DÊRSIM – Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Dêrsimê Nûrhat Yeşîl got, "Di vê qonaxê de PKK'ê tişta ku dikeve ser milê xwe pêk anî. Qonax wê bi gavên ji aliyê dewlet û hikûmetê bên avêtin ve diyar bibe."
Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27 'ê Sibatê de kir, PKK'ê destpêkê agirbest îlan kir. PKK ku di navbera 5-7'ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12’emîn lidar xist, di 12'ê Gulanê de ragihand ku ew ê biryarên ji bo ‘têkoşîna bêçek’ û ‘fesîxkirinê’ weke destpêkeke nû binirxînin. Li hemberî gavên ji aliyê PKK'ê ve hatin avêtin, bendewariyên ji bo dewlet jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokratîk û aştiyane gavan biavêje, zêde bûye. Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dêrsimê Nurşat Yeşil, bal kişand ku PKK'ê li gorî banga Abdullah Ocalan li gorî pêwîstiyên pêvajoyê gav avêtine û niha dora gavavêtinê ya dewlet û hikûmetê ye.
Nûrşat Yeşil diyar kir ku wek ÎHD her tim daxwaza aştiyê dikin û wiha got: "Ji bo pêvajoya pevçûnî bi dawî bibe gelek hêja ye. Di vê merheleyê de pir girîng û bi nirx e ku banga Birêz Ocalan li dû wê rêxistinê ye ku kongreya xwe pêk tîne. Lê bêguman pêwîst e mirov fêm bike ku PKK di encamê de ji ber pirsgirêkan derketiye holê. Heta ku ev sedem ji holê neyên rakirin, pêkane ku bikeve nava lêgerînên cuda. Ji bo vê jî nasandina mafê axaftina bi zimanê dayikê, garantiya destûra bingehîn a hebûna gelê Kurd, derketina makeqanûneke ku li vê erdnîgariyê li şûna feraseteke yekperest hemû rengan binirxîne û qebûl bike û ya herî girîng jî avakirina komara demokratîk pêwîst e. Di vê merheleyê de PKK'ê tişta ku divê bike kiriye. Qonaxa din jî wê bi gavên dewlet û hikûmetê re be.”
'DAXWAZÊN GEL'
Nurşat Yeşil diyar kir ku ji bo demokratîkbûnê berpirsyariyên her kesî hene û wiha got: "Di vê mijarê de peywirên mezin dikeve ser milê komele, saziyên civakî, demokrat û siyasetmedaran. Hêjayî gotinê ye ku daxwazîyên heyî tenê ne daxwazên rêxistineke tenê yan alîyekî siyasî ne, daxwazên gel in. Daxwaza zimanê zikmakî bêguman ne tenê daxwazeke komeke taybet e, lê ya tevahiya gel e. Divê ev yek ji aliyê gel, rêxistinên civakî yên sivîl û sendîkayan ve di asta herî bilind de bê bilêvkirin. Mafê welatîbûna wekhev bêguman divê ne tenê ji bo Kurdên li vê erdnîgariyê dijîn, ji bo hemû gelên li vê erdnîgariyê dijîn bi destûra bingehînî were ewlekirin."
Nûrşat Yeşil da zanîn ku serbestberdana girtiyên nexweş û yên înfazên wan hatine taloqkirin, dibe ku yek ji gavên destpêkê yên dewlet biavêje be.
'DIVÊ SERERASTKIRINÊN DESTÛRA BINGEHÎN BÊN KIRIN'
Nûrşat Yeşil da zanîn ku ji bo pêvajoya aştiyê bi awayekî bi bandor were meşandin divê di demeke herî kurt de amadekarî yên destûra bingehîn werin kirin û wiha got: "Ji xwe hin xebatên me yên têkildarî girtîgehan hebûn, dibe ku di vê pêvajoyê de divê em vê yekê zêde bikin û bidomînin. Her wiha divê ji bo Abdullah Ocalan ku yek ji mîmarê mezin ê vê pêvajoyê ye û ji bo girtiyên siyasî yên ku ev demeke dirêj e di girtîgehê de ne, mafê hêviyê were dabînkirin. Mafê hêviyê jî li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê mafek e. Tirkiye welatekî ku Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê îmze kiriye. Di vê çarçoveyê de pêwîste mafê hêviyê di zûtirîn demê de pêk were. Ji bo ev pêvajo bi tenduristtir bimeşe divê şert û mercên Birêz Ocalan bên avakirin û tevkariya wî ya rasterast a ji bo pêvajoyê bê misogerkirin. Li gel vê divê hemû sererastkirinên Destûra Bingheîn bên kirin."
Nûrşat Yeşil diyar kir ku demokratîkbûna welat wê ji bo hemû gelan bibe destkeftiyek û got, "Dema ku li welatekî demokratîk darazeke serbixwe hebe wê mafên karkeran hebin û wê kuştina jinan jî kêmtir be. Ev demokratîkbûn ji bo vê yekê girîng e. Divê hemû netew piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û destê xwe deynin bin kevir û aştiyê bînin vî welatî. "
MA / Şîlan Şîrvan Çîl – Heval Onkol