ENQERE - Endama Lijneya Berdevkên TOP'ê Juliana Gozen diyar kir ku ev pêvajo wekî bendeke nû ya têkoşînê û zemîneke bilindbûna hevgirtinê nîşan dide û divê sosyalîst bibin kirdeyên vê pêvajoyê.
Endama Lijneya Berdevkên Partiya Azadiyan a Civakî (TOP) Juliana Gözen, li ser pêşketinên "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryarên kongreya PKK'ê û çareseriya pirsgirêka Kurd axivî.
Juliana Gozen destnîşan kir ku divê pêvajo weke qonaxa têkoşîna 40 salan a gelê Kurd bê fêmkirin û destnîşan kir ku aştî nikare ji însafa hikûmetê re bê hiştin, lê belê divê bi têkoşîna rêxistinbûyî ya gel re civakî bibe. Juliana Gozen da zanîn ku pêwîste sosyalîst û şoreşger di vê pêvajoyê de berpirsyariyên mezintir hilgirin ser piyan û wiha got: "Ev pêvajo encama têkoşîna 40 salan e ku gelê Kurd dimeşîne û ev yek li pêşiya sazîbûna faşîzmê bûye asteng û 50 salên dawî yên welat diyar kiriye."
'GELÊN CÎHANÊ DIGUHERÎNIN'
Juliana Gozen bal kişand ku divê pêvajo ne tenê di warê hevsengiyên siyasî yên navxweyî yên Tirkiyeyê de, di heman demê de li gel dînamîkên global û herêmî bê fêmkirin û wiha axivî: "Cîhan diguhere, Rojhilata Navîn diguhere. Ya ku cîhanê diguherîne ne hêzên kapîtalîst ên serdest in, gelên li ser bingeha krîzên lê rast tên cîhanê diguherînin. Li Rojhilata Navîn pêvajoyeke şer a domdar heye. Di nava 10 salên dawî de em dibînin ku aktor an jî dewletên ne dewlet li cihê xwe nemane. Îran bi kişandina diranên xwe di rêzeke nû de tê girtin. Berxwedana gel tê qelskirin û pergaleke ku ewlehiya Îsraîlê esas digire, tê avakirin. Pêvajoya bi çeteyên cîhadîst ên ji aliyê hêzên emperyalîst ve li Sûriyeyê hatin bicihkirin destpê kir, lê belê Rojava ya ku berhevbûna têkoşîna 40 salan a tevgera azadiyê ya Kurd vedihewîne, di nava vê hevsengiya hêzê de di pozîsyoneke girîng de ye."
SERDEMEKE NÛ
Juliana Gozen ku diyar kir ku pêvajo serdemeke nû ya têkoşînê ye û got, "Em vê serdemê weke serdemeke nû ya têkoşînê şîrove dikin. Desthilatdarî dixwaze aştiyê weke îpoteka xwe bi dest bixe, lê dîrok bi tenê ji aliyê serdestan ve nayê nivîsandin. Têkoşîna hevpar û rêxistinbûyî ya bindestan jî dîrokê dinivîsîne. Fedekariyên ku gelê Kurd dane, kombûyîn û têkoşîna hêzên ked-demokrasiyê, karker, kedkar, jin û ciwanan a li Tirkiyeyê, wekheviyeke ku dikare diyar bike ka pêvajo wê li ku derê pêş bikeve, pêşkêş dike."
'DIVÊ AŞTÎ CIVAKÎ BE'
Juliana Gozen bal kişand ser derfetên aştiyê û wiha got: "Bêdengkirina çekan ji bo karker û kedkaran ji bo kar, nan û azadiyê û her wiha ji bo bingehên rêxistinî asoyan vedike. Lê belê divê em nas bikin ku hikûmet xwedî planên xwe yên taybet e. Têkoşîna herî biçûk a mafan bi çoyê 'terorê' tê bêdengkirin. Dema ev argûman ji holê bê rakirin, dibe ku helwesta dualî ya hikûmetê zelaltir bibe. Di warê wekheviya têkoşînê ya li derveyî hikûmetê de, ewlekirina civakîbûna aştiyê ji bo me girîngtir e."
Juliana Gozen têkildarî komîsyona ku Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli li Meclisê pêşniyar kir û wiha got: "Komîsyonek ku prototîpa Meclisê ye nikare hewcedariyên wekheviya aştiyê pêk bîne. Ji vê zêdetir pêdiviya me pê heye. Parlamento di mijara nîqaşkirina derfetên aştiyê de roleke girîng dilîze. Lê belê daxwazên ku gelê Kurd ev 40 sal in têdikoşe, wê ji aliyê dînamîkên civakî yên aştiyê ve neyên temsîlkirin. Pêwîstî bi mekanîzmayên ku dikarin ji prototîpa parlamentoyê wêdetir civakîbûna aştiyê ewle bikin, heye."
'DIVÊ EM BIBIN KIRDEYÊN PÊVAJOYÊ'
Juliana Gozen da zanîn ku divê sosyalîst tenê li pêvajoyê temaşe nekin, divê bibin kirdeyên diyarker û got, "Ev der bendeke nû ya têkoşînê ye, zemîneke bilindkirina kombûyînê ye. Em ne tenê çavdêr, parçe yan jî aliyên pêvajoyê ne; em kirdeyên wê ne." Juliana Gozen destnîşan kir ku gelên alîgirê demokrasî, ked û aştiyê divê parantezên xwe vekin û wiha dewam kir: "Em ji bo ku komareke populer, demokratîk bi dest bixin, paradîgmayeke nû vedikin. Ji bo fikar ji holê bên rakirin pêwîstî bi hevsengiyeke têkoşînê heye. Qanûna înfazê û girtiyên nexweş tê nîqaşkirin. Ev gav dikarin bên avêtin, lê ev ne qenciyeke desthilatdariyê ye; ev der bendeke ku têkoşîna heta niha tê meşandin e. Ji bo di wekheviya têkoşînê de hê bêhtir zemînekê bi dest bixe, divê qadeke li derveyî desthilatdariyê bê vekirin û ev zemîn bê xurtkirin."
MA / Omer Gungor