* Baroya Amedê û OHD bi daxwaza betalkirina biryara "ÇED ne lazim e" ji bo lêgerîn û xebatên madenê yên li herêma Hasandîn a Pasûrê serî li dozgeriyê dan.
* Endama Komîsyona Çandinî û Ekolojiyê ya DEM Partiyê û Parlamentera Agiriyê Nejla Demîr diyar kir ku li Kurdistanê polîtîkayên şaş ên çandiniyê bi zanebûnî tên meşandin.
* Sekreterê Giştî yê Partiya Veavakirina Komunîst Maurizio Acerbo diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan gava yekem a aştiyê ye û got: "Pêşniyazên Ocalan mifteya aştiya Rojhilata Navîn e û nirxeke gerdûnî ye."
* Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Yildiz Ok Orakê diyar kir ku desthilat bi qedexeya welidandina bi sezeryanê ya desthilatê dixwaze serdestiya li ser bedena jinê pêk bîne û got ku ji bo betalkirina rêziknameyê ew ê bikevin nava liv û tevgerê.
* Diranên girtiyê bi navê Îsmaîl Tamboga yê ku 9 sal in nayê dermankirin ketin. Dayika wî Kumriye Tambogayê got: "Nayê dermankirin, nikare xwarinê bixwe. Em dixwazin bê berdan."
* Şaredariya Rezanê dê li Taxa Bagcilarê ya Rezanê rapora xwe ya salekê ya xebatê aşkera bike. (10.00)
* Danişîna doza parêzerê OHD’î Volkan Bîlece dê li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê were lidarxistin. (10.00)
* Şandeya DEM Partiyê dê bi Wezîrê Dadê Yilmaz li avahiya wezaretê hevdîtinê bike. (10.30)
* Li Stenbol û Îzmîrê dê têkildarî 1’ê Gulanê Cejna Karkeran daxuyanî bên dayin. (11.00)
* Şaxa ÎHD’a Enqereyê dê bi boneya salvegera Komkujiya Ermenan li avahiya xwe daxuyaniyê bide. (13.30)
* Înîsiyatîfa Jinan a ji bo Sûriyeyê dê komkujiyên li dijî Elewiyan li navçeya Samandagê ya Hatayê protesto bike. (15.00)