* Hevseroka GABB’ê Neslihan Şedal bal kişand ser rola meclisan a di avakirina “civaka demokratîk” de û got: “Divê meclis veguherin komunan. Divê bikare aqilê hevpar û ruhekî kolektîf ava bike.”
* Komeleyên Elewiyan diyar kirin ku ew piştgiriyê didin pêvajoya ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û gotin heke teklîf ji wan re were kirin ew amade ne berpirsyartiyê li xwe bigirin.
* Zimanzan Zana Farqînî destnîşan kir ku heke dewlet dev ji polîtîkayên heyî berde jî li ser Kurdî xetere heye û got: “Dewlet deyndar e, divê cihêkariyeke pozîtîf bike ku ev ziman winda nebe.”
* Kamûran Daşdemîr ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê tê ragirtin, li ser telefonê ji malbata xwe re got ku rastî binpêkirinên mafan tên.
* Di doza qetilkirina Temer Temel de ku li Elkê li pêşiya mala xwe hatibû qetilkirin, ji bo 3 kesan biryara beraetê hatibû dayin û ev biryar hate betalkirin. Danişîna ewil a dozê dê di 30’ê Gulanê de bê lidarxistin.
* Danişîna ewil a doza 8 kesên di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê de tên darizandin dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (09.15)
* Rojên Pirtûkan ku Yekitiya Weşangerên Kurd û Daîreya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Qada Şêx Seîd li dar dixe, dê di roja duyemîn de bidome. (10.00-20.00)
* 1’emîn Konferansa Parlamenterên Kurd ku dê li Amedê bê lidarxistin û du rojan bidome, dê li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê dest pê bike. (10.00) ZINDÎ
* Odeyên bazirganiyê û borsayên bazirganiyê yên bakurê Kurdistnê ji bo aştiyeke mayinde dê li DTSO’yê daxuyaniyeke hevpar bidin. (12.00) ZINDÎ
* Danişîna doza parastvanê walî Oguzhan Yucesoy ku li Şirnexê ji ber sûcê “azardana zarok” tê darizandin, dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (13.00)
* Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê dê bi boneya meha 161’emîn a Komkujiya Roboskê li ser Cadeya Sakaryayê daxuyaniyê bide. (13.30)
* Rêxistinên hiqûq û mafan ên li Îzmîrê dê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şakranê li pêşiya girtîgehê daxuyaniyê bide. (14.00)
* Li Parka Înonu ya Edeneyê dê bi dirûşma “Ji bo girtiyên nexweş azadî” daxuyanî bê dayin (14.00)
* Rayedarên DEM Partiyê dê li Meclisê bi rayedarên AKP’ê re hevdîtinê bikin. (15.00)