NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê jî di manşeta xwe de cih da banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û manşeta “Hunermend rayberî biko” derket.
Hejmara 278’emîn a rojnameya Xwebûne derket. Rojname, vê hefteyê bi manşeta “Hunermend rayberî biko” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê di manşeta xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Hunermend Alî Înanir di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameyê re de dibêje ku divê hunermend pêşengtiyê ji pêvajoya nû û civakê re bikin.
Di hejmara nû ya rojnameyê de nivîsên Lîlav Elî, Hogir Berbir, Aslan Ozdemîr, Felemez Ûlug, Siyamed Sîpan, Medenî Ferho, Şoreş Reşî û Mazlum Baran hene. Her wiha rojnameyê cih daye nûçe-analîza rojnameger Serdar Altan ku balê dikişîne ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan.