STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Jiyan Tosûn anî ziman ku guhertinên di Pakêta Darazê de kêm in û di sererastkirinên qanûnî de newekhevî heye.
Yekemîn Pakêta Darazê ya der barê girtîgehan de ku yek ji gavên ku tê payîn hikûmet di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de bavêje, ji meclisê derbas bû. Qanûna ku di nava raya giştî de weke '10. Pakêta Darazê' tê naskirin, bi sernavê 'Qanûna li ser înfaza ceza û tedbîrên ewlekariyê û guhertina hin qanûnan' di 4'ê Hezîranê de li Rojnameya Fermî hat weşandin û ket meriyetê. Nebûna daxwazên weke Desteyên Şopandinê yên Îdarî, rewşa girtiyên nexweş û înfaza cezayên muebbetê yên giranli pakêtê, ji bendewariya gaveke 'wekhevîxwaz' a ku siyaset û raya giştî hêvî dikir, kêm ma.
Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)'a Stenbolê Jiyan Tosûn, diyar kir ku ev pakêt binpêkirinên mafên mirovan kêm nake û wiha got: "Ji ber ku em bi gelek rewşên wiha re rû bi rû man û nêrîna partiyên din li ber çavan negirtin. Di rastiyê de qanûnên înfazê gelek bendên ku wekheviya binpê dike di nav xwe dihewîne. Ji roja destpêkê ve em weke Komeleya Mafên Mirovan bal dikişînin ser hukmên cihêkariyê yên di Qanûnên Înfazê de. Li aliyekî Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) di meriyetê de ye, lê di heman demê de Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) ya ku ji Qanûna Ceza ya Tirk girantir û taybet tê de heye. Û di dema çêkirina rêziknameya înfazê de, bi giştî kesên di çarçoveya Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê de hatine cezakirin, jê sûd wernagirin. Ji ber vê yekê mimkun e mirov bibêje ku di vir de rêzikname berevajî wekheviyê newekheviyê dihewîne."
ÇARESERIYÊN BINGEHÎN Û QANÛNÎ
Jiyan Tosûn da zanîn ku di çarçoveya Qanûna Bicihanînê de ji bo çareseriya pirsgirêkan çêkirina rêziknameyên bingehîn pêwîst e û got, "Ev ne pêvajoyeke ku gelekî zû bi pêş ve biçe ye. Parlemento dê piştî mehekê bikeve betlaneyê. Ji ber vê yekê wê prosedurên qanûndanînê yên li wê derê bisekinin. Di demekê da ku tê gotin ku pêvajoyek didome, em bawer dikin ku parlamento beriya ku bikeve betlaneyê dikare guhertinên qanûndanînê çawa werin kirin, xebatên xwe bidomîne. Bê guman, dema qanûn tên guhertin, girîng e ku akademî û pêşnûmeyên van guhertinan de cih bigirin, baroyên ku beşdarî vê bibin, û nêrînên partiyên din jî di qanûnan de cih digirin. Lewma ev yek wê bibe pêvajoyeke dirêj. Niha girîngiyeke jiyanî ye ku rê li ber rêziknameyan veke ku nexweşên girtî karibin tedawî bibin. Em nemaze vê daxwazê dikin."
BINPÊKIRINA MAFAN
Jiyan Tosûn diyar kir ku li girtîgehan hem ji aliyê girtiyên siyasî hem jî ji aliyê girtiyên edlî ve binpêkirinên giran ên mafên mirovan hene û têkildarî vê yekê gelek serlêdan ji wan re hatine kirin û wiha axivî: "Têkildarî binpêkirinên wekî ku ji malbatên wan dûr tên şandin, zêdebûna buhayê kantînê ya herî girîng ya vê dawiyê, dest danîna ser nameyan û nebûna mafê ragihandinê gelek gilî tên kirin. Her wiha di mijara xwegihandina xizmetên tenduristiyê û sûdwergirtina ji xizmetên tenduristiyê de gelek serlêdan hene. Wekî din mijarên weke nedîtina doktorê bijarteyên wan ji ber nexweşiyên giran û nekarin li gorî doktorê xwe yê bijartî emeliyat bibin hene."
MEKANÊN ÎŞKENCEYÊ
Jiyan Tosûn diyar kir ku bi zêdebûna hejmara cureyên girtîgehê yên bi navê girtîgehên bi tîpa S û Y ku girtîgehên bi ewlekariya bilind in, tecrîd kûr bûye û wiha dewam kir: "Ev girtîgeh ji bo gelek binpêkirinên mafan ên weke ragihandin, bêhngirtina hewayê paqij, civakîbûn û hurmet nîşandana li qada jiyanê ya taybet hatine amadekirin. Rastiyeke ku cihên wan ji navendên bajaran gelekî dûr in, tê wê wateyê ku girtî bi temamî ji têkiliya bi hev re qut in. Bi rastî jî ev der ji ber avahîyên xwe dikarin ji bo mirovan wekî tesîsên îşkenceyê bên nirxandin. Eger em ê li ser pêvajoyekê, demokratîkbûyîn û dewleta hiqûqê biaxivin, divê her kes bala xwe bide girtîgehan û tavilê guh bide bangên mirovên jiyana wan di xeteriyê de ne; divê di zûtirîn demê de rêzikname werin çêkirin da ku karibin li derve bigihîjin tedawiyê."
MA / Yeşîm Tukel