Andy Carl: Ji bo pêşveçûna pêvajoyê tevlêbûna rêberên siyasî şert e

  • rojane
  • 09:53 4 Hezîran 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Andy Carl ku li ser hevdîtinên aştiyê yên li welatên cuda şêwirmendiyê dike û ji bo pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd destnîşan kir ku yek ji şertên pêşvebirina pêvajoyên bi vî rengî, tevlîbûna bi temamî ya rêberên siyasî ye.

Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd, bala mirov çû ezmûnên çareseriya pirsgirêkên neteweyî yên li welatên cuda. Andy Carl ku di pêvajoyên aştî û diyalogê de şêwirmendî kir, biryara PKK'ê ya bêçekkirin û fesîxkirinê weke 'gaveke wêrek' bi nav kir. Andy Carl ji salên 1980'î û vir ve li herêmên weke Ûganda, Etiyopya, Fîlîpîn, Başûrê Kafkasyayê û herêmên Bask û Katalan ên Îspanyayê pêşniyarli pêvajoyên aştî û diyalogê yên navneteweyî kir. Carl destnîşan kir ku biryara PKK'ê dikare ji bo çareseriya pevçûnên li gelemperiya cîhanê bibe mînak. Carl ku di sala 1989'an de di avakirina du saziyên civaka sivîl ên navneteweyî, International Alert û di sala 1994'an de jî çavkaniyên lihevkirinê de cih girt, baweriya xwe ya ji bo parastin û têkoşînê, her wiha dema diyalogê anî ziman. 
 
Carl ku niha li Enstîtuya Pêşveçûna Demokratîk (DPI) ku li ser çareseriya pevçûnan û pêşveçûna demokratîk disekine, wek şêwirmend dixebite û wiha got: "Zehmet e ku hem şer bikin û hem jî di heman demê da biaxivin. Di vê çarçoveyê de ez di wê baweriyê de me ku biryara PKK'ê ya ji bo meşandina armancên xwe bi rêbazên aştiyane û demokratîk, bi rastî jî biryareke wêrek e. Ev biryar ji aliyê taktîkî, stratejîk û exlaqî ve bi xwe wêrek e."
 
Carl pêvajoya ku berdewam dike ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand û diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo vebijarka demokratîk a li Îmraliyê parêzvanê domdar e û diyar kir ku şertên Ocalan ne tenê ji bo xwe ji bo her kesê ku tevlî muzakereyan dibin astengiyeke girîng e. Carl ev yek weke 'hem bangeke kûr û girîng, hem jî dijwariyeke rasteqîn' pênase kir û wiha got: "Ez dikarim spekulatîfekê bikim û dizanim ku yek ji pêşmercên rêveçûna pêvajoyên bi vî rengî, tevlîbûna bi temamî ya lîderên siyasî ye."
 
LIHEVNEKIRINA ÎSPANYA-KATALANYAYÊ
 
Carl bal kişand ser rola girîng a tevlîbûna aktîf a lîdertiyên siyasî ji bo serketina pêvajoyên aştiyê û wiha axivî: "Di dema dawî de, di pêvajoya şerê li ser serweriya navbera gelê Katalan û dewleta Îspanyayê de, ku ne çekdar bû, min derfet dît ku bi bibim şêwirmend. Gava yekem a vê pêvajoyê serbestberdana lîderên girtî yên Spanyayê bû. Ev pêngav ji bo çarçoveya Kurdî jî dersên girîng digire. Hin rêze serkeftin bi dest xistin, lê her tişt bi serbestberdana rêberên xwe yên siyasî dest pê kir."
 
Carl diyar kir ku di dema muzakereyan de nîqaşên têkildarî guhertina Qanûna Ceza ya Spanyayê bi serkeftî bi encam bûne û piştre jî aliyên têkildar ji bo qanûneke nû ya efûyê zemînê deynin bandor û kapasîteyên xwe bi kar anîne û bi vî awayî rê didin ku pêvajo pêş bikeve.
 
MÎNAKA ÎSPANYA Û BASKÊ 
 
Carl da zanîn ku berhevdana mînakên bi heman rengî li gelemperiya cîhanê wê bi kêrî fêhmkirina pêvajoya li Tirkiyeyê were û da xuyakirin ku çalakiyên çekdarî yên ETA (Eûskadî Ta Askatasûna) ku di sala 1959'an de ji bo serxwebûna welatê Baskê di bin serweriya Îspanyayê de hat avakirin, ber bi dawiyê ve diçe. Carl bibîr xist ku Piştî Konferansa Ayete ya di sala 2011'an de li Donostia/San Sebastîanê hat lidarxistin û pêvajoya 6 salan a amadekarî, têkilî û diyalogê hat lidarxistin, ETA'yê biryara bêçekbûnê da û wiha got: "Piştî pevçûna 60 salan, di sala 2018'an de bi temamî hatin bêçekkirin. Pêvajoya diyalogê ya 7 salan ku ji hingî ve dewam dike, li herêmê guhertinên girîng bi xwe re anî."
 
YEIKITÎ Û NÛBÛNA TEVGERAN
 
Carl, anî ziman ku ji bo siyaseta aştiyane pêwistiya komên çekdar bi alîkariyê heye û gelek kêm saziyên navneteweyî xwedî wê cesaretê ne ku piştgiriyeke bi vî rengî bidin û wiha dewam kir: "Gefa herî mezin a li hemberî mafê çarenûsê yan jî tevgerên rizgariyê, ne şikestinên li qada şer e, parçebûn û xetimandinên navxweyî ye. Eger tevgerek karibe yekitî û girêdana xwe ya bi armancên xwe yên demdirêj biparêze, ew tevger têk naçe. Ez bawer im tevgera  Baskê jî mîna PKK'ê, bi biryardariya bi hev re mayîna bi hev re, bi kîjan biryaran dibe bila bibe, pêvajoya veguherîn û veguherînê ya navxweyî daye destpêkirin. Heta niha di vî warî de gelekî serketî bûn. Lê belê bêguman hin kes hebûn ku ji biryara bêçekbûnê aciz bûn û li hev nekirin. Tevgereke cudaxwaz neafirandin. Di encamê de êdî partiyên neteweperest ên Baskê qanûnî karîn bi awayekî demokratîk destkeftiyên siyasî yên rasteqîn bi dest bixin. Ev derseke girîng e ku divê were hînbûn."
 
'ÎNSIYATÎFA DI PÊVAJOYÊ DE DIVÊ JI HUNDIR VE BÊ' 
 
Daxuyaniya Serokê wê demê yê Neteweyên Yekbûyî Tony Blaîr û Serokdewletê berê yê DYA'yê Cîmî Carter ê di Konferansa Ayete ya ji aliyê ETA ve hat organîzekirin de bal hat kişandin ser desteka serokên berê yên dewletê yên ji Îrlanda, Norwêc û welatên din  pêşketineke girîng nîşan dide ku feydeyên aştiyê û lêçûnên şîdetê nîşan dide. Carl bi bîr xist ku aktorên derve di pêvajoyên aştiyê de xwedî tecrubeyan in û ev tecrube dikarin di dema rast de, bi awayekî rast û bi aktorên rast bi bandor bin û xwesteka xwe ya di vê pêvajoyê de wiha anî ziman: "Civatek pispor heye ku dizane çawa piştgiriyê bide, hînî muzakereyan bibe, hem jî li Ewropayê stratejiyan pêş bixe. Lê belê divê dîrektîf ji hundir bê. Her wiha hin sazî amade ne ku ji bo piştgirîya guherîna aştîyane her rîskeke pêwîst bigirin. Bi ya min tişta ku me di çarçoweya Baskê de dît ev bû. Yên ku însîyatîvê digirin ew bûn. Saziyên navneteweyî jî bersiv dan vê yekê, lê belê ev pêvajo bi ti awayî bi pêşengiya saziyên navneteweyî pêk nehat."
 
MA / Hîvda Çelebi

Sernavên din

09/06/2025
15:44 Çelîk ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:19 Midaxileya Îsraîlê ya li dijî Madleenê sûcê li dijî mirovahiyê ye’
13:33 Di qezaya trafîkê ya li Îzmîrê de 5 kes mirin
12:42 Fîlozof Lowy: Fikrên Ocalan ên têkildarî dîrok û civakê pir xurt in
11:49 Der barê şewata li Amedê de geşedaneke nû
11:21 Ji Iraqê piştgiriya bo kampanyaya ‘Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’
10:48 Ocalan pênûs diyarî zarokan kir: Em jiyana nû ava dikin
10:32 Gel dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
10:02 'Behsa aştiyê dikin lê em hêj jî nikarin biçin gundên xwe'
09:54 Xwebûn bi manşeta ‘Perspektîfa serkeftinê’ derket
09:22 Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan: Bila MESEM bên girtin
09:00 Parêzer Rihan Gok: 10'emîn Pakêta Darazê hewcedariyan bi cih nayne
09:00 Endamê SYKP Tûrgan: Pêwîstiya rêxistinên çep bi nûbûnê heye
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:55 Ji Îmraliyê bo Akademiya Jineolojiyê name: Projeya min a nîvco maye, bi Jineolojiyê re meşiya
08/06/2025
17:29 Îsraîl ji bo keştiya alîkarî dibir Xazeyê kete nava tevgerê
16:54 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiya civakî em ê derî bi derî bigerin
16:07 Bakirhan li Qersê cejna welatiyan pîroz kir
15:45 Ji Ocalan peyama cejnê: Ez Cejna Qurbanê bêyî qurban li gelê me pîroz dikim
15:26 Dayikên Aştiyê: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
14:45 Abdullah Ocalan piştî 26 salan cara yekemîn bi zarokan re hevdîtin pêk anî
14:41 Bîlançoya qezayên di 3 rojên cejnê de:26 mirî, 3 hezar û 590 birîndar
14:38 Malbatan ji bo cejnê serdana Îmraliyê kir
13:35 Berdana girtiyê 30 salî bi hinceta "rewşa wî ne baş e" hate astengkirin
09:03 Hejmara 119’emîn a kovara Jin weşiya
09:02 Doza êrîşa li dijî HDP'ê hat redkirin: Çek heye, lê gef nîn e
09:02 Bihuşta veşartî: Şikefta xwê
09:01 Li Wanê rez û baxçeyên 20 gundan ji ber nebûna avê ziwa bûn
09:01 Di xizmeta tenduristiyê de sîstemeke din pêkan e!
09:00 Alîkara Serokê Giştî yê EMEP'ê: Ti hinceteke hikûmetê nemaye
09:00 Li Mûşê dê Meclisa Jinê ya Bajar bê avakirin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:50 Li Deryaya Marmarayê erdhej
08:33 Li Kolombiyayê, di êrîşa çekdarî de namzetê Serokkomariyê bi giranî birîndar bû
07/06/2025
16:53 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana Dayikên Aştiyê
16:36 Ji bo girtiyên nexweş Ruzgar û Boran banga tehliyeyê
15:27 Pervîn Bûldan: Em ji pêvajoyê bawer in, ji ber ku Ocalan heye
15:16 Xizmên windayan: Bila hestiyên me bidin, bila goreke me hebe
15:16 Li Amedê hejmara kesên ji ber şewatê hatine binçavkirin derket 5'an
14:52 Hafiz Akdemîr dê li cihê ku hatiye qetilkirin bê bibîranîn
14:52 Dayikên Şemiyê: Me qet cejn pîroz nekir
14:41 AKP'ê DEM Partî ziyaret kir: Wê hiqûqa xwîşk/biratiyê bi hev re ava bibe
13:57 Li Dîlokê mirina bi guman a jin û zarokekê
11:29 Pîrozbahiya cejnê ya DEM Partî û MHP'ê: Cihê çareseriyê meclis e
10:31 33 sal derbas bûn: Kujerên Hafiz Akdemîr hê jî nehatine aşkerakirin
10:19 Destdirêjî li 3 xwendekaran kir: Ji ber sûcekî din hate girtin
09:57 Rêxistinên hiqûqî dê ji bo 'mafê hêviyê' serî li Konseya Ewropayê bidin
09:01 Jin dê vê havînê li dijî 'Sala Malbatê' xwe birêxistin bikin
09:01 Sezîn Ûçar a ESP'î: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê 'mafê hêviyê' pêk were
09:01 Dîmenên xweşik ên Çiyayê Gilîdaxê: Yên ku dibînin heyran dimînin
09:01 Bi dawîbûnek bû destpêka azadiya aboriya wê
09:00 Azmûn nêz dibin: Derfet wekhev nîn in, xeyalên ji bo çûyîna derveyî welat
09:00 Kana madena Olmez ê AKP'î zirarê dide tenduristiya welatiyan
09:00 ROJEVA 07'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:55 Şaredarê ku bi elektrîkê ket bi giranî birîndar bû
06/06/2025
16:57 Taziyeya kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan tê ziyaretkirin
16:35 Di arefeya cejnê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:55 Girtiyê 30 salî Kar hat berdan
15:09 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî şewatê lêpirsîn da destpêkirin
13:15 Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari pîrozbahiyên cejnê
12:11 Dr. Miley: Ji bo azadiya Ocalan divê pêşketin hebe
11:48 Li Colemêrgê goristan hatin ziyaretkirin
11:47 Li Eskişehirê ji bo xwendekaran lêpirsîna 'Îmamoglu'
11:35 Kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
11:35 Ji bo teqawitan cejn nîn e!
11:34 Welatiyên li Rihayê: Bi mafên wekhev jiyana bi hev re pêkan e
10:47 'Di Pakêta Darazê de wekhevî nîn e'
10:27 Ji ber zextên psîkolojîk ên şaredariyê civaknas nexweş ket
09:20 Bi navê 'malbata pîroz' êrîşên li ser mafên jinan
09:07 Ji Alain Baiou ji Ocalan re name: Em heta dawiyê li cem te ne
09:01 Girtiyên nexweş ên li Edene û Osmaniyeyê li ber mirinê ne
09:01 Soydan Akay: Divê berdêla çekdanînê aştî û avakarina civaka demokratîk be
09:00 ROJEVA 06'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:11 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
07:51 Hejmara kesên di şewata li Amedê de jiyana xwe ji dest dan derket 4'an
05/06/2025
17:44 Kesên ku di 5'ê Hezîranê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em dê aştî û demokrasiyê bînin
16:38 Li gelek bajaran serdana goristanan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:21 Der barê nexweşê şîzofrenî yê ku polîsan lê da bû û wî gilî kiribûn de biryar
16:14 Li Ebexê 'Bostanê Bajar a Jinan' hat vekirin
15:44 Di êrîşa Îsraîlê de 3 rojnamevan jiyana xwe ji dest dan
15:38 Di êrîşên Tirkiyeyê de 2 HPG'yiyan jiyana xwe ji dest dan
15:32 Kampanyaya 'Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim' hat destpêkirin
15:25 Li Basayê nexweşiya tebekê
15:22 DEM Partî: Parastina xwezayê û civaka demokratîk hev temam dikin
14:48 Welatiyên teqawid: Aborî bi aştiyê baş dibe
12:50 5 şaredarên CHP'î ji peywirê hatin dûrxistin
12:09 Dîwana Kongreya 12'emîn a PKK'ê : Ji bo bicihatina biryaran pêwîstî bi siyaseta demokratîk û misogeriya qanûnî heye
10:47 Ji DEM Partiyê biryara '1950 civîn'
10:30 Ji DBP'ê têkildarî Qetlîama 5'ê Hezîranê daxuyanî
10:27 Li Çanakkaleyê bi pîleya 4.8 erdhej
09:07 31 sal in girtî ye ji ber ku negot 'ez bêalî me' serbestberdana wî 8 mehan hat taloqkirin
09:06 'Eger kiryar neyê cezakirin, wê sibe rê li ber mirinên mezintir veke'
09:05 Qeyrana aboriyê li mazata ajalan bandor kir: Dê aborî tenê bi aştiyê ve baş dibe
09:03 Roja Hawirdorê ya Cîhanê: Krîza avhewayê mezin dibe
09:02 ‘Ji ber ku hevjînê wê dadgêr e, qanûn nayê binpêkirin’
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2025'AN
04/06/2025
16:40 Li Licê û Pîran serdana goristanan
15:31 Li Îzmîrê greva karkeran bi dawî bû
15:04 Rapor: Binkirasên xizmên girtiyan jî kontrol dikin
14:38 Ji DEM Partiyê li hember dîmenên binçavkirinê bertek: Bêçareya siyasî