-ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku avakirina civaka demokratîk ji bo bindestan peywireke û xwest her kes bi coşa Newrozê beşdarî 1’ê Gulanê bibe.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) amadekariyan dike ku 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran bi dirûşma “Azadiya kedê û civaka demokratîk” pîroz bike. DEM Partiyê çendek roj berê têkildarî 1’ê Gulanê giştînameyek parve kiribû û di vê çarçoveyê de belavok belav kir, çû serdana kargeh û karkerên li ber xwe didin, bi gel re civîn li dar xist, çû serdana malan û gelek çalakiyên cur bi cur li dar xist. DEM Partî armanc dike ku 1’ê Gulana îsal bi girseyî derbas bibe.
Hevberdevkê Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê Mehmet Bozgeyîk têkildarî 1’ê Gulanê axivî.
Bozgeyîk, diyar kir ku rejîmên otorîter, şer û kapîtalîzm zextê li karker, jin, zarok û hemû derdorên cuda dikin û got: “Dema em li karektera kapîtalîzmê dinêrin, bi taybetî zîhniyeta mêrê serdest li ser bedena jinê tehekûma xwe ava kiriye û keda jinê hîn bêhtir tê xwarin.
'AMAEDKARIYÊN XURT HATINE KIRIN’
Bozgeyîk, got ku weke partî ew di nava krîzên siyasî û aborî de 1’ê Gulanê pêşwazî dikin û ev tişt anî ziman: “Em bi cisareta jinan a di 8’ê Adarê de û bi coşa Newrozê vê 1'ê Gulanê pêşwazî dikin. Em bi dirûşma azadiya kedê û avakirina civaka demokratîk ber bi 1’ê Gulanê ve diçin. Weke karker û kedkarên Tirkiye û Kurdistanê em ê bi vê dirûşmê li qadan bin. Dikarim bibêjim em ê bi tifaqa Kurd û Tirk, tifaqa hêzên çep û sosyalîst, bi tifaqa bindestan li qadên 1’ê Gulanê bin. Me amadekariyên xwe jî di vê çarçoveyê de kirine.”
'MUXALEFETEKE CIVAKÎ DERKET HOLÊ’
Bi domdarî Bozgeyîk anî ziman ku li her dera dinyayê krîzên siyasî û aborî hene û got: “Polîtîkayên rejîma otorîter, tayînkirina qeyûman, girtina Îmamoglû, zextên ser muxalefetê û hwd. muxalefeteke civakî bi xwe re anî. Tecrûbeyeke têkoşîna hevpar a xwendekar, jin, karker û kedkaran a li dijî sepanên dijdemokratîk çêbû.”
Bozgeyîk, daneyên enflasyon û reqemên kêmtirîn mûçe û sînorê xizaniyê bi bîr xist û got ku krîza aborî û siyasî di nav çîna karker û kedkar de rê li ber xizaniyeke mezin vekiriye.
'DIVÊ KEDKAR DI AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK DE XWEDÎ ROL BIN’
Bi domdarî Bozgeyîk “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Ev bang, ji bo bindestan xwedî wateyeke mezin e. Di vê bangê de ji bo her derdorê peyam hene. Yek ji wan jî ji bo karkeran bû. Tê gotin ku her cureyên sosyoekonomîk û siyasî tenê bi avakirina civaka demokratîk û qada siyasî pêkan e. Weke DEM Partiyê em jî dibêjin ku avakirina civaka demokratîk bi taybet jî ji bo çîna karker, kedkar û bindestan hem berpirsyartî hem jî peywirekî mezin e.”
Bozgeyîk, herî dawî ev bang kir: “Em bang dikin. Ku hemû gelên me bi coşa Newrozê tev li 1’ê Gulanê bibin.”
MA / Omer Gungor