STENBOL - Jinên ciwan diyar kirin ku îktîdar hewl dide jinan di hundirê malê de hefs bike û ew ê di 1’ê Gulanê de li dijî van polîtîkayan li qadan azadiyê biqîrin.
Krîza aborî ya Tirkiyeyê her ku diçe giran dibe û 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran bi gelek pirsgirêkên weke kedxwarî, kêmtirîn mûçe, heqdestê kêm û mercên xebatê yên bêtemînat tê pêşwazîkirin. Beşek ji civakê van pirsgirêkan pir giran dijî, bi taybet jî jinên ciwan û xwendekar bi nediyariya pêşerojê re rû bi rû ne. Li gorî raporeke Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 2023’yan de weşandiye; li Tirkiyeyê rêjeya zilamên temenê wan di navbera 18-29 salî ku li derveyî îstîhdam û perwerdeyê mane ji sedî 24,4 û ya jinan ji sedî 50,5 e. Li gorî vê; ji her du jinên temenê wan di navbera 18-29’ê de yek jê ne di perwerdeyê de ne jî di îstîhdamê de cih digire.
Di heman lêkolînê de sedema nedomandina perwerdeya jinên ciwan jî sedemên weke “Mesrefa perwerdeyê ji bo malbatê zêde ye”, “berpirsyartiya karên nava malê” û “malbat guncav nabîne” hatin nîşandan. Sedemên ku jin çima naxwazin xebata xwe bidomînin jî weke “heqdestê kêm”, “nedayina sîgortayê” û “berpirsyartiya karê malê” hatin rêzkirin.
‘EM XWE JI BO AZADIYÊ BIRÊXISTIN DIKIN’
Nûnera Giştî ya Federasyona Feminîstên Ciwan Guneş Akşahîn, got ku ber bi 1’ê Gulanê ve yek ji girîngtirîn rojeva wan dijderketina li hemberî polîtîkayên îktîdarê yên rojeva wan malbat e. Guneş Akşahîn, got: “Jinên ciwan herî zêde ji bo mezinkirina fikra azadiyê, ji bo têkoşîna vê fikrê, rêxistinkirinê tên gel hev. Îktîdar jî ji bo şikandina vê, hewl dide jinên ciwan di nava malbatê de hefs bike. Vê jî bi du awayan dike; ya yekemîn bi rêya malbatê ya din jî bi rêya krîza aborî dike.”
DAXWAZÊN JINÊN CIWAN
Bi domdarî Guneş Akşahîn da zanîn ku ew ê bi dirûşma “Perwerdeya bêpere, pêşeroja azad, ji bo me tevan demokrasî” biçin 1’ê Gulanê û ev tişt anî ziman: “Perwerdeya bêpere, yek ji mijarên sereke yên têkoşîna me ye. Ji ber ku têkoşîna perwerdeya bêpere, eleqeyeke xwe ya mezin bi têkoşîna me re heye. Dema em têkoşîna xwe didomînin, dibêjin ‘ji bo me tevan demokrasî.’ Bêguman dê îktîdara heyî bişînin, Tirkiyeyê demokratîk bikin û bi têkoşîna xwe welatekî wekheviya zayenda civakî lê heye ava bikin.”
‘EM HÊZÊ JI TEVGERÊN KOLANAN DIGIRIN’
Endama Koordînasyona Navendî ya Jinên Ciwan ên Azad (OGK) Zeynep Tekîn jî diyar kir ku ber bi 1’ê Gulanê ve tevgera li kolanan zêde dibe û got girîng e ku ev liv û tevgere ji ber xwe ve çêbibe. Zeynep Tekîn, da zanîn ku jinên ciwan ji pergala heyî aciz in lewma dadikevin qadan û axaftina xwe wiha qedand: “Niha rastiyek heye ku me hêza piştevaniyê û hêza berxwedanê kirine yek. Û ciwanan, jinan, lubunyayan, karkeran vedixwînin qada rast a 1’ê Gulanê anku Taksîmê. Em vê bangê bi hêza ku em ji tevgerên kolanan digirin dikin.”
MA / Yeşîm Tukel