MÊRDÎN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê biryar da ku 35 neguhêzbarên aydê şaredariyê bifiroşe.
Wezareta Karên Hundir di 4’ê Mijdara 2024’an de cara sêyemîn qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kir. Rêveberiya qeyûm, careke din ji bo firotina mal û milkê şaredariyê kete nava liv û tevgerê. Qeyûm, bi biryarên di mehên Sibat û Adarê de dabûn re amadekariya firotina neguhêzbarên şaredariyê kir û niha jî biryar da ku milkê şaredariyê bifiroşe.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; rêveberiya qeyûm bi biryara di meha Sibatê de dabû re Kargeha Termînala Otobûsan a Otogara Navçeya Qoserê dewrî Şîreketa Anonîm a Kentê kir ku her çend aydê şaredariyê jî be bi karûbarên personelan re eleqedar dibe.
MILKÊN HERÎ BIQÎMET DÊ BÊN FIROTIN
Rêveberiya qeyûm; di meha Adarê de jî têkildarî neguhêzbaran du biryarên cuda da. Di biryara ewil de biryara hate dayin ku neguhêzbarên navçeya Artukluyê bên firotin. Di çarçoveya biryarê de biryar hate dayin ku 25 neguhêzbarên li taxên Yalim û Nûrê yên Artukluyê bên firotin. Balkêş e ku neguhêzbarên behsa xeberê li taxên herî biqîmet ên navçeyê ne û dikevin nava sînorên îmarê.
Di çarçoveya biryara din a rêveberiya qeyûm de, biryara hate dayin ku neguhêzbarên ku saziyên dewletê yên cuda dewrî şaredariyê kiribûn jî bên firotin. 10 neguhêzbarên di çarçoveya hilweşandina avahiyên betonerme yên li bajarê dîrokî de dewrî şaredariyê hatibûn kirin jî da ber firotinê. Lê belê nehat diyarkirin bê neguhêzbarên behsa xeberê kîjan in.
VEGUHERAND QEREQOLÊ, DÊ KAMERAYÊN EWLEHIYÊ BIKIRE
Li hêla din; rêveberiya qeyûm ku avahiya şaredariyê veguherandiye qereqolê, dê ji bo li derdora şaredariyê bicih bike kamerayên nû bikire. Kamerayên behsa xeberê da îhaleyê. Li gorî daxuyaniya qeyûm daye; dê 150 kamerayên nû bê kirin lê nehat diyarkirin ka dê ev kamera li ku bên bikaranîn.
MA / Ahmet Kanbal