COLEMÊRG – Sînem Bor a ku di dema pevçûnê de kurekî wê, 3 neviyên wê û 2 biraziyên wê jiyana xwe ji dest dabûn diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û got ku eger dewlet samîmî be divê gavên şênber bavêje.
Ev 55 roj in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘Banga Aştî û Civaka ji raya giştî re ragihand. Lê belê hêjî ji hikûmet û baskê dewletê ku mûxatabên vê bangê ne, gaveke şênber nehatiye avêtin. Malbatên ku di dema pevçûnê de xizmên xwe winda kirin bangawaziya ku dewlet bikeve tevgerê berdewam dike.
Sînem Bor a di pevçûnan de kurê xwe, 3 neviyên xwe û 2 biraziyên xwe winda kir xwest xwedî li pêvajo û bangewaziyê derket.
JI HEMAN MALBATÊ 6 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Sînem Bor a 75 salî li navçeya Geverê ya Colemêrgê dijî û neviyên wê; Serhildan Bor (Sîdar Zagros), di 19'ê Hezîrana 2020'an de li Zapê, Aysel Bor (Evîndar Gelî) jî di 26'ê Tebaxa 2015'an de li Şirnexê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê neviyê wî Bariş Bor (Cûdî Gever) ê ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da jî nehat zanîn. Xwarziyê wî Erhan Aşkan (Şevger Gever) di sala 2016'an de li Bestayê, Agît Bor (Boran) di dema qedexeyên derketina derve de ku li navçeya Cîzîr a Şirnexê, di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da. Kurê Sînem Bor Alî Bor (Gever Zafer) jî di 28 'ê Cotmeha 2018'an de li Katoyê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da.
KUR, NEVÎ Û BIRAZÎ HATIN BINÇAVKIRIN
Kurê Sînem Bor ê ku tevî hemû êşên ku jiyane jî dev ji têkoşînê bernedaye ango Cemîl Bor bi îdiaya "endamê rêxistina terorê ye" tê girtin, neviyê wî Firat Bor û biraziyê wî Metîn Aşkan jî bi îdîaya "xerakirina yekîtî û yekparebûna dewletê" di girtîgehê de ne. Yek ji kurên wî Veysel Bor ji ber zextên dewletê li sirgûnê dijî.
TÊKOŞÎNA JI BO ÇARESERIYÊ
Sînem Bor a di Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê de bi awayekî aktîf cih digire diyar kir ku ji bo jiyanek bi rûmet têdikoşin. Sînem Bor da xuyakirin ku divê cîhaneke azad a kes lê nemire bê avakirin.
Sînem Bor berî 45 salan koçî Geverê kir û anî ziman ku piştî zarokên wê di salên 1990'î de tevlî xebatên partiya siyasî bûn, ew jî tevlî çalakiyên Dayikên Aştiyê bûye. Sînem Bor da zanîn ku piştî ew beşdarî xebatan bû rastî zextan hatiye û wiha got: "Dema min dest pê kir, her kes li dijî vê derket. Lê belê her tim dibêjim; ev têkoşîn doza pîroz û bi rûmet e. Eger em cih negirin, wê mafên Kurdan çawa bin? Ev têkoşîn ji bo vî gelî tekane rê ye ku ji zilma ku ew tê re derbas dibin rizgar bibin. Têkoşîn ji bo min bûye meseleya vîn û wijdanê. Îro û sibe divê her kes bi berpirsyarî rabe û bi wijdanê xwe tevbigere. Em bi ti awayî nikarin zarokên xwe ji vê zilmê rizgar bikin."
Sînem Bor anî ziman ku dema dîtiye kurê wê Veysel Bor 40 rojan rastî îşkenceya giran a polîsan hatiye, piştre hatiye girtin û malbat jî êdî bêhtir tevli xebatên siyasî bûye û wiha axivî: “Me berdêlên giran dan. Tenê ji bo jiyanek azad, wekhev û aştiyane. Dil û pişika min diêşe. 15 salan bê navber ji bo aştiyê têkoşiyam. Ji ber felçbûna ku min kirî rûyê min û milê min ê çepê nagire. Lingên min êdî nagirin. Çokên min heliyabûn. Lê belê tevî vê yekê jî ez her tim amade bûm ji bo aştiyê têbikoşim. Hemû gelê Geverê min nas dike. Tevî hemû êşên hatin kişandin jî daxwaza min a yekane her tim aştî bû. Ez rojekê poşman nebûm. Bila xwîn nerije û ev şer raweste. Kezeba min şewitî, ji bo ku kezeba dayikên din neşewite. Di nava vê de dayikên leşker û polîsan jî hene. Yekane daxwaza min ji Xwedê ew e ku di zûtirîn demê de ev pêvajo bi encam bibe û xwîn rijandin raweste. Bila Xweda êşê nede kesî. Dibe ku nêrînên me ji hev cuda bin, lê êşa me hevpar e.”
'EM BÊHTIR NÊZÎ SERKEFTINÊ NE'
Bor destnîşan kir ku serketina têkoşînê ji duh nêzîktir e û wiha berdewam kir: "Piştî banga ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de kir û got ku her roj bi moral û heyecanek mezin derbas dibe.” Sînem Bor da zanîn ku pêvajoya hatiye destpêkirin di nava raya giştî de hêviyeke mezin afirandiye û wiha got: "Em vê pêvajoyê erênî û hêja dibînin. Û em heta dawîyê piştgirîya pêvajoyê dikin. Pêwîst e dewlet niha gav bavêje. Bila efû bê derxistin. Eger dewlet bi rastî jî samîmî be, divê girtiyên siyasî serbest berde. Divê di zûtirîn demê de deriyên girtîgehan bên vekirin. "
MA / Rûken Polat - Mazlûm Engîndenîz