AGIRÎ - Navenda Piştevaniyê ya Jinan a Zînê ku Şaredariya Agiriyê vekiriye, ji bo aliyên jî ên jinan pêş bixe, atolyeyên hunerê li dar dixe. Navend, ji bo azadiya jinê û wekheviya zayendan xebatan dike.
Navenda Piştevaniyê ya Jinan a Zînê ku ji hêla Şaredariya Agiriyê ya DEM Partiyî ve hatiye avakirin, heta niha xwe gihandiye bi sedan jinan. Hevşaredarên Agiriyê Hazal Aras û Mehmet Akkuş, piştî hilbijartinên 31’ê Adarê weke karê ewil, projeya vê navendê xistin meriyetê. Di bin sîwana navendê de atolyeyên pîşedestiyê, qursên resm û muzîkê hatin dayin, yekîneyên şêwirmendiya derûnî û hiqûqî, eywana lîstikan a ji bo zarokan û eywana werzîşê jî xizmet dan welatiyan. Di nava 3 mehan de bi sedan jin hatin navendê.
TEVLIBÛNA JINAN A NAVA JIYANA CIVAKÎ
Hevşaredar Hazal Aras, xebatên navenda jinan vegot. Hazal Aras, diyar kir ku Agirî bajarekî kevneşop û muhafazakar e û got: “Li bajarên wiha jin, ji jiyana civakî dûr dimînin. Ji bo jinan tev li vê jiyanê bikin jî weke karê ewil me ev navend vekir. Em li vê navendê xizmetên hunerî û çandî didin. Çand, pira di navbera rabûrdiyê û îroyê de ye. Ji bo ev pir saxlem be, me jî ev navend ava kir. Di bin sîwana navendê de em gelek xizmetan didin jinan. Weke mînak; jiyana bajar pir bêtevger e û jin di hundirê malê de ne. Me jî bi vekirina navenda sporê re jin ji wê jiyanê rizgar klirin û derfetên jiyaneke bitendurist jê re afirand.”
XEBATÊN HUNERÎ Û ÇANDÎ
Bi domdarî Hazal Aras, got: “Gelek jin hene ku xwedî qebîliyetên cur bi cur in. Lê ev qebîliyet derneketine holê Me jî ji bo vê potansiyela wan derxin holê, xebatên hunerî da destpêkirin. Yek ji van jî qursên resmê ne. Li hêla din qursên rêsandina xalîçeyan hene. Li hêla din qursên muzîkê, perwerdeyên tembûr, gîtar, def û hwd. hene.”
PÊDIVÎ BI ANKETAN HATIN TESPÎTKIRIN
Hazal Aras, destnîşan kir ku di roja me de jin hewl didin rolên li wan hatine ferzkirin ji ser xwe biavêjin û ev tişt anî ziman: “Ji bo vê têdikoşin. Li rexekî li dijî vê têdikoşe û li rexa din jî ji ber mercên aboriyê yên wan hefsî dikin, zehmetiyan dikişînin. Jinên ku ji gelek aliyan ve têdikoşin, diwestin. Lewma pêdivî bi piştevaniyê û şêwirînê dibîne. Me jî ji bo ku bikarin bi rehetî sihbetê bikin, pirsgirêkên xwe çareser bikin û alîkariya psîkologan wergire, ev navend vekir. Me ev pêdivî, bi anketekê li qadê tespît kirin. Ji bo vê jî me li navenda jinan, yekîneya şêwirmendiya psîkolojîk vekir. Em hewl didin ji pirsgirêkên jinan re çareseriyan pêş bixin.”
PERWERDEYÊN ZAYENDA CIVAKÎ
Hazal Aras, destnîşan kir ku di nava 10 salên dawî de tundiya li dijî jinan zêde bûye û got: “Di vê mijarê de me ji bo jinan yekîneyên hiqûqê vekir. Bi saya piştevaniya hiqûqî, me karî xwe bigihînin gelek jinên rastî derhiqûqtiyan dihatin. Em ê her tim piştevaniyeke xurt bidin jinan. Her wiha em hewl didin di mijara zanebûniya zayendê û rolên civakî yên hatine hînkirin jî di nava jinan de sergehiştinekê ava bikin. Ji bo newekheviya zayenda civakî bidin fêmkirin, me dest bi perwerdeyan kir. Ji bo civakê di vê mijarê de têbigihînin, me semîner da. Piştre me li hinek taxan ev xist meriyetê. Em ê li hemû taxan semîneran li dar bixin.”
‘JI 7 SALÎ HETA 70’Ê SALÎ EM XWE DIGIHÎNIN HEMÛ JINAN’
Hazal Aras, got ku ji bo jinên xwedî zarok jî bi rehetî tev li qursan bibin, wan ji bo zarokan li navendê eywana lîstikan çêkiriye û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku jin fikara ‘ez ê zarok deynim ku’ najîn, dema xwe baştir derbas dikin. Dema dayik beşdarî aktivîteyên hunerî dibin, zarokên wan jî bi awayekî ewle ji xwe re dilîzin. Ji ber van derfetan, niha bi sedan qursiyerên me hene. Ji ber ku cureyên qursan gelek in, ji 7 salî heta 70’ê salî her kes tên. Yek ji wan qursiyeran jî dayika min a 75 salî ye. Em ê li vir xizmetê bidin hemû jinan.”
MA / Omer Akin