NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeyên Hezex û Midyadê Cejna Çarşema Sor hate pîrozkirin.
Welatiyên Êzidî li gundê Kîwex ê navçeya Hezex a Şirnexê Cejna Çarşema Sor (Serê Nîsanê) pîroz kirin. Gelek Êzidiyên ji Mêrdîn, Şirnex, Amed û Ewropayê jî tev li pîrozbahiyê bûn. Êzidiyan, cil û bergên xwe yên Kurdî li xwe kirin û beşdarî pîrozbahiyê bûn. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî di nav de gelek siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
DÎMENÊN RENGÎN DERKETIN HOLÊ
Welatiyên Êzidî ji ewil serdana goristana gund kirin, find vêxistin, ben bi daran ve girêdan û dua kirin. Di pîrozbahiyê de beşdaran hêk hev xistin û benên rengîn ku pîroz tên dîtin bi zendên xwe ve girê dan. Di heman demê de li cihê darên berûyê lê hene, geşt hate kirin.
Piştre jî li mêvanên derve hatine şirînahî û şekir hatin belavkirin. Di pîrozbahiyê de dîmenên rengîn derketin holê û welatiyan li ber dahol û zirneyê govend gerandin.
LI MIDYADÊ PÎROZBAHÎ HAT LIDARXISTIN
Li gundê Bacînê yê navçeya Midyadê ya Mêrdînê jî pîrozbahiya cejnê hat lidarxistin. Welatiyên Êzidî, kade û gelek xwarin amade kiribûn û bi hêkên reng bi reng beşdarî pîrozbahiyê bûn. Cihên pîroz tên dîtin hatein ziyaretkirin, find hatin vêxistin û agir hate hilkirin. Êzidiyan, pate xistin darên hêviyê, wêne kişandin. Her wiha hêkên bi xwe re anîbûn hev xistin û dua kirin. Êzidiyan, li cihê pîrozbahiyê cejna hev pîroz kirin. Beşdaran bi hev re xwarin xwarin û li ber stranan govend gerandin. Hevşaredara Bajara Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin û gelek partiyî tev li pîrozbahiyê bûn.
BANGA ‘VEGERIN GUNDÊ XWE’ LI CIWANAN KIRIN
Ji jinên Êzidî Qeşem Agirman diyar kir ku her sal jin pêşengtiya pîrozbahiyan dikin. Qeşem Agirman, da zanîn ku civaka Êzidî salên demdirêj e neçar man ku gundên xwe biterikînin û ev demeke vedigerin gundê xwe. Qeşem Agirman, got: “Weke jinên Bacîneyê em ji bo gundê me ava be, careke din rakin ser pêyan, dixebitin. Armanca me ya ji pîrozkirina Çarşema Sor a vê derê ew e ku dîsa berê ciwanan bidin gund. Dê ciwanên me dîsa vegerin gundê xwe û gundê xwe dîsa ava bikin.”
Qeşem Agirman, bal kişand ser girîngiya vegera gund û cejna hemû Êzidiyan pîroz kir.