît Olmez ê ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de li Colemêrgê weke namzetê şaredariyê yê AKP'ê hate nîşandan. Her wiha kanên madenê yên Îsmet Olmez xwezaya Colemêrgê jî wêran kiriye.  
 
Şîrketê bi daxwaza zêdekirina kapasîteyê di 26'ê Tîrmeha 2022'an de serî li Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê da. Wezaretê di 24'ê Tebaxa 2022'an de biryara 'Nirxandina Bandora Hawirdorê ya Erênî' da û çarçoveya lêgerînên li qadeke ji 24,94 hektarî hatin kirin, derket 532,77 hektarî. Li herêmê ji ber xebatên madenê bi sedan dar hatin qutkirin û zeviyên çandiniyê zerar dîtin. Dînamîta ku di dema lêgerîna madenê de hate teqandin, li gundan bû sedema hilweşînê. Rez ji ber toza ku çêbûye ziwa bûye û ji ber bikaranîna wesayîtên peywirdar rê nayên bikaranîn.
 
Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa Amedê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 2'ê Hezîranê de li herêmê lêkolîn kirin. Şêniyên gundan banga betalkirina xebatên madenê dikin. 
 
ZIRARÊ DIDE TENDURISTIYÊ
 
Keyayê gundê Pîrejman Mehmet Ulgaç bibîr xist ku di sala 1992'an de bi bahaneya 'ewlekariyê' tax hatiye valakirin û hatiye şewitandin û wiha got: "Niha jî bi projeyên mîna maden, petrol, bendav û santralên hîdroelektrîk re dixwazin mirovan ji malên wan derxînin. Mayinê taxa me mîna vîrûsê enfeksiyon girt. Mirov ji bo mayîna ji vê toz û dûmanê têdikoşin. Hinek ji ber nexweşiyên pişikê mirine. Di sala 2006 'an de dema li vê derê xebatên madenê nehatin kirin, bavê min bronşît hebû. Li ser şîreta doktor me ew anî gund. Piştî destpêkirina van xebatên madenê yên 2012-2013'an, bavê min 5 caran sewqî lênêrîna giran hat kirin û 2 sal berê jiyana xwe ji dest da. Sedema wê jî toza ji ber xebatên madenê bû."
 
Ulgaç diyar kir ku ew li dijî madenê li benda piştevaniyê ne û got, "Xwezaya li vir tê qetilkirin jiyana me ye. Darek tê wateya yek jiyanê. Hewaya ku em nefesê distîne, oksîjen jî jehr e. Niha jî pêvajoya hiqûqî didome. Armanca me ya yekane sekinandina van rantxwuran e."
 
NIKARIN NEFESÊ BIGIRIN
 
Hatûn Akay (86) ku nerazîbûna xwe ya li hemberî xebatên madenê nîşan da got, "Îsal darên behîv, tirî û zebze berhem nedan. Dema ku di xebatên madenê de dînamîtan diteqînin, mala me diheje. Di encama dînamîta teqiyayî de asîman di nava tozê de winda dibe. Em di nava vê tozê de bêhnê vedidin. Êdî em nikarin nefesê bigirin."
 
BANGA PIŞTGIRIYÊ
 
Abdullah Îzgî ku da zanîn ku mayinê hem zerar daye mirovan hem jî xwezayê û wiha got: "Ji ber mayinê êdî fêkî û zebze nikarin li bexçeyan bên çandin. Darên behîvê geş nabin. Kargehan herêmê ji hev vediqetînin. Ji ber madenê hilberîn çênabe. Dema ku hilberîn tune be, gel axê terk dike. Divê civaka demokratîk û rêxistinên civaka sivîl piştgiriyê bidin me. Pêwîste em erdnîgariya xwe bi giştî biparêzin. Ji bo parastina xwezayê jî di vê mijarê de çi ji destê me bê em ê bikin."
 
Nexweşa astimê Ayşe Yûrtsever diyar kir ku toza ji herêma madenê radibe bandoreke neyînî li wê dike û got, "Dema toz radibe, derî û paceyan digrim. Tenê em zirarê nabînin her wiha heywan û nebatjî zirarê dibînin. Ji ber vê yekê em keşfên madenê naxwazin."
 
Şinî Ezgî (87) bal kişand e ku divê xweza zêdetir neyê tunekirin û wiha got: "Bexçeyê me ji ber tozê ziwa bûye, em nikarin ji tiştekî sûdê werbigirin. Ji ber tozê em bi zehmetî bêhnê vedidin. Divê êdî ev lêgerîna madenê bê rawestandin."
 
Husnu Yurtsever bi van gotinan bertekên xwe anî ziman: "Bacan û xiyarên ku me li vir dixwarin, beriya xebatên madenê tehmeke cuda hebû. Lê piştî ku ew dînamît di sala 2011'an de teqiyan, hemû rez û baxçe hişk bûn. Min berê ji dareke behîvê 2 kîs behîv berhev dikir, lê îro nikarim behîveke bi tenê jî hilgirim. Em dixwazin ev xebat bên rawestandin û em dixwazin her kes piştgiriyê bide me."
 
MA / Heval Onkol
 

Sernavên din

16:53 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana Dayikên Aştiyê
16:36 Ji bo girtiyên nexweş Ruzgar û Boran banga tehliyeyê
15:27 Pervîn Bûldan: Em ji pêvajoyê bawer in, ji ber ku Ocalan heye
15:16 Xizmên windayan: Bila hestiyên me bidin, bila goreke me hebe
15:16 Li Amedê hejmara kesên ji ber şewatê hatine binçavkirin derket 5'an
14:52 Hafiz Akdemîr dê li cihê ku hatiye qetilkirin bê bibîranîn
14:52 Dayikên Şemiyê: Me qet cejn pîroz nekir
14:41 AKP'ê DEM Partî ziyaret kir: Wê hiqûqa xwîşk/biratiyê bi hev re ava bibe
13:57 Li Dîlokê mirina bi guman a jin û zarokekê
11:29 Pîrozbahiya cejnê ya DEM Partî û MHP'ê: Cihê çareseriyê meclis e
10:31 33 sal derbas bûn: Kujerên Hafiz Akdemîr hê jî nehatine aşkerakirin
10:19 Destdirêjî li 3 xwendekaran kir: Ji ber sûcekî din hate girtin
09:57 Rêxistinên hiqûqî dê ji bo 'mafê hêviyê' serî li Konseya Ewropayê bidin
09:01 Jin dê vê havînê li dijî 'Sala Malbatê' xwe birêxistin bikin
09:01 Sezîn Ûçar a ESP'î: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê 'mafê hêviyê' pêk were
09:01 Dîmenên xweşik ên Çiyayê Gilîdaxê: Yên ku dibînin heyran dimînin
09:01 Bi dawîbûnek bû destpêka azadiya aboriya wê
09:00 Azmûn nêz dibin: Derfet wekhev nîn in, xeyalên ji bo çûyîna derveyî welat
09:00 Kana madena Olmez ê AKP'î zirarê dide tenduristiya welatiyan
09:00 ROJEVA 07'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:55 Şaredarê ku bi elektrîkê ket bi giranî birîndar bû
06/06/2025
16:57 Taziyeya kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan tê ziyaretkirin
16:35 Di arefeya cejnê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:55 Girtiyê 30 salî Kar hat berdan
15:09 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî şewatê lêpirsîn da destpêkirin
13:15 Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari pîrozbahiyên cejnê
12:11 Dr. Miley: Ji bo azadiya Ocalan divê pêşketin hebe
11:48 Li Colemêrgê goristan hatin ziyaretkirin
11:47 Li Eskişehirê ji bo xwendekaran lêpirsîna 'Îmamoglu'
11:35 Kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
11:35 Ji bo teqawitan cejn nîn e!
11:34 Welatiyên li Rihayê: Bi mafên wekhev jiyana bi hev re pêkan e
10:47 'Di Pakêta Darazê de wekhevî nîn e'
10:27 Ji ber zextên psîkolojîk ên şaredariyê civaknas nexweş ket
09:20 Bi navê 'malbata pîroz' êrîşên li ser mafên jinan
09:07 Ji Alain Baiou ji Ocalan re name: Em heta dawiyê li cem te ne
09:01 Girtiyên nexweş ên li Edene û Osmaniyeyê li ber mirinê ne
09:01 Soydan Akay: Divê berdêla çekdanînê aştî û avakarina civaka demokratîk be
09:00 ROJEVA 06'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:11 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
07:51 Hejmara kesên di şewata li Amedê de jiyana xwe ji dest dan derket 4'an
05/06/2025
17:44 Kesên ku di 5'ê Hezîranê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em dê aştî û demokrasiyê bînin
16:38 Li gelek bajaran serdana goristanan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:21 Der barê nexweşê şîzofrenî yê ku polîsan lê da bû û wî gilî kiribûn de biryar
16:14 Li Ebexê 'Bostanê Bajar a Jinan' hat vekirin
15:44 Di êrîşa Îsraîlê de 3 rojnamevan jiyana xwe ji dest dan
15:38 Di êrîşên Tirkiyeyê de 2 HPG'yiyan jiyana xwe ji dest dan
15:32 Kampanyaya 'Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim' hat destpêkirin
15:25 Li Basayê nexweşiya tebekê
15:22 DEM Partî: Parastina xwezayê û civaka demokratîk hev temam dikin
14:48 Welatiyên teqawid: Aborî bi aştiyê baş dibe
12:50 5 şaredarên CHP'î ji peywirê hatin dûrxistin
12:09 Dîwana Kongreya 12'emîn a PKK'ê : Ji bo bicihatina biryaran pêwîstî bi siyaseta demokratîk û misogeriya qanûnî heye
10:47 Ji DEM Partiyê biryara '1950 civîn'
10:30 Ji DBP'ê têkildarî Qetlîama 5'ê Hezîranê daxuyanî
10:27 Li Çanakkaleyê bi pîleya 4.8 erdhej
09:07 31 sal in girtî ye ji ber ku negot 'ez bêalî me' serbestberdana wî 8 mehan hat taloqkirin
09:06 'Eger kiryar neyê cezakirin, wê sibe rê li ber mirinên mezintir veke'
09:05 Qeyrana aboriyê li mazata ajalan bandor kir: Dê aborî tenê bi aştiyê ve baş dibe
09:03 Roja Hawirdorê ya Cîhanê: Krîza avhewayê mezin dibe
09:02 ‘Ji ber ku hevjînê wê dadgêr e, qanûn nayê binpêkirin’
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2025'AN
04/06/2025
16:40 Li Licê û Pîran serdana goristanan
15:31 Li Îzmîrê greva karkeran bi dawî bû
15:04 Rapor: Binkirasên xizmên girtiyan jî kontrol dikin
14:38 Ji DEM Partiyê li hember dîmenên binçavkirinê bertek: Bêçareya siyasî
13:59 Li Wanê ji bo protestoya qeyûm ceza
13:55 Li Qoserê mirina jinekê ya bi guman
13:30 Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî kongreyê kirin
13:21 Li Îzmîrê grev di roja 7'emîn de ye
13:20 DFG: Di meha Gulanê 78 rojnameger hatin darizandin
12:50 Serxwebûnê xatir xwest: Ji bo destpêkeke nû…
12:44 Di teqîna 5'ê Hezîranê de birayî wî hatibû qetilkirin: Divê dewlet lêborînê bixwaze
11:54 Tevahiya perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand
11:26 10' emîn Pakêta Darazê hate qebûlkirin: 8 xal hatin derxistin
11:18 Li Rihayê di du salan de li hemberî 6 hezar û 287 zarok û jinan 13 sûc hatin kirin
10:38 Girtiyê nexweş ê ku hat berdan Başaran: Di pakêta darazê de tiştên dihatin hêvîkirin tunebûn
10:32 Piştî kongreyê yekem lêkolîn: Piştgiriya ji bo biryara PKK'ê ji sedî 71.5 e
10:19 Ji OHD'ê têkildarî 'mafê hêviyê' plana çalakiyê ya 3 mehan
09:53 Andy Carl: Ji bo pêşveçûna pêvajoyê tevlêbûna rêberên siyasî şert e
09:39 Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger: Divê sosyalîst di pêvajoyê de perpirsiyariyê tevbigerin
09:22 Lêpirsîna ÎBB'ê: Şaredar jî di nav de 22 kes hatin girtin
09:07 Analîstê daneyan Stevenson: Teknolojiya sûnî di îstîsmara zarokan de xetereyeke nû ye
09:06 Piştî dekbaz nehatin dîtin tedbîr ji bo malên şîrketa firoşkarê krîpto hate dayîn
09:05 Halîde Turkoglû: Bila hemû jin di ronesansa Rojilata Navîn de cih bigrin
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2025'AN
07:40 Li Helebê ji bo azadiya Ocalan meş hat lidarxistin
07:39 Nameya ku Abdullah Ocalan ji bo kongreya PKK'ê şandibû hat weşandin
03/06/2025
15:26 Li Mêrdînê gel Şîrketa GES'ê ji gund qewirand
15:24 Zîhniyeta ku bi salan e neguheriye: Yên binçavkirî bi yek rêz derxistin pêşberî kamerayan
15:11 Ji bo statû û perwerdehiya Kurdî meşiyan Tirba Ehmedê Xanî
15:01 Karsazên hatin kuştin hatin bîranîn: Aştî rûbirûbûn e, darizandina kujeran e
14:14 Bahçelî: Eşkere ye ku rêyeke me ya din nîne
14:07 Di roja 6'emîn a grevê de bang li şaredariyê kirin
12:42 Tulay Hatîmogullari: Dema me zêde nîn e, pêwîstî bi paqijiya rê heye
12:39 Navên Durre Kaya û Muhsîn Melîk dê li Curnê Reş bên parastin
11:54 Li gorî TUÎK'ê di meha Gulanê de enflasyon ji sedî 35,41 e
11:45 Dadgehê, qedexeya li ser navê 'Mem û Zîn' rakir
11:36 Ji MKG'ê rapora meha Gulanê: 5 lêpirsîn, 6 doz, 1 girtin
11:23 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Siyaseta demokratîk ji çekan xurttir e