COLEMÊRG – Li Geverê kurê şivan Sertîp Şen ê 6 sal berê ji aliyê Çawişê Pispor M.T ve hat qetilkirin Abdullah Şen got, "Eger kiryar neyên cezakirin, piştî vê bûyerê wê bêhtir wêrek tevbigerin. Di demên pêş de wê rê li ber cînayetên hîn mezintir veke."
Ev 6 sal in ku şivan Sertîp Şen (46) ê ku 2'yê Gulana 2019'an li gundê Wargenima yê navçeya Gever a Colemêrgê dema ku heywanên xwe diçêrand hate gulebarankirin, li nexweşxaneya ku lê dihate girtin jiyana xwe ji dest da. Di rapora otopsiyê de derket holê ku ji ber guleya li nêzî dilê wî ketiye jiyana xwe ji dest daye. Çawişê Pispor ê bi navê M. T. ku çeka leşkerê bi peyman H.A ji bo kuştina Şen bi kar anî, bêyî bê girtin tê darizandin. Malbat daxwaza girtina faîl û cezayê girtîgehê dike.
Kurê Sertîp Şen Abdullah Şen diyar kir ku bavê wî beriya were qetilkirin ji ber qedexeyên zozanan destûr wergirtine û wiha got: "Bavê min di 2'ê Gulana 2019'an, saet derdora 15:00 hat qetilkirin. Roja ku bavê min hat qetilkirin ketin û derketinê gund de noqteyên kontrolê hebûn û piştî bûyerê demildest ji gund derketin û çûn. Li derdor tu leşker nehiştin. Cîranek me dema ji bo berhevkirina pincar diçe wê herêmê dibîne ku bavê min hatiye kuştîn, em dereng hîn bûn. Dema em çûn ser cenazeyê bavê min, me dît ku bi hedefgirtinê qetil kirine. Ji ber ku qadeke vekirî bû û li derdorê berf hebû. Her wiha li gel wî 70 mih hebûn. Leşkerê ku bavê min qetil kir di îfadeya xwe de got ku dema gule berdaye li derdorê kes tunebû, agir berdaye hewa. Lê ev derew in, bavê min hedef hat girtin."
Şen ku anî ziman ku piştî gulereşandina bavê wî pêşî li ambûlansan hatiye girtin û got, "Eger destûr ji derbasbûna ambûlansan re bihata dayîn, dibe ku bavê min bijiya. Lê belê derbasbûna ambûlansê li çûn û hatinê girtin û rêya gund girtin. Dîsa axaftina li ser van xemgîniyan pir bi êş û zehmet e. Leşkerê ku bavê min kuşt, ev 6 sal in bêyî ku encamekê bistîne li derdorê digere. Ne tê cezakirin û ne jî tê girtin. Lazim e ev kujer di zûtirîn demê de were girtin. Kesê bavê min kuşt ne leşker e, kujer e. Ne diyar e bê ka li ku, kengî û kî wê piştre bikuje. Sûcdarekî potansiyel e. Eger kiryar neyên cezakirin, piştî vê bûyerê wê bêhtir wêrek tevbigerin. Di demên pêş de wê rê li ber cînayetên hîn mezintir veke."
'BILA KIRYAR BÊ CEZAKIRIN'
Şen a ku anî ziman ku piştî kuştina bav xwîşka wî nekaribûye ji ber êşa kuştina bav xwe ragire û jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Xwişka min gelekî ji bavê min hez dikir. Ew bi mirina wî wêran bû. Ew ji ber êşa ku kişandibû mir. Ji ber vî kesî li mala me aramî nemaye. Em dixwazin ev kiryar bê cezakirin da ku wijdanê me rehet bibe. Kujerekî ziman, ol û nîjad tune ye. Kujer kujer e. Kesê ku mirovekî bêguneh dikuje, jê re kujer tê gotin. Ji ber ku em xwişk-bira ne û li welatekî hevpar dijîn, hingî divê her kes bi rengekî wekhev tevbigere. Divê Kurd, Tirk û Elewî hemû bi heman rengî nêzîk bibin. Lê belê heta ku ev neheqiyên bi vî rengî hebin, em nikarin qala biratiyê bikin. Ev helwest nayê qebûlkirin. Divê destê xwe deynin ser wijdanên xwe û bi vî rengî ceza bidin."
Şen bi salan e ceza negirtina kiryar wek bêedaletî pênase kir û wiha got: "Dema ku niha li jiyana xwe dinêrin, em hê jî êşa bavê xwe dijîn. Em ê vê yekê ti carî qebûl nekin. Tu sûc û gunehê bavê min tune bû. Ji bo kuştina mirovekî ku tenê sûcê wî çêrandina heywanên xwe ye, bêdilî ye. Em ti carî nikarin qebûl bikin ku kiryar tenê salek du sal in bê cezakirin. Cezayê du salan ê ji bo sûcdar tenê ji bo wî bibe cejn. Ji bo wan ne ezab e, lê ji bo wan xelat e. Heke min ev cînayet pêk bianiya, ez ê bêyî serbestiya bimînim cezayê muebetê li min bibira. Lê belê dema kiryar leşker be, ceza tê kêmkirin. yê bavê min kuştiye, sibe dikare bi hêsanî yekî din bikuje."
Şen bal kişand ser pêvajoya berdewam dike wiha got: "Ger pêvajoyek aştiyê hebe divê dewlet bi samîmiyetê gavan bavêje. Çi Tirk û çi jî Kurd ferq nake, kesên ku însanan dikujin divê bên cezakirin. Em naxwazin dewleta Tirk feraseta 'Ez birayê we yê mezin im, ez çi bixwazim ez ê bikim' li ser me ferz bike. Ji bo wan bes e ku her kesî wekhev derman bikin. Hemû kesên ku rastî îşkenceyê hatine, mafên wan hatine binpêkirin û hatine kuştin divê bi awayekî adilane bên dermankirin. Heta niha em Kurd her tim li ber zilmê radibin û divê dawî li vê zilmê were."
MA / Mazlum Engîndenîz