STENBOL - Bijîşkên Sirri Sureyya Onder diyar kirin ku xetereya li ser jiyana Onder hêj didome lê belê erênî bersivê dide tedawiyê. Bijîşkan, got ku ji bo başbûna ventrûkula rastê pêwîstî bi 10 heta 40 rojan heye.
Tedawiya endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder a li beşa lênihêrîna awate ya li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê berdewam dike. Bijîşkên Onder têkildarî rewşa wî ya dawî daxuyanî dan.
Rektora ji Pêvajoyên Tibbî Berpirsyar a Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê Prof. Dr. Çavlan Çîftçî, diyar kir ku Onder niha pir baş bersivê dide tedawiyê û got: “Ji bo me daneyên pir baş dide. Dema em ji vî alî ve lê dinêrin, dibînin ku pir baş bersivê dide tedawiyên me. Dê ser 24 saetan girêdayî cîhazê be lewma em ê daneyên norolojîk zelaltir parve bikin. Tansiyona wî asayî ye. Dê pêdiviya me bi demekî dirêj hebe. Ev geşedan hêviyê didin me.”
PIRSGIRÊKA DI VENTRÎKULA RASTÊ DE DIDOME
Çavlan Çîftçî, da zanîn ku ji hêla Kardiyolojîk ve rewşa ventrîkula çepê baş e lewma tansiyona nexweşê wan a biçûk 60, ya mezin jî 110 e. Çavlan Çîftçî, wiha domand: “Di ventrîkula rastê de li gorî duh tu ferq çênebûye. Pirsgirêk hêj didome. Jixwe me gotibû ku ji bo vê dem lazim e. Lê belê ji ber ku rewşa ventrîkula çepê baş e, ev yek hêviyê dide ku ji bo aliyê rastê bibe alîkar.”
‘PÊDIVÎ BI DEMEKÎ DIRÊJ HEYE’
Çavlan Çîftçî, anî ziman ku tedawiya lênihêrîna awarte bi vî awayî didome û wiha pê de çû: “Pêdiviya me bi demekî cidî û dirêj heye. Em herî zêde ji enfeksiyonê ditirsin. Lewma jî em antîbiyotîkên pir xurt didin nexweşê xwe. Îdrara wî baş derdikeve. Ji hêla gurçikan ve pirsgirêk tune ye.”
‘XETEREYA JIYANÎ DIDOME’
Çavlan Çîftçî, axaftina xwe wiha qedand: “Tiştên em jê re dibêjin daneyên Norolojîk, nexweşê me bersivê didin hişyariyên me yên bijan. Dengan dibihîse. Em wate didin van bertekan û ev hêviyê didin. Ji ber ku piştgiriya ECMO’yê heye, jui hêla norolojîk ve em nikarin rewşekî tam a şênber raxin ber çavan. Carnan başbûna ventrîkulên rastê 5, carnan 10 carnan jî 40 rojan diajo. Lê ji bo vî nexweşê xwe em dikarin bibêjin di navbera 10 heta 40’an de ye. Xetereya li ser jiyana nexweşê me didome.”