NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê, Qers û Wan jî di nav de ji bo 10 bajaran hişyariya barîna baranên zêde kir.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora rewşa hewayî ya 6’ê Gulanê aşkera kir. Li gorî raporê; li bendê ye ku li bajarên Qers, Wan, Enqere, Kirikkale, Çankiri, Edene, Kastamonu û Boluyê baraneke zêde bibare. Li hemû herêman jî dê pileya germahiya hewayî zêde bibe.
Bajarên ku li bendê ye barînên zêde lê bibarin ev in: Qers, Wan, Edene, Enqere, Kirikkale, Kirşehîr, Çankiri, Bolu, Kastamonu û Samsun.