NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek hunermend û rewşenbîran li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal ji bo Sirri Sureyya Onder peyam weşandin û şîfaya xêrê xwestin.
Xetereya li ser jiyana endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder didome û li nexweşxaneyê tê tedawîkirin. Gelek hunermend û nivîskaran li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal peyam weşandin û şîfaya xêrê xwestin.
Hin kesên peyam weşandin ev in:
* Ata Demîrer: Kekê Sirri hêj gelek çîrokên tu vebêjî, gelek karên tu bikî hene. Kekê Sirri îşala tu dê vê jî derbas bikî û dema em hatin gel hev dê careke din gelek kenê min bînî, dizanim! Derbasî be, dilê me bi te re ye.”
* Tayfun Atay: Sirri Sureyya Onder kesekî wisa ye hem ji xakê hem jî ji pirtûkê hîn dibe. Sirri Sureyya hem Tirk hem jî Kurd e. Sirri Sureyya hem Kawayê Hesinkar hem jî Dede Korkut e. Sirri Sureyya hem Newroz e hem jî Ergenekon e. Sirri Sureyya hem dîroka vê xakê ye hem jî pêşeroja wê ye. Birayê min, li ber xwe bide.
*Ahmet Umît: Ji bo Sirri Sureyya Onder ê hêja şîfaya xêrê dixwazim.
*Teoman: Kekê Sirri.
Heke tu bimirî,
dê parçeyeke din a mezin ji hundirê min veqete.
Dê kesekê din ê ez gelek jê hez dikim, jê re rêz digirim, gelek diecibînim, hundirê min germ dike ji vir biçe. Mîna çûyîna Îrfan Aliş.
Nemire Kekê Sirri.
Dîsa henekên xwe bi min bike.
Min bi kenîne.
* Mahsun Kirmizigul: Hate nexweşxaneyê û der heqê rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder de agahî girt. “Dema hişyar bûm haya min jê bû, gelek xemgîn im. Apê Sirri, mirovekî gelek min jê hez dikir bû. Gotin rewşa wî krîtîk e.”
*Murathan Mungan: Dema du roj berê me ji hev re peyam dişand, min jê re got Sirri tu çawa gihiştî Stenbolê li min bigere. “Agahî li cem te ne.” Dostê min ê hêja, niha jî li benda xebera te ya baş im, hêj dê romana xwe ya ku te qala wê dikir û gelek bi xweşiya min çûbû xelas bikî, ne tenê ew, hêj li vê xakê karê te xelas nebûye.
* Ceylan Ertem: Ji Sirri Sureyya Onder re şîfaya xêrê dixwazim.
* Nevzat Çelîk: Sirri Sureyya Onder ê hêja, bi hûr û kûr henekên xwe bi mirinê dike. Beriya zêde dirêj bike dê ji veşa lênihêrîna awarte derkeve, dê bibêje ‘naza jiyanê ye’ û dîsa têkoşînê bidomîne...
* Ahmet Nesîn: Sirri te dizanî ku dê ev tevek bên jiyîn lê te dîsa jî domand. Ez jî dê niha li xweşikahiyên sibehê guhdarî bikim dizanim, jixwe ma me her tim bi zanebûn dest pê nekir.
*Yekitiya Nivîskarên Sînornenas: Em şîfaya xêrê ji bo Derhêner, Senarîst, Produktor, Lîstkvan, Rojnameger û Siyasetmedar Sirri Sureyya Onder re dixwazin û hêvîdarin di zûtirin demê de baş bibe.
* Ezel Akay: Heke hûn li siyasetmedarekî durist, jidil, derewan nake, xwedî exlaq, xwedî wijdan û hêj bigerin, du kesên din ên mîna Sirri Sureyya Onder hene... Lê heke hûn li ‘dostan’ bigerin, hûn nikarin tu kesên mîna wî bibînin! Sirriyê hêja li ber xwe bide, ji kerema xwe li ber xwe bide...”