WAN - Welatiyên Wanê diyar kirin ku krîza aborî bandorê li ser danûstandina li bazarê dike û gotin: “Bombebarana ser Kurdistanê bidin sekinandin wê demê dê bibînin ka aborî çawa baş dibe.”
Li bazarên Wanê bihayê fêkî û zebzeyan di navbera 70 û 100 TL’an de diguhere. Ji ber krîza aborî hejmara mişteriyan kêm dibe û esnafê bazarê ji ber vê yekê bi gilî û gazinc e. Ji ber ku welatî nikarin pêdiviyên xwe pêşîn bikirin, esnafê bazarê dest bi “lênûskên deynan” kir. Li semta bazarê ya li Taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê me nêrînên welatiyan û esnafan pirsîn û gotin ku sedema esasî ya krîzê, polîtîkayên şer in. Welatiyan, bal kişandin ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kirin ku aştî ne tenê dê hizûra civakî, her wiha dê aboriyê jî baş bike.
Resûl Kuşkutan ê li bazarê danûstandin dikir, diyar kir ku gelê ku hêza wan a kirînê kêm bûye nikare îdareya xwe bike û got: “Ma bi 19-22 hezaran em dikarin çi bikirin? Hêkek bûye 10 TL. Em çawa îdareya xwe bikin? Sedema vê krîzê, ev dewlete ye. Ev krîz êdî mayinde bûye. Dewletê bi van polîtîkayan xizan perîşan kir.”
‘JI KAR ZÊDETIR EM DI ZIRARÊ DE NE’
Ji esnafan Ayhan Kahraman jî anî ziman ku fiyet her tim diguherin û ev yek hem wan hem jî welatiyan dide zorê. Kahraman, got: “Ji ber ku fiyet bilin dibin, em jî nikarin dezgehan vekin û zebzeyan bikirin. Heke fiyet zû neguherin, dê her tişt baştir bibe. Dema li cihên firotinê yan jî esnaf fiyetan zêde dikin mudaxile were kirin, her tişt dê hinek baştir bibe. Bi venêrîneke baş dikarin pêşiya vê krîzê bigirin. Ji neçarî em êdî tiştan deyn didin. Me dest bi lênûsên deynan kiriye. Di destê gel de pere tune ye lewma em jî hewl didin bi vî awayî îdare bikin. Ji kar zêdetir em di zirarê de ne. Havînê jî em gelek zirar dikin zivistanê jî.”
DANÛSTANDINA BI DEYNKIRINÊ
Ferîde Încî ku li bazarê danûstandin dikir jî got ku wê her tişt bi deyn standiye û wiha pê de çû: “Kîloya bacanan bûye 30-40 TL. Bacanên rizî yên nayên xwarinê kîloya wan bi 35 TL’an e. Em negirtin nabe, dema digirin jî deyn dikin. Zengîn her ku diçe zengîntir dibin û feqîr jî feqîrtir. Em dixwazin êdî fiyet baştir bibin û ji bin vî barê krîzê derkevin. Em naxwazin li kolanan perîşan bibin. Hevjînê min kal e, nikare bixebite, kurekî min heye lê ew jî kar peyda nake. Roj bi roj em deyndar dibin, deynê me her ku diçe zêde dibe.”
'TIŞTÊN ME BERÊ BI 50 TL’AN DIGIRTIN NIHA BÛNE 150 TL’
Ji esnafên zicaciyeyê Nîhat Ceyhan jî destnîşan kir ku ji ber zêdebûna fiyetan nikarin tiştên difiroşin bi heman fiyetî deynin cihê wan û got: “Tiştekî em bi 5 TL’an ji tomerîfiroşan dikirin bi 6-7 TL’an difiroşin. Lê dema em cara din dikirin, fiyetê wan du qet zêdetir dibin. Em gelek dikevin zorê û saleke zehmet e. Lîteya mazotê bûye 50 TL lê hin kes radibin û dibêjin ‘krîz tune ye.’ Baca wesayîtekê berê 200 TL bûn lê niha bûye 18-19 hezar TL. Ji serê sibehê heta êvarê em li vir benda firotina tiştên xwe ne lê di destê me de tu tiştek nîne. Tiştên me berê bi 50 TL’an distandin niha bûne 150 TL. Tu karê bazarvanan nemaye.”
'SEDEMA KRÎZÊ POLÎTÎKAYA KEDXWARIYÊ YA DEWLETÊ YE’
Aysel Tan jî got ku ew bi mixdarekî kêm dikare danûstandina xwe ya bazarê bike û wiha axivî: “Pereyê me tune ye, di destê me de tu tiştek nîne. Hemû pêdiviyên xwe em hewl didin bi kartên krediyê pêşwazî bikin. Sedema vê ya sereke jî polîtîkayên kedxwariyê yên dewletê ne ku gel bêhtir xizan dike. Heke hûn nêzî dewletê bin, pereyê we her ku diçe zêde dibe lê heke hûn nêz nebin ji bilî xizanbûnê tu rêyên din nînin. Dema em tên bazarê tenê pêdiviyên lezgîn ên malê dikirin. Em nikarin her tiştên dixwazin bikirin.”
'HEKE PÊVAJO DERBASÎ ZEMÎNA QANÛNÎ BIBE DÊ KRÎZ ÇARESER BIBE’
Bi domdarî Aysel Tan bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û anî ziman ku divê dewlet gavên şênber biavêje. Aysel Tan, axaftina xwe wiha qedand: “Gavên şênber dê bandoreke erênî li ser aboriyê jî bikin. Divê navekî zelal li çareseriyê bikin. Çareserî, azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me ye. Dema Rêbertiya me azad bû, dê civaka Tirkiyeyê jî ji hêla debar û aborî ve baş bibe. Bi rêveberiyeke Kurd jî di nav de cih digirin re dê pirsgirêkên aboriyê çareser bibin. Ma dema bombe li Kurdistanê tên barandin dê aborî çawa baş bibe? Bombebaranên li Kurdistanê bide sekinandin, zemîna şer û pevçûnan ji holê rake, wê demê dê bibînî ka aborî çawa baş dibe. Bila Rêberê me berdin, zemîneke qanûnî ya çareseriyê ava bikin, wê demê dê krîz bi xwe çareser bibe.”
MA / Rûken Polat